Bêdengiya cîhanê: Li Îranê darvekirinên bênavber

Tevî ku pêla sêdaredanan, mirinên gumanbar ên li girtîgehan, zextên li ser jinan, girtiyên siyasî û malbatên dadxwaz li Îranê berdewam dikin, bertekeke bibandor ji aliyê civaka navneteweyî ve nayê dîtin.

Navenda Nûçeyan – Dema ku bala gelek dewlet û saziyên navneteweyî li ser danûstandin û aloziyên herêmî ye, raporên mafên mirovan xuya dikin ku Komara Îslamî vê valahiya dîplomatîk ji bo zêdekirina zextên li ser daxwazkerên mafan, rojnamevan û çalakvanên sivîl bikar tîne.

Li girtîgehan darvekirin bi awaeykî metirsîdar Zêde dibin

Di hefteyên dawî de, pêvajoya darvekirinan li girtîgehên cuda yên Îranê bi lez berdewam dikin. Tenê di navbera 30’ê Gulanê û 23’ê Hezîranê de, herî kêm 11 girtî li girtîgehên wekî Zahîdan, Zabol, Bîrcend, Şîrvan, Şîraz û Meraxeyê hatine darvekirin, di nav wan de sê welatiyên Efganistanê jî hebûn.

Girtîgeha Zahîdanê: Çend girtiyên Belûc û welatiyên din tenê rojek beriya cîbicîkirina hukmê ew veguhestin hucreyên yekkesî û malbatên wan ji bo hevdîtina dawî hatine bangkirin.

Girtîgeha Zabolê: Girtiyekî Belûc piştî nêzî sê dehsalan girtîbûnê, di pêvajoyeke dadwerî ya pir gumanbar de hate darvekirin.

Girtîgehên Yezd û Şîrazê: Di rojên borî de çend girtiyên din ên bi dozên cuda hatin darvekirin.

Zahîdan; Navenda darvekirina welatiyên Belûc

Parêzgeha Sîstan û Belûcistanê wekî yek ji navendên serekî yên sê darvekirinan li Îranê tê naskirin. Li gorî daneyên Tora Belgekirina Mafên Mirovan a Belûcistanê, tenê di sala 2025”an de 143 welatiyên Belûc li 29 girtîgehên cuda yên Îranê hatine darvekirin (139 ji wan bi tohmetên asayî û 4 bi tohmetên siyasî û bîrdozî) bûn. Çalakvanên mafên mirovan hişyariyê dan ku piraniya van girtiyan ji parêzerên serbixwe û mafê dadgehkirina adil bêpar in.

Mirina bi guman a girtiyekî siyasî li Amolê

Di rûdaneke din a metirsîdar de, girtiyekî siyasî yê 57 salî ku di xwepêşandanên seranserî yên çileya sala 2026'an de hatibû girtin û bi 10 sal ceza lê hat birîn. Li Girtîgeha Amolê jiyana xwe ji dest da. Rayedaran tu daxuyaniyeke zelal li ser sedema mirina wî nedan; her wiha termê wî bi derengî radestî malbatê hate kirin û merasîma veşartinê jî di bin tevdîrên tund ên ewlehiyê de birêve çû.

Jin: Hedefên bêdeng ên çewisandin û tundûtiyê ne

Jin hê jî di lîsteya serek a hedefên tundiya pergalî ya hikûmetê de ne. Ji destpêka şerê navbera Îran û Îsraîl-Emerîkayê ve, 21 jin di encama tundûtya navmalî û zayendî de jiyana xwe ji dest dane, 7 jin hatin darvekirin û 7 bûyerên xwekuştina jinan jî hatine tomar kirin. Çalakvan diyar dikin ku jinên girtî, xwendekar û rojnamevan di bin zextên giran ên derûnî û ewlehiyê de ne û ji xizmetên tenduristî û pêwendiya bi malbatê re tên bêparhiştin.

Girtin, kefaletên giran û zextên li ser malbatên dadxwaz

Li kêleka pêla girtinan, dadweriya Îranê kefaletên gelek giran ji bo azadkirina demkî ya girtiyan destnîşan dike, ku ev yek malbatan neçar dike mal û milkên xwe bixin bin firotanê. Şêwazên wekî:

Veguhastina girtiyan bêyî agahdarkirina malbatan,

Girtina dirêjdemî ya di hucreyên yekkesî de,

Zext ji bo standina îtîrafên neçarî, hê jî wekî rêbazên sereke yên dezgehên ewlehiyê berdewam dikin. Di heman demê de, malbatên dadxwaz ên ku tenê li rastiya darvekirinên kesan û karên xwe digerin, rastî gef û lêpirsînan tên.

Erdnîgariya çewisandinê û paşguhkirina mafên mirovan

Berfirehiya bûyeran ji Zahîdan, Şîraz, Amol û Yezdê bigre heta bajarên din, nîşan dide ku çewisandin ne sînorbendî herêmekê ye,lê belê polîtîkayeke giştî ya desthilatê ye.

Çalakvanên mafên mirovan diyar kirin ku ziman girîngiya rola dewletên rojavayî bi tenê li ser dosyayên navokî, ewlehî û aloziyên herêmî, bûye sedem ku binpêkirina mafên mirovan li Îranê bikeve paşperdeyê. Ev valahiya navneteweyî hiştiye ku qurbaniyên navxweyî bêyî piştgiriya bandor a cîhanê rûbirûyê çarenûsa xwe bibin, ku ev yek metirsiya girankirina zextan di mehên bê de zêdetir dike.