Şaredariya jinereng: 122 sazî vebûn, gihîştin 15 hezar jinan

Şaredariyên DEM’î bi kampanyaya "Gotina me neqediya, emê bi hev re tundiyê rawestînin”, 122 sazî vekirin û xwe gîhandin 15 hezar jinan. Hevşaredarên ku hewl dan qadên jin bikaribin herinê, ava bikin; bi tempoyek zêde dikevin 8’ê Adarê.

MEDÎNE MAMEDOGLU

Amed- Desteya Rêveberiyên Herêmî ya Demokratîk a Partiya Gelan a Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî), di 13’ê Mijdara 2024’an de bi dirûşma "Gotina me neqediya, emê bi hev re tundiyê rawestînin" kampanyayek dabû destpêkirin. Di çarçoveya kampanyayê de desteyê di nav 3 mehan de li herêmê xwe gîhand 15 hezar jinan. Di qadên hiqûq, tenduristî, çand, aborî û derûnî de xebatên pêhesandinê meşandin û saziyên jinan çalak kirin. Şaredariyan di vê demê de hem kar dan jinan hem jî xizmeta şêwirmendiyê dan. Kampanya dê heta 25’ê Mijdarê berdewam bike. Rêveberiyên herêmî ji bo xebatên ku di çarçoveya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê de bên meşandin, zend û bend badan.

Di çarçoveya kampanyayê de malên şêwirmendiya jinan, pirtûkxane, malên jiyanê hatin vekirin. Di atolyeyên cur bi cur de perwerdehî hatin dayîn. Ji bo ku jin bibin xwedî kar, atolyeyên çêkirina tejik û pedan hatin vekirin. Di heman demê de Navenda Lêkolînkirin û Pêkanîna Pirsgirêkên Jinan a Amedê (DİKASUM) ku mîna ‘mala jinan’ tê dîtin, ji nû ve hat çalakkirin. Şaredarî û hevşaredarên jin ku li hember xizanî, tundî, qetilkirina jinan û polîtîkayên şerê taybet xebatên pêhesandinê dimeşînin, xebatên xwe yên perwerdeyî û hevdîtinên bi jinan re jî berdewam dikin.

Me bi Hevşaredara Peyasê Berîvan Sîncar û Midûra Jinan a Yekîtiya Şaredariyên Başûrrojhilatê (GABB) Necla Gürsoy re li ser van mijaran hevpeyvîn kir.

‘Ji bo em aşkerakirina hêza xwe ya çalakiyê em gavên girîng davêjin’

Berîvan Sîncar diyar kir ku di çarçoveya kampanyayê de ev 3 meh in li qadê xebatan dimeşînin. Berîvan da zanîn ku hem xebatên aborî, hem tenduristiyê û hem jî çandî dimeşînin. Berîvan got ku ewê heta 25’ê Mijdara 2025’an bi tempoyek mezin bixebitin û derbarê kampanyayê de ev agahî dan: “Ji bo ku jin bibin xwedî kar, me pêvajoyên kurs û perwerdeyên cur bi cur dan destpêkirin. Li hember tundiyê di serî de yekîneyên me, di her qadê de, ji bo ku em li kuçeyan gotina xwe û hêza çalakiya xwe nîşan bidin, em gavên girîng davêjin. Ev dê bibe pêvajoyek ku salek didome lê di nav vê pêvajoya saleyî de me îro 3 meh li dû xwe hiştin. Ev bi mehan e em li qadê hem bi karê birêxistinkirinê û hem jî hevdîtinên bi jinan re, di nav karûbarên gelek zêde de ne.” 

‘Em li ba jinan in’

Berîvan Sîncar da zanîn ku di heftiya 8’ê Adarê de jî ewê bi heman birêxistinbûn û piştevaniya jinê li qadê bi jinan re bin û wiha pê de çû: “Emê li kuçe û taxên bajarê xwe hem bi jinan re rûnîn û hem jî bi felsefeya ‘jin hêlîna jinê ye’ gavên pir girîng bavêjin. Em dizanin ku hişmendiya mêrane li hember pirsgirêkên jinan di asteke bilind de sersar tevdigere. Jinan hem di aliyê bêhiqûqî hem jî xizaniyek kûr de dîl dikin. Di rastiya jinê ya hatiye dîlkirin de em hene û jin tenê nînin. Em ji vir carek din dibêjin ku em bi hev re soz didin emê xeta xwe ya têkoşînê mezintir bikin. Em vê soza xwe dîsa nû dikin.”

