Çalakvanên Mexmûrê: Rêber Apo mifteya çareseriyê ye

Çalakiya nobetê ya li wargeha penaberan a Mexmûrê ku ji bo mîsogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû destpêkirin, bi dewirgirtina koma 173’emîn, di roja xwe ya 885’an de didome.

Mexmûr – Çalakiya Nobetê ya li wargeha penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) ku di 20’ê Tîrmeha 2023’an de ji bo mîsogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû destpêkirin, bi dewirgirtina koma 173’emîn, di roja 885’an de didome.

Beriya ku çalakî were dewirgirtin ji bo tevahî cangoriyên azadiya Kurdistanê deqeyek rêz hat girtin. Piştî rêzgirtinê li ser navê koma 172’emîn Ayten Sure daxuyanî xwend.

‘Rêber Apo kilîla çareseriya pirsgirêka Kurd û Rojhilata Navîne

Di destpêka daxuyaniyê de hat gotin ku bi azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re wê krîz û kaosên heyî çareser bibin û ev tişt hat gotin: “Em wek wargeha Şehîd Rustem Cudî ji sala 2023’an ve di çalakiya nobetê de ne. Rêber Apo kilîla çareseriya pirsgirêka Kurd û Rojhilata Navîne. Di heman demê de aktorê herî sereke yê sedsala 21’an e. Ji bo kaosên heyî û girêyên kûr ên heyî bên çareserkirin pêwîstî bi fikir û îdeolojiya Rêber Apo heye. Pêvajoya ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ a Serok Apo dayî destpêkirin ne tenê gelê Kurd hemu gelan dinava xwede dihewîne. Ji bo ku ev pêvajo bi awayek serkeftî birêve biçe pêwîstî bi başkirina şert û mercên Rêber Apo heye. Ango divê Rêber Apo bi fîzîkî azad bibe.”

‘Divê em destê Rêbertî xurt bikin’

Daxuyanî bi van gotinan dawî bû: “Ji bo ku em bikarin xwedî li pêvajoya ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ derkevin bi taybet wek jin divê destê Rêbertî xurt bikin. Divê em manîfestoya ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ û peyamên Rêber Apo yên ji bo yekitiya gelê Kurd û biratiya gelan esas bigrin û li gor wê tevbigerin. Heta ku Rêber Apo bi awayek fîzîkî azad nebe wê çalakiyên me berdewam bikin.”

Merasîm bi dewirgirtina koma 173’emîn dawî bû.