Şervana Şêx Meqsûdê Zinarîn Kobanê behsa kêliyên berxwedanê kir
Şervana Şêx Meqsûdê Zinarîn Kobanê da zanîn ku li Helebê li hember çeteyan heta dawî berxwedan nîşan dane û got ku “Di her kêliyek dîrokê de rihê şehîdên me û rihê berxwedanek veşartî ye. Emê heta dawiyê têkoşîna xwe bidomînin.”
Hesekê – Endama Hêzên Asayîşa Hundirîn a Helebê Zinarîn Kobanê, êrîşên hovane yên çeteyên girêdayî HTŞ’ê û leşkerên bipere yên dagirkeriya Tirk ku li ser taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê yên Helebê pêk hatin û berxwedana bêhempa ya li hember van êrîşan vegot.
Zinarîn diyar kir ku şerê ku li taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê hatine meşandin, şerekî pir giran bûye û wiha dom kir: “Rast e me 5 rojan li ber xwe da, lê me hestekî ku mîna salan e em li ber xwe didin hîs kir. Êrîşên çeteyan ên li dijî me, li dijî gel û taxan, pir giran bû. Di destpekê de agahî dan û gotin şer xilas. Lê me tedbîrên xwe girtibû. Ji ber ku me dizanibû ku çete dixwazin êrîş bikin û gelê Kurd ên li taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiye xilas bikin.”
‘Dronên hatin şandin, yên dewleta Tirk bûn’
Zinarîn da zanîn ku di 4’ê Çileyê de agahî hatiye û gotine ku wê êrîş çêbibe, bila heval amedekariyên xwe bikin. Zinarîn ragihand ku hemû kesan amedekariyên xwe kirine û di mewziyên xwe de cih girtine û wan kêliyan bi van hevokan anî ziman: “Destpêkê êrîş du saetan dom kir û hevalên me serkeftinek mezin bidest xistin. Lê piştre dîsa pevçûn çêbû û carek din heval biser ketin. Ji xwe piştre êrîşa seyemîn pêk hat. Êrîşa çeteyan a li dijî me saet di 12:30’an de destpê kir. Em hemû di mewziyên xwe de bûn û moralên hevalan pir xurt bû. Agahî hat û gotin çete li derdorên we ne, tedbîrên xwe bigrin. Hemû hevalan tedbîrên xwe girtin. Ji ber ku destpêkê nikaribûn werin, dronên xwe şandin. Bêguman dronên hatin şandin, yên dewleta Tirk bûn.”
‘Digel ku şer giran bûn jî hevalan alîkariya hev dikirin’
Zinarîn ragihand ku çeteyan “Allah û Ekber” qîr didan û şervanan jî Berxwedan Jiyan e qîr dikir û wiha pê de çû: “Çeteyan bang dikirin û ji ber ku ditirsiyan, xwe vedişartin. Lê piştî ku dronên wan hatin, çeteyan qilêşên xwe bikar anîn. Çekên me jî qilêş bûn, lê hevalan herî zêde bîksî û bisivîk bikar dianîn. Dema wesayîtên wan derbas bûn, hevalên me bisving avêtibûn, lê ji ber ku bi lez diçûn lê ne ket. Dema saet bû 01:20, pevçûn destpê kir. Dema êrîş kirin, me jî biksiya xwe bikar anî. Di vê demê de li aliyê din û dema min hewil da berê xwe bidim hevalên xwe, roket avêtin. Di encama roketê de ez û 4 hevalên xwe birîndar bûn. Digel ku şer giran bûn jî hevalan alîkariya hev dikirin û hewl didan hevalên birîndar derxin. Piştre me di bin keşif û êrîşan de destê xwe danî ser birînên xwe û me xwe gihand hevalên xwe yên din.”
‘Bi keşîf û dronan êrîşî nexweşxaneyê kirin’
Zinarîn diyar kir ku piştî ku gihîştine ba hevalên xwe, tankên çeteyan hatine û wiha got: “Me hevalên xwe yên birîndar hemû rakirin û me berê xwe da nexweşxaneya li taxa Eşrefiyê. Dema destpêkê em ketin nexweşxaneyê, çete dûr bûn, lê keşîf û dronên wan li ser nexweşxaneyê bû. Bi keşîf û dronan êrîşî nexweşxaneyê kirin û xwestin hemû birîndaran qetil bikin. Lê hemû kesên birîndar di bin erdê de bûn. Her diçû keşîfên wan zêde dibûn. Çeteyan nikaribûn werin nexweşxaneyê, lewma bi dronan êrîş dikirin. Herî dawî me hejmarek zêde birîndar da û şehidên me çêbûn. Destpêkê hevalê Roj şehîd ket û piştre hevalê Ziyad û hevalek jin şehîd ketin. Hevalên me yên ku nikarîbûn xwe bighînin nexweşxanê, çalakiyên fedakarî kirin û bi bombeyên xwe çûn ser dijmin.”
