Şer mehek li pey xwe hişt: Operasyona bejahî di rojevê deye
Li Îranê êrîşên li dijî bînesaziyên enerjiyê û amadekariyên muhtemel a tevgera bejahî ya DYE derdikevin pêş. Windahiyên sivîl ên zêde dibe û belavbûna pevçûnan li Lubnan û Kendavê, nîşan dide ku krîz bûye gefek gerdûnî.
Navenda Nûçeyan – Li Rojhilata Navîn, şerê di navbera Îsraîl-DYE û Îranê de mehek li pey xwe hişt. Berfirehbûna şer û bandora wê her roj berfireh dibe. Cara yekê rasterast hedefgirtina bînesaziyên enerejiyê û amadekariyên muhtemel ên operasyona bejahî yên DYE, îşaret bi wê yekê dike ku krîz gihaye astek metirsîdar a nû. Windahiyên sivîl ên zêde dibe, belavbûna rageşiya herêmê li welatên Kendavê û bibandorbûna rasterast a aktorên nevneteweyî, metirsiya ku şer vegere krîzek gerdûnî kûr dike.
Êrîşên li dijî tesîsên enerjiyê
Îsraîl, ragihand ku li Îranê tesîsên enerjiyê yên krîtîk kirine hedef. Diyar kir ku piştî êrîşan di serî de Tahran, li gelek herêman qutbûnên kehrebyê hatin jiyîn û bajar tarî bûye. Di encama xirabbûna trafoya navendê li eyalata Tahran û Alborz kehrebe qut bû.
Kompleksa avê ya li Arak ku hate diyarkirin ku ji bo hilberîna plutonyumê bînesaziyek krîtîke bû hedefa fuzeyan. Hate qeydkirin ku tesîsa ku madeyên xam a ji bo pêvajoya dewlemendkirina uranyum tê hilberindan li bajarê Yezdê bûye hedefa êrîşan. Televizyona dewletê ya Îranê, piştrast kir ku tesîsa petrokîmya ya li Tebrîzê rastî êrîşê hatiye.
Hejmara windahiyên sivîl zêde dibe
Hate diyarkirin ku di 24 saetên borî de di encama şerê navbera DYE-Îsraîl û Îranê de 24 sivîl li Rojhilatê Kurdistan û Îranê jiyana xwe ji dest dane. Herêmên Kirmanşan, Hemdan û Loristanê bûne hedefa êrîşan. Bi taybet di êrîşên li dijî bînesaziyên li Kirmanşanê de di nav de xwendekar 8 kesan jiyana xwe ji dest dane.
Li gorî daneyên HRANA, di 24 saetên borî de li 18 parêzgehên Rojhilatê Kurdistan û Îranê nêzî 360 êrîş pêkhatine. 35 baregehên leşkerî, baregehên Supayê Pasdaran, navendên hêza Besîc, balafirgehên leşkerî, navendên polîsan, depoyên neftê û bînesaziyên enerjiya atomî yên Îranê hatine hedefgirtin. HRANA îfade kir ku, di encama êrîşan de 17 sivîlan jiyana xwe ji dest dane û 8 sivîl jî birîndar bûne. Hate diyarkirin ku herî zêde êrîş li Tehran, Esfehan, Elborz, Hurmizgan, Fars û Mazenderan pêkhatine.
Li gorî daneyên ne fermî, ji despêka şerê navbera Îsraîl-DYE û Îranê ku di 28’ê Sibata 2026’an de despêkiriye ve, heta duh hezar û 568 sivîlan jiyana xwe ji dest dane. Ji vana 236 jê zarokên temenê wan dibin 18 salî dene.
Êrîşên dijî Lubnanê
Li gorî daneyên Wezareta Tenduristiya Lubnanê, di êrîşên Îsraîlê di nava 24 saetan de pêkanîn de 49 kesan jiyana xwe ji dest dane, 116 kes birîndar bûne. Bivî awayî ji 2’ê Adarê heta niha hejmara kesên li Lubnanê jiyana xwe ji dest dane giha hezar û 238’an, hejmara birîndaran jî giha 3 hezar û 543’an. Di nava kesên jiyana xwe ji dest dane de 87 jin, 124 zarok û 52 xebatkarên tenduristî û erkdarên rizgarkirinê hene.
Dîrektorê Rêxistina Tenduristiya Cîhanê (WHO) Tedros Adhanom Ghebreyesus, daxuyanî da û ragihand ku di dema êrîşên Îsraîl ên didomin de, depoyek a malzemeyên tibê li başûrê Lubnanê hate înhakirin. Dîrektor, di daxuyaniya li ser medyaya dijîtal dayî de, diyar kir ku operasyonên Îsraîlê yên li herêmê berfireh bûne ‘îro rê li ber mirina xebatkarek ê tenduristiyê vekiriye.’ Di daxuyaniyê de hate îfadekirin ku di êrîşa li dijî ambulansek a li bajarê Bint Cbeyl de erkdarek ê tenduristiyê jiyana xwe ji dest daye. Hate diyarkirin ku di encama êrîşa li dijî depoyek a malzemeyên tibî li heman bajarî ziyan dîtiye.
Li gorî daneyên WHO, ji 2’ê Adarê heta niha li Lubnanê 51 xebatkarên tenduristiyê jiyana xwe ji dest dane. Ev hejmar, 9 paramedîk ku beriya rojekê hatin qetilkirin lê hate zêdekirin.