Şêniyên bajarê Qamişlo: Emê bi têkoşînê azadiya fizikî yê Rêber APO misoger bikin

Şêniyên bajarê Qamişlo bi meşekê girseyî komploya 15’ê Sibatê ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêkhatibû şermezar kirin û daxwaza azadiya wî ya fîzîkî kirin.

Qamişlo- Şêniyên bajarê Qamişlo bi boneya salvegera 27`emîn ya Komploya Navneteweyî ya 15`ê Sibatê  li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hati bû meşandin, bi pêşengtiya Însîyatîfa Gel meşeke girseyî lidarxistin. Meş bi dirûşmeya “Êrîşa 6’ê Çileyê ya li ser Rojava, plangeriya 15’ê Sibatê ya duyemîn e” tevlîbûna bi sedan gel, saziyên Rêveberiya xweser, saziyên Rêxistina jin, endamên PYD'ê û endamên Tev-Dem ji çarxereya Osman Sebrî dest pê kir û li pêşiya çarxerêya Şehîd Rûbar a bajêr rawestiya.

‘Em ê bi têkoşînê azadiya fizikî yê Rêber Apo misoger bikin’

Piştî deqeyek rêzigirtinê li ser navê Înîsyatîfa Gel Hevseroka TEV-DEM’ê Remziya Mihemed komployê şermezar kir û got: “Ev 27 salin di ser komplo re derbas bû, lê car din dîrok xwe dûbare dike cardin komploya navnetewî li ser gelê Kurd dubara dibe. Lê pêwîsta ku em vê rojê biguherin, ku ne tenê komplo, komkujî û tunekirin li ser gelê Kurd werin meşandin, pêwîste ku ev dîrok were guhertin ku Rêberekî weke Rêber Apo Azad bijî di nav me de. Armanca komployê ew bû ku Rêber Apo û gelê Kurd ji qutbike û tune bike.  Lê hêzên hegemonîk ne gihiştin armanca xwe, paradîgmaya Rêber Apo gerdûnî bû. Di Rojava de Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de gelê Kurd û tevahî gelê herêmê xwe bi fikrê Rêber Apo rêxistin dikin.  Ji ber vê yekê hêzên komploger û navnetewî vê yekê tehemûl nekirin û bi komployekê din ya girêdayî 15’ê Sibatê li ser heremê êriş pêkanîn. Armanca wan ew bû ku pêkhateyên heremê bi destê hev bidin qirkirin. Ji ber vê yekê em ê ne tenê vê seatê li ser piya bin em ê hertim têbikoşin, li ber xwe bidin û komployên hêzên hegemonîk û kurevî valê derbêxin. Heta ku em azadiya fizîkî ya Rêberê xwe misoger nekin emê têkoşîna xwe ji her deman zêdetir bilind bikin.

Meş bi dirûşmeyên weke “Bê serok jiyan nabe û Bijî Rêber Apo” bi dawî bû.