‘Qeyûman xebatên jinan têk birin’

Midûra Jinan a Yekîtiya Şaredariyên Başûrrojhilatê (GABB) Necla Gürsoy jî, da zanîn ku ji bo jinên li herêmê lez dane xebatên xwe. Necla diyar kir ku di salên 2016 û 2019’an de qeyûmên ku hatin serê şaredariyan, xebatên ji bo jinan têk birine û wiha got: “Îradeya gel ku prensîba herî bingehîn a demokrasiya herêmî ye, divê bê navber û bi awayek azad, di mekanîzmayên rêveberiyê de bê nîşandan. Mixabin ev îrade ji sedema qeyûman têk çûye, lewma jî bi taybetî di aliyê midûriyeta jinê de polîtîkayên li ser bingeha zayendiya civakî, tam nehatine pêkanîn. Lê piştî hilbijartinan tavilê em wek Midûriyeta Jinan a GABB’ê bi polîtîkayên li ser bingeha zayendiya civakî xebatên xwe didomînin.”

‘Armanca me zêdekirina rêxistinbûna jinan e’

Necla destnîşan kir ku GABB li ser daxwazên ku ji şaredariyan tên xebatên xwe dimeşînin. Necla derbarê kampanyaya ku par destpê kirine de ev agahî dan: “Di çarçoveya vê kampanyayê de şaredariyan ji bo ku pirsgirêkên ji ber sedema qeyûman derketine holê kêm bikin, hedefek danîn pêşiya xwe. Xebatên xwe li gor vê hedefê li qadê dimeşînin. Ev kampanya di Mijdara 2024’an de destpê kir. Ev kampanya jî, ji bo zêdekirina xebatên jinan û birêxistinkirina jinan hat destpêkirin. Ger ku hûn bêjin GABB di kudera vê xebatê de ye, GABB’ê di vê serdemê de bi xizmetên şêwirmendiyê destek da xebatan. Ji ber ku di 8 salan de saziyên jinan girtî man, di vê serdemê de ev sazî yek bi yek tên vekirin. Me ji bo ku navenda şêwirmendiyê bê vekirin û daxwazên perwerdehiyê bên bersivandin, xizmet da.”

‘122 saziyên jinan ji bo xizmetê hatin vekirin’

Necla ragihand ku di vê çarçoveyê de di pêvajoya 3 mehî ya kampanyayê de şaredariyên DEM Partiyî di çarçoveya xebatên pêhesandinê de xwe gihandine 15 hezar jinan. Necla anî ziman ku şaredariyan piştî hilbijartinên rêveberiyên herêmî yên 31’ê Adarê, nêzî 122 saziyên jinan jî vekirine. Necla da zanîn ku di vê pêvajoyê de; 11 navendên bêhnvedana jinan, 40 saziyên şêwirmendiya jinan, pirtûkxaneya jinan, atolyeyên jinan û DİKASUM’a ku ji nû ve hat çalakkirin, gelek xebatan meşandine. Necla wiha domand: “Ev dane wê nîşan bidin ku îro li welat jinên ku rastî tundiyê û kuştinan tên tenê nînin. Bêkes nînin. Cîhên ku dikarin serî lê bidin hene û birêxistin in. Di heman demê de em dibînin ku rêveberiya herêmî jî di aliyê parastinê de  jî gelek girîng e. Di çarçoveya kampanyayê û xebatên jinan de em ji Wanê heta Rihayê li gelek deveran bûn dengê jinan û li ba wan bûn.

‘Di 8’ê Adarê de jî xebat dê bidomin’

Necla Gursoy ragihand ku ewê di 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê de jî xebatên xwe yên kampanyayê bidomînin û GABB dê perwerdehiyên xwe yên pêhesandinê bidomînin. Necla wiha got: “Di çarçoveya 8’ê Adarê de jî, emê dîsa xizmetên şêwirmendiyê bidomînin. GABB dê ji bo rihetkirina jiyana jinan û avakirina modêla jiyanek demokratîktir, bixebite. Di çarçoveya 8’ê Adarê de jî ev xebatên me yên kampanyayê jî dê berdewam bikin.”