‘Her ku çeteyan êrîş dikir, hevalên me bi moralên xwe yên bilind dijmin têk dibir’
Zinarîn da zanîn ku piştî ku keşîf û dronên wan sekînine, roja din saet nêzî 17:00’an bi tankan êrîşî nexweşxaneyê kirine û wiha pê de çû: “Nêzî 40-45 hezar çete bi hemû çekên xwe yên giran êrîşê 150 şervanan kirin. Ji ber ku bi tankan êrîşên giran dikirin, hevalên me herî dawî tankên wan îmha kirin. Hevalên me berxwedaniyek pir mezin nîşan dan. Çeteyan bi guleyan gaza di hundirê nexweşxaneyê de teqandin û gaz li hundirê nexweşxaneyê belav bû. Rewşekî pir giran û pir zehmet bû. Lê tilîlî û morala hevalên me dijmin acis dikir. Her ku çeteyan êrîş dikir, hevalên me bi moralên xwe yên bilind dijmin têk dibir. Hevalan keşîfa çeteyan jî xistibûn. Herî dawî ji ber ku hejmarek zêde birîndarên me çêbûn, di nexweşxaneyê de cih û derman neman. Ji ber ku êrîşî wesayîta cebilxaneyan kiribûn, cebilxaneyên me jî kêm man. Hevalan nikaribûn xwe bighînin hevalên di nexweşxaneyê de. Me gelek zehmetiyan kişand lê berxwedan û serkeftin, ya me bû. Em her carê dijminê xwe bin dixin. Ji ber ku gelek şervan birîndar bûn, di dawiyê de agirbest hate ragihandin.”
‘Hevala Gêrîla ji bo me mînak e’
Zinarîn da zanîn ku piştre hemû birîndaran gihandine Reqa û Qamişloyê û got ku mirov nikare tiştên hatin jiyîn bîne ziman. Zinarîn anî ziman ku dema bi tankan bi awayekî giran êrîş kirine, gotine xilasî tune û wiha domand: “Hevalên me xwe ji bo çalakiyên fedayî amede kiribûn. Lê piştî agirbestê em hemû gihîştin li gel hevalên xwe. Ez û şehîd Gêrîla li heman cihê bûn. Hevala Gêrîla heta guleya xwe ya dawî şer kir û piştî xilasbûna cebilxaneya xwe, bombeya xwe ya dawî di xwe de teqand. Kesayetiya hevala Gêrîla pir cuda bû, morel û hezkirinek mezin dida. Ez û hevala Gêrîla demekî bi hev re man. Her tim tevger, moral û nêzîkatiyên wê yên li hember hevalan cuda bû. Bi hevalên xort û jin re navbera wê pir xweş bû. Hevalek serkeftî bû û her tim hêz dikir bi hevalan re têkilî deyne û alîkar be. Şehîd Gêrîla ji bo me mînakek e. Hevala Gêrîla ji dersên îdeolojîk û leşkerî pir hez dikir. Her wiha pir hêz dikir ku hevalan nas bike û plansaziya xwe ya rojane çêke. Her tim bi hevalan re nîqaş dikir û pirsan dikir. Hevala Gêrîla berxwedanek pir mezin kir û ji bo nekeve destê dijmin, herî dawî bombeya xwe di xwe de teqand. Hevala Gêrîla xwe ji bo hemû hevalan, gel û Serokatiye feda kir. Rihê hevala Gêrîla û hemû şehidên me, her tim li gel me ye. Emê tola hevala Gêrîla, hevalê Ziyad û hemû hevalên şehîd rakin.”
‘Di her dîrokê de rihê şehîdên me û rihê berxwedanek veşartî ye’
Zinarîn balkişand ser armanca êrîşên çeteyan û got ku “armanca wan, tunekirina civaka me bû. Ji ber ku hemû hevalên me û hemû gelên me di pevçûna du saetan domkir de, serkeftinê bidestxistin û govend gerandin, çeteyan xwestin me hemûyan tûne bikin.” Zinarîn Kobanê bi van gotinan dawî li vegotina wan kêliyên ji agir anî: “Ji xwe di destpêkê de êrîşên wan kir û agahî dabûn û gotibûn heta zarokek yek rojî jî be emê bikujin û perçe bikin. Destpêkê êrîşî civak û gelên sivîl kirin û komkujiyan pêk anîn. Zarokan qetil kirin û jinan revandin. Mêran jî li kudere didîtin qetil dikirin. Hemû kesan dîl digirtin û hinek hevalên me jî dîl girtin. Piştî van rewşên ku em lê rast hatin, çeteyan dixwestin dilsoziya me û Serokatiyê têk bibin. Dixwazin bêjin ku hêzên ewlekariya hundirîn êrîşî me dikin û biryarên hatine girtin binpê dikin. Di ragihandina xwe de jî gotibûn gelê taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiye êrîşî me kirine. Lê dema çeteyan êrîş kirin, hevalên me destpêkê tevger nekirin û piştî ku agahî hat, dest bi tevgerê kirin. Di êrîşan de xuya bû ku xwestin azadiya jinê, jinan û hemû gel tûne bikin. Dijminên me dixwazin li ser rûye cihanê hemû Kurdan tûne bikin, lê belê nikarin bighîjin armanca xwe. Ji ber ku em her tim li ber xwe didin. Di her dîrokê de rihê şehîdên me û rihê berxwedanek veşartî ye. Her tim serkeftin ya me û ez dixwazim hemû kes heta dawiyê berxwedana xwe bidomîne. Emê heta dawiyê têkoşîna xwe bidomînin.”