Şoreşa jin a Bakur Rojhilatê Sûriyeyê: Meşa ber bi azadiyê

Jinên ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku ev 12 sal in di nava şoreşê de ne, bi dehan destkeftiyên dîrokî bidest xistin. Jinan dikaribûn bi têkoşîn û keda xwe naveroka şoreşa jinan dagirin û nûnertiya wê bikin.

BERÇEM CÛDÎ

Kobanê – Di dîrokê de her dem du xetên dijber xwe dane der ku li hemberî koletiyê azadî, li hemberî zordariyê berxwedan, li hember çewistandinê têkoşîn, çêbûne. Ji bo jinan jî heman tişt derbasdar e, jinên ku di civaka xwezayî de şaristanî saz kirin û di asta xwedawendiyê de ji bo civakê pêşengî kirin, di encama hişmendiya baviksalar de dîroka wan hat guhertin û ev 5 hezar sal e bi koletiya, civak û şaristaniyê hatine kolekirin.

Bîrdoziya Abdullah Ocalan bû zemînê şoreşa jinan

Li hemberî koledariya bi hezaran salan, di dirêjahiya dîrokê de jinên ku hêz û baweriya xwe ji Îştar û Înana digirin, serî netewandin û di tevahî pêvajoyên dîrokî de bûn xwedî têkoşîn. Jinan li Mezopotamya, Rojhilata Navîn û cîhanê di her derfetê de behsa azadî, maf û hebûna xwe kirin. Lê ji her demê zêdetir, jinan di sedsala 21.emîn de azadî û koletî kirin rojevê. Bi belavbûna bîrdoziya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re ku bi rengekî şênber balê dikşîne ser pirsgirêka azadiya jinan û li hemberî vê yekê rêbazên çareseriyê pêşkêş dike, têkoşîna jinan ket qonaxe nû. Ocalan ji bo jinan zanista jineolojî, bîrdoziya rizgariya jinan û bi dehan ramanên cuda pêşkêş kir. Lewre jinên Kurd ku pêşengî ji bo hemû jinan re kirin, dikaribûn bîrdoziya Abdullah Ocalan a azadiya jinan di pratîkê de pêk bînin û di 19’ê Tîrmeha 2012’an de, li Rojavayê Kurdistanê dest bi şoreşa jinan bikin. Heta niha di tu deman de şoreşên ku jin pêşengiya wê bikin û di hundirê şoreşê de şoreşek din pêk bînin, nehatiye dîtin. Lê li Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê ev yek di roja îro de bi rengekî diyarker tê pêkanîn, ji dûr û nêz ve xwe dide der.

Projeya azadiya jinan bi şoreşa 19’ê Tîrmehê re jiyanî bû

Bi destpêkirina Bihara Gelan a 2011’an li Rojhilata Navîn ku pêlên wê gihîştin Sûriyeyê jî ji 15’ê Adara 2011’an de heta niha alozî didome. Di wê navberê de gelê Kurd ê li Rojavayê Kurdistanê derfeta lidarxistina şoreşeke neteweyî dît û xist meriyetê. Şoreşa hat destpêkirin ji bo hebûn, ax, nasname, ziman, çand û serxwebûnê bû, bi vê yekê re jinên ku beriya wê xwe bi bîrdoziya Ocalan birêxistin kiribûn, hilbijartin ku ew jî şoreşa jinan dest pê bikin. Di vê wateyê de jinan di her warî de pêşengî kirin, sal bi sal dikaribûn bi têkoşîna xwe destkeftiyên cuda bi dest bixin. Ji rizgarbûna ji hişmendiya netew-dewletê zêdetir, jinên li Rojavayê Kurdistanê li dijî pergala mêrsalar, hişmendiya dayiksalar bi pêş xistin û di avakirina pergala Rêveberiya Xweser de bi cih anîn. Di qadên siyasî, hiqûqî, aborî, perwerde, xizmetguzarî, leşkerî, rêveberin, civakî, dîblomasî û hwd. hebûna jinan diyarker bû. Lewre modela ku niha li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tê jiyîn, bala jinên cîhanê jî kişand. Ji gelek welatên Ereb û parzemînên cuda meraq û serdana jinan a ji bo Rojavayê Kurdistanê pêk hat. Jinên ku nikaribûn xwe bigihîjînin Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bi riya komxebatên online meraqa xwe tînin cih. Her wiha beşdarbûna bi dehan jinên enternesyonal ji bo şoreşa pêk hat, di qadên cuda de cih girtin. Gelek caran jî şandeyên ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo parvekirina ezmûna xwe dihatin vexwendin ku beşdarî hinek komxebatên navdewletî jî bibin.

