Şêniyên li Girkê Selma bi çandina spîndaran xwezayê diparêzin

Teybet Xalid a 60 salî ji gundê Girkê Selma yê bajarê Dêrikê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li ser dîroka gund, çandina darên spîndaran û feydeyên wê axivî.

EBÎR MUHEMED

Dêrik – Teybet Xalid a 60 salî ji gundê Girkê Selma ya Dêrîk a Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê ku dara spîndaran diçîne qala gund, awayên çandina spîndaran û feydeyên wê hem ji bo mirovan û hem ji bo xwezayê kir.

Teybet Xalid di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser şûnwarê dîrokî yê li gundê wan û got: “Di demên berê de ev gund di destên Fransiyan de bû, paşê jî hem Kurd hem jî xirîstiyan bûn xwediyên gund û tê de man. Em jî ji salên berê ve li gund in heta roja îro. Li gundê me şûnwarek dîrokî yê kevnar heye, jê re dibêjin “Girê Til Mircanê.” Tê gotin ku ev gir qesra melikekî bû, keçeke wî ya bi navê Selma hebû û navê gund ji navê vê keçikê hatiye. Li hêleke din çîrokek heye dibêje ku ji ber gund pir sar e loma navê Girkê Selma ji serma û cemedê hatiye. Ji ber xwezaya gund, di heman demê de çem tê re diherike ev dibe sedem ku gundê me sar be ji nav gundên din ên derdorê. Ji ber sermaya zêde darên me zû hişk dibin û şînahiya me jî zû şîn nabe.”

Ji ber guhertina avhewayê gelek kanî çikiyane

Teybet Xalid da zanîn ku ji ber kêmbaran û guherîna avhewayê gelek kaniyên gund çikiyane û wiha pêde çû: “Kanî û ava me pir bû. Ava bi navê Ingbêrê di ber mala me re derbas dibû, gundiyan sûd jê digirt û bi wê sebze û fêkiyên xwe av didan. Li kêleka Ingbêrê gelek kaniyên din hebûn mîna kaniya Emîr Ezîz, Til Mircanê, kaniya jinan, kaniya mêran û hwd. Gundê me zengîn bû bi xeyret û ava xwe, heta asta ku me birinc, kuncî û pembo jî diçand. Di van salên dawî de avhewa hatiye guhertin, ji ber vê sedemê gelek kaniyên gund çikiyane.”

Teybet Xalid behsa çawaniya çandina spîndaran kir û wiha şîrove kir: “Gund bi çandina darên spîndaran navdar e. Çiqas donim erdê te hebe tu dikarî spîndaran biçînê. Destpêkê ew dar wekî pênûsan tên birîn û di nav çem de tên bicihkirin. Piştî du rojan erd li gorî xetan tê veqetandin û ew pênûs yek bi yek di wan xetan de tên çandin. Ji xwe gereke ku li ber çem werin çandin ji ber ku ev dar avî ne û nêzî 3-4 salan jê re divê heta ku mezin bibin. pêwîst e ku mirov li van daran baldar be, ger ku bi demê re neyên paqijkirin dê hişk bibin, zû dirêj nebin û kurm bikevin wan.”

Zirarê nade xwezayê

Teybet Xalid di dawiya axaftina xwe de feydeyên spîndaran wiha rêz kir: “Di demên berê de bilok û çemento wekî niha tune bûn, xelkê malên axî yên kelpîç ava dikirin û tîre yan jî mirdiyaq ên ku ji darên spîndaran çêdikin, dikirin sîwan ji wê malê re. Piştî ku spîndar mezin dibûn, dihatin birîn û pejinandin û mal bi wan daran dihatin avakirin. Gelek gundên dora me dihatin û ev dar dikirîn heta roja me ya îro jî. Spîndar xwedî feydeyên mezin in jê jî çêkirina depên text ên ku mirov li ser radizê di dema havînê de li derveyî malê. Her wiha çêkirina govik, maseyan, ji bo tifika firnê dema ku mirov xwarin û nan çêdike û hwd. Li kêleka pêşketinên di dinyayê de çêbûne, dîsa dar bi taybetî ji bo ewlehiya xwezayê baştir e. Sotemenî zirarê didin xwezayê.”