Abdullah Ocalan peyam şand Konferansa Ronakbirî ya Şengalê
Di Konfernasa Ronakbirî ya Şengalê de peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku ji konferansê re şandibû, hat xwendin

Şengal – Konferansa Ronakbirî ya Şengalê ku bi dirûşma ‘Banga Civaka Demokratîk bersiva 73 Fermanan e’ dest pê kir, bi peyaman didome. Di konferansê de peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku ji konferansê re şandî hat xwendin.
Peyama Ocalan ji konferansê re şand wiha ye:
“Ji Bo Konferansa Ronakbirî ya Şengalê:
Beriya her tiştî, ez we li ser navê rêhevalên xwe yên ku li vê derê ne silav dikim, di xebatên we de serkeftinê dixwazim.
Dîrok tenê behsa paşerojê nake; êşên ku hatine kişandin, berxwedan û heqîqetê jî di nava xwe de dihewîne. Civaka Êzidî, yek ji ragirên herî qedîm û herî bi rûmet ê vê heqîqetê ye. Êzidiyên ku xwedî yek ji baweriyên destpêkê yên Mezopotamyayê ne, bi hezaran sal in li hemberî zext, koçberkirina bi darê zorê û tunehesibandinê hebûna xwe parastine.
‘Êzidiyan tu carî paşve gav navêtin’
Êzidayetî, ji bawerî û kevneşopiyek zêdetir e. Jiyana aştiyane ya bi xwezayê re û pîrozdîtina ruhberan ji xwe re esas digre. Ji ber vê ye ku pergalên zordar her dem Êzidiyan ji xwe re xeter dîtine. Ji ber ku Êzidiyan, şopên jiyana azad û wekhev heya roja me anîne.
Dema bi zilma mezin re rû bi rû man jî Êzidiyan paşve gav navêtin; xwe spartin çiyayên Kurdistanê, xwe bi dîroka xwe û bi baweriya azadiyê pêçan. Hat xwestin ku bawerî û zimanê wan were qedexekirin lê wan çanda xwe dan jiyandin. Dema xwestin werin tunekirin jî ji xweliya xwe ji nû ve afirîn.
Jinên Êzidî pêşengên esas ên vê têkoşînê ne. Ew bûn hedefa êrîşên herî giran lê tu carî serî netewandin. Bi berxwedana xwe ya li Şengalê, hem ji bo xwe hem ji bo hemû gelan, hêviya jiyana bi rûmet ji nû ve ava kirin.
‘Têkoşîna jinên Êzidî rê nîşanî me dide’
Îro roj têkoşîna ku Êzidî dimeşînin, ji bo me hemûyan rê nîşan dide. Dengê wan, dengê kesên azadîxwaz e. Ji ber vê, parastina gele Êzidî li ser esasê parastina cewherî, xwedîderketina wijdanê mirovahiyê ye.
Mafê herî xwezayî yê Êzidiyan e ku ji xwe re pergalek ava bikin da ku bikaribin bi azadî, bi nasname û bi baweriya xwe bijîn. Ne dewletên zordar ne jî ferasetên teng ên qewmperestiyê vê mafê nas dikin. Ev encax li ser esasê wekhevî û biratiya gelan, bi pergalekê ku karibin xwe birêvebibin mimkûn e.
Pêwist e her kes vê bizanibe; gele Êzidî ne tenê ye. Ruxmê hemû êşên 73 fermanan, bi berxwedanê xwe gihandiye roja me. Bi pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk a ku em bi pêş dixin re êdî wê ferman bi ser wan de neyên. Ferman êdî bi dawî bûne. Hebûna wan, ji bo her kesê ku li vê erdnîgariyê aştî û biratiyê dixwaze, mijara rûmetê ye.”