Şoreşa jinan bi dehan destkeftiyên dîrokî ava kir

Şoreşa 19’ê Tîrmehê ji bo jinan modeleke nû ya jiyanê ava kir lewre ev şoreş, weke girîngtirîn destkeftiyên jinan ên dîrokî tê binavkirin. Bêguman têkoşîna jinan bi lidarxistina şoreşê sînordar nema, jinan roj bi roj destkeftiyên mezintir bidest xistin. Di destpêkê de jinan têkoşîna xwe ya di nava şoreşê de spartin felsefeya Jin, jiyan, azadî. Jin çavkaniya jiyana azad in, bê azadiya jinan civakeke azad jî pêk nayê. Lewre di tevahî nêzikatî û rêxistinkirina jinan de ev rêgez hatin bingehgirtin. Li aliyekî din di tevahî dezgeh, saziyên civaka sivîl, partiyên siyasî û hêzên parastinê de, modela hevseroktiya wekhev tê bikaranîn. Di warê hiqûqî de qanûnên jinan û meclisên edaleta jinan hatin avakirin. Her wiha li rex saziyên giştî ku nûnertiya jinan ji sedî 50’î ye, rêxistinbûnên jinan ên xweser weke Kongra Star, Malên Jin, Yekîneyên Parastina Jin (YPJ), Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Jin, Hêzên Parastina Civakê yên Jin, Yekitiya Jinên Ciwan, Meclisa Jinên Sûriyeyê, Tevgera Hîlala Zêrîn, akademiyên perwerdeyê yên xwseser, Meclisa Edaletê ya Jin, Desteya Jin, Koordînasyona Jin, Kombûna Jinên Zenûbya, her wiha televîzyon, ajans, radyo û kovarên jinan hatin avakirin. Bi van gavan ango destkeftiyan re, jin dîroka wan a ku hatiye berevajîkirin ji nû ve sererast dikin. Afrîneriya jinan ku bi salan e hatiye binaxkirin, ji nû ve şîn dibe. Civaka ku bi ketina jinan re hat kolekirin, careke din bi rêgezên xwe yên resen vedjî dibe. Hebûn, nasname û keda jinan bi şoreşê re watedar dibe û cewherê xwe zindî dike.

Hevseroka Desteya Rêveberiya Herêmî ya kantona Firatê Felek Yusif, bi wesîleya 8’ê Adarê şoreşa jinan ji me re şîrove kir.

‘Me bi têkoşîna xwe naveroka şoreşê veguherand’

Felek Yusif naveroka şoreşa jinan û berhemên wê wiha nirxand: “Şoreşa me weke şoreşa 19’ê Tîrmehê tê binavkirin lê ev şoreş di roj û şevekê de pêk nehat. Ji bo me jinan xebat û têkoşîneke demdirêj hebû ku jinên weke Sakîne, Bêrîtan, Zîlan û Şîlan pêşengiya avakirina rêxistin û artêşbûna jinan kirin. Lewre ew mîrate ji bo me jî bû bingeh ku me di perwerde û rêxistinbûna xwe de bi kar anî. Lewre dema ku şoreşa me dest pê kir, bi şoreşa jinan hat binavkirin. Di destpêkê de jinan pêşengî kir û piştre dikaribûn di her qadê de roleke girîng bilîzin. Pişt re di pêvajoya êrîşên komên çete yên li ser kantonên Rojava de û bi taybetî jî di êrîşa çeteyên DAIŞ’ê de, jinan careke din bi pêşengiya şervan û fermandarên YPJ’ê pêşengiya serkeftin û tunekirina êrîşan kir. Bi van rêzeserkeftinên ku jinan bi dest xistin re, jinan naveroka şoreşa jinan dagirtin û ev yek di nava civakê de jî dan pejirandin. Şoreşa me bi Rojavayê Kurdistanê re sînordar nema, bi rizgarkirina herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re pêl bi pêl dorfereh bû. Ji bo vê jî şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê neteweyî ye ku hemû pêkhateyên li vê erdnîgariyê dijîn hembêz kir. Ji bo vê jî şoreş û modela li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tê jiyîn, di serdema me ya niha de tekane ye.”

‘Jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê mohra xwe li dîroka têkoşîna jinan dan’

Felek Yusif bal kişand ser destkeftiyên jinan ên bi şoreşa Rojavayê Kurdistanê re û got: “Jin xwedî mîrateyeke mezin a têkoşînê ne, destkeftiyên ku jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê qezenc kirin jî mîrateya jinan bihêz û mezintir kir. Pergala hevseroktiyê ku ji berhemên pergala neteweya demokratîk e, bi rengekî serkeftî li tevahî herêmên me pêk tê. Ev rêbaz hevsengiya di navbera herdu zayendan de ava dike û rê li ber avakirina pergaleke demokratîk û ekeolojîk vedike. Her wiha li rex sazî û dezgehên giştî yên hat damezrandin, ji bo xweserbûna jinan jî sazî hatin vekirin ku niha di bin sîwana rêxistina jinan de bi dehan saziyên di her warî de rasterast bi jinan re mijûl dibin hene. Dema em behsa destkeftiyên jinan dikin, ev nayê wateya ku me jin û civakê bi temamî ji hişmendiya paşverû rizgar kiriye. Lê belê di van 12 salên şoreşê de gavên dîrokî û girîng hatine avêtin ku dibin zemînê avakirina pergala em dixwazin. Ger pergala neteweya demokratîk jî gihîşt vê astê, ez dikarim teqez bikim ku bi pêşengî û têkoşîna jinan e. Lewre em dikarin vê bibêjin, çawa ku jinên cîhanê dikaribûn bi têkoşîna xwe di hinek aliyên jiyanî de guhertinê bidin çêkirin, jinên Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê jî heman gav avêtin, bi destkeftiyên xwe mohra xwe li dîroka têkoşîna jinan dan.”

Sibê: Şoreşa jin a Bakur Rojhilatê Sûriyeyê: Jin destkeftiyên xwe diparêzi