Şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dijî komplo û dagirkeriyê daketin qadan

Şêniyên herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi boneya salvegera 27’emîn a komploya navneteweyî û 6’emîn salvegera dagirkirina bajarê Serêkanî û Girê Spî ve herikîn kolanan û diyar kirin ku dê berxwedana xwe bilind bikin.

Navenda Nûçeyan – Bi boneya salvegera 27’emîn a komploya navneteweyî ku di 9’ê Cotmeha 1998’an de li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk hatiye, di heman demê de ji bo salvegera êrîşên li ser bajarên Serêkanî û Girê Spî yên herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku di 9’ê Cotmeha 2019’an de ji hêla dagirkeriya dewleta tirk û çeteyên girêdayî wê ve hatiye destpêkirin, gelê herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi dirûşmeya “Em komployê şermezar dikin Rêber Apo fîzîkî azad bikin” daketin qadan û ev herdu bûyer bi tundî şermezar kirin.

Til Temir

Xelkê bajarê Til Temir ê Zirgan ên kantona Cizîrê li Til Temirê meşek girseyî li darxistin. Di meşê de şênî bi pêkhateyên xwe yên Kurd, Ereb û Aşûr ve, her wiha sazî û dezgehên bajêr jî beşdar bûn. Gel bi dirûşmeyên şermezarkirina komplo û dagirkeriyê meşa xwe li ber Meclîsa Malbatên Şehîda destpê kirin û li ser riya M4 rawestiyan.

‘Asta têkoşînê bilind bikin’

Piştî deqeyek rêzgirtin, daxuyanî bi navê gelê bajêr ji hêla Eyhan Yûnis ve hate xwendin. Di daxuyaniyê de Eyhan Yûnis diyar kir ku di 27’emîn salvegera komployê de, komploya navnetewî bi tundî şermezar dikin û got ku komplo li dijî sincên civakê û mafên mirovahiyê ye. Eyhan banga bilindkirina asta têkoşînê kir, da ku bajarên dagirkirî Serêkaniyê û Girê Spî rizgar bikin.

Bang li NY’yê hat kirin

Eyhan Yûnis bang li rêxistinên mafên mirovan û Neteweyên Yekbûyî kir ku erk û berpirsyariyên xwe pêk bînin û binpêkirinên li dijî mafên mirovan, rawestînin. Di dawiya daxuyaniyê de hat gotin ku azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wek azadiya hemû gelên bindest ên cîhanê dibînin û daxuyanî bi gotinên “Azadiya Rêber Apo wê ewlehî û azadiya herêmê bi xwe re bîne” bidawî bû.

Çalakî bi slogana “Bê Serok Jiyan Nabe”dawî bû.

Hesekê

Ji bo şermezarkirina komploya navnetewî ya 9’ê Cotmehê, bi hezaran şêniyên bajarê Hesekê daketin qadan. Meş li çarxereya Sînalko ya taxa Til Hecer dest pê kir û li çarxerêya Şehîd Avêsta ya bajêr veguherî mitîngê. Meşvanan siloganên şermezarkirina komployê bilind kirin.

‘Ramanê Ocalan li tevahî cîhanê deng veda’

Piştî deqeyek rêzgirtin, bi navê Kongra Star a Hesekê Şêrîn Oso komploya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan bi tundî şermezar kir û wiha got: “Komploya navneteweyî ya li dijî Rêbertî, ji bo bidawîkirina felsefe û ramanên wî bû. Lê bi serneketin û raman Rêber Apo di dilê me de vejîn dibe. Ev komplo li dijî hemû gelên herêmê bû. Fikir û felsefeya Rêber Apo li cîhanê tevan deng vedaye. Gel bi hemû pêkhateyên xwe riay Netewa Demokratîk pejirandin û di şoreşa Rojava de roleke girîng lîstin. Îro li Sûriyeyê, projeya Neteweya Demokratîk ew projeya ku hemû pêkhate û kêmneteweyan ji binpêkirin, neheqî û zordariyê diparêze ye.”

Meş bi dirûşmeya “Bê Serok Jiyan Nabe” dawî bû.

Qamişlo

Bi hezaran ji şêniyên bajarê Qamişlo jî li kolanan bûn û salvegera komploya navnetewî li dijî rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku di 9’ê Cotmehê de pêk hatiye şermezar kirin. meşê ji çarxeriya Sonî ya bajêr dest pêkir û li ber Navenda Çand û Huner a Muhemed Şêxo rawestiya.

‘Bi fikrê Rêber Apo pêkhateyên herêmê hevgirtina xwe pêk anîne’

Piştî dekeyek rêzgirtin, Hevseroka Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD’ê Perwîn Yusif axivî û got: “Komploya navnetewî ya ku di kesayeta Rêber Apo de gelê Kurd jî hedef digre. Rêber Apo bi berxwedan û têkoşîna xwe di zîndana Îmraliyê de ev komploya navnetewî vala derxist. Fikir û felsefeya Rêber Apo li Rojavayê Kurdistanê belv bûye. Bi fikrê azad me bi gel û pêkhateyên herêmê bi hev re hevgirtina xwe daye diyarkirin. Em daxwaza Sûriyek demokratîk û azad dikin. Berxwedan û têkoşîna me jî tevî hemû hewlên êrîşên qirkirinê dê bidome, da ku em azadiya fîzîkî ya Rêber Apo misoger dikin.”

Meş bi dirîşmeya “Bê Serok Jiyan Nabe” dawî bû.

Kobanê

Şêniyên kantona Firatê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê li bajarê Kobanê kombûn û di 27’emîn salvegera komploya navneteweyî ya ku li hember Abdullah Ocalan hat pêşxistin, meşiyan.

Meşa ku li qada Jina Azad destpê kir, posterên Ocalan, alên QSD’ê, her wiha pankratên bi nivîsên “Bi avakirina jiyaneke aştiyane û demokratîk, em ê komployê têk bibin” û “Em komploya navdewletî şermezar dikin û azadiya fîzîkî ya Rêber Apo daxwaz dikin” hatibûn hilgirtin.

Meşê bi siloganên “Bê serok jiyan nabe” û “Jin, Jiyan, Azadî” ku bê navber di meşê de hatin berzkirin destpê kir û li qada şehîd Egîd jî bi dawî bû.

Hevserokê Insyatîfa Azadiya Fîzîkî ya Ocalan yê kantona Firatê Bekir Ceradê peyama gel a li dijî komployê anî ziman. Bekir Ceradê da diyarkirin ku dê têkoşîna wan ji bo azadiya fîzîkî a Ocalan dewam bike da ku komplo bi temamî bi dawî bibe.