Şehrbanu û Suheyla Mansourian mehkûmê cezayên giran hatin kirin

Şehrbanu û Suheyla Mansourian, ji aliyê Lijneya Disîplînê ya Wushu ve mehkûmê cezayê pere û bêparbûa hemû faeliyetên werzîşê hatin kirin.

Navenda Nûçeyan- Federasyona Wushu ya Îranê, îro ragihand ku Şehrbanu û Soheyla Mansourian ên xwişkên hev, cezayê pere û cezayê bêparbûna ji hemû faeliyetên Wushu girtin.

Li gorî daxuyaniya çapemeniyê ya federasyonê, Şehrbanu Mansourian bi sûcên binpêkirinên li dijî exlaqî, heqaret, îftira û şaşkirina raya giştî, cezayê 1 milyar rîal û 14 mehan bêparkirina ji Wushu’yê wergirt. Soheyla Mansourian jî bi heman sûcan cezayê 500 milyon rîal û 10 mehan bêparkirina ji Wushu wergirt.

Federasyonê, ragihand ku biryar dikarin di nava hefteyekê de bên îtîrazkirin. Federasyonê, hûrguliyên sûcdariyan neda û medyaya herêmî ragihand ku ceza bi karanîna zimanê ne guncaw xwişkên Mansouriyan ya di vîdeoyên xwe de û ji kar dûrxistina Hela Mansouriyan ji rahênera tîma neteweyî ve girêdayî ye.