‘Divê beriya betlaneyê çarçoveya qanûnî bê rojeva Meclîsê’

Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari di komcivîna partiya xwe de diyar kir ku beriya Meclîs dest bi batlaneya havînê bike, divê çarçoveya qanûnî bê rojeva Meclîsê.

Navenda Nûçeyan – Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari di komcivîna partiya xwe ya li Meclîsê de axivî û geşedanên di rojevê de nirxand. Hatîmogûllari bal kişand ser mijara çareseriyê û diyar kir ku beriya Meclîs dest bi betlaneya havînê bike, divê çarçoveya qanûnî tavilê bê rojeva Meclîsê.

‘Nerazîbûn bi binçavkirinê nekarî bê çewsandin’

Tulay Hatîmogullari di destpêka axaftina xwe de li hember  binçavkirinên li dijî çepgiran ku navenda wê Enqerê bû û heta niha 209 kes hatine binçavkirin bertek nîşan da û wiha got: “Beriya civîna NATO’yê binçavkirina bi sedan kesan, li dijî hiqûqê ye. Ji ber ku civîneke NATO’yê pêk tê, hemû Tirkiyeyê dorpêç kirine. Ji bo NATO bi rihetî civînê bike di seatên sibêhê de bi sedan kes hatin binçavkirin. NATO li ser navê emperyalîzmê li herême li gorî berjewendiyên xwe şer derdixe. Sosyalîst û şoreşger jî li dijî vê yekê xwe neqayîl dikin. Ji ber vê nepejirandinê hatin binçavkirin. Lê ew nerazîbûn bi binçavkirinê nekarî bê bêzarkirin. Divê kesên ku hatine binçavkirin, tavilê bên berdan.”

Tulay Hatîmogullari di berdewama axaftina xwe de ji ber wefata rojnameger Bayram Balci sersaxî ji Çapemeniya Azad re xwest û diyar kir ku wî salên dirêj di Çapemeniya Azad de kedeke mezin daye. Tulay Hatîmogullari anî ziman ku di meha Muharemê ku ji bo Elewiyan meheke taybet e de ne û destnîşan kir ku meha Muharemê ji Kerbelayê vir ve li dijî zilimkaran li cem kesên rastî zilme tên e. Tulay got “Meha Muharemê ya hemû Elewiyan pîroz be.”

‘Divê girtiyên siyasî tavilê bên berdan’

Tulay Hatîmogullari anî ziman ku wê li Girtîgeha Sîncanê bi girtiyên ji doza kumpasê ya Kobanê dilgirtî ne re hevdîtin pêk aniye û wiha pê de çû: “Tevî hevalên me bi salan e di girtîgehê de ne jî, di têkoşînê de bi biryar in. Hevalên me jî girîngiya têkoşîna sosyalîst û welatparêz destnîşan kirin. Hemû hevalên me yên di girtîgehê de sepanên desthilatê qebûl nakin û li dijî van sepanan berxwedana xwe didomînin. Ayşe Gokkan ku me pê re hevdîtin kir 19 sal ceza lê hate birîn. Em li aliyekî pêvajoyeke aştiyê bi rê ve dibin lê li aliyê din jî ceza li hevalên me dibirin. Em li vir bang dikin ku demildest biryarên Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê pêk were û girtiyên siyasî bên berdan. Em tekez dikin ku em ê têkoşîna xwe bidomînin.”

Geşedanên li herêmê

Tulay Hatîmogullari bal kişand ser şer û êrîşên li cîhanê û herêmê diqewimin û wiha dirêjî da gotinên xwe: “Şer û pêvçûn li cîhanê zêde dibe. Hêzên hegemonîk di vê serdemê de nirxên xwe yên demokrasî û hiqûqê jî binpê dikin. Ji bo berjewendiyên aborî kî bi hêz be êrîşan dike. Di vir de sermayedar tenê bi ser dikevin lê gel winda dike. Li dijî vê yekê ji bilî têkoşîneke hevpar a enternasyonalîst tu rêyeke me tune ye. Di serdemeke ku Emrîka û Îran hevdîtinan dikin de Îsraîl êrîşên li ser Lubnanê didomîne. Heta niha 4 hezar welatiyên Lubnanê hatine kuştin û bi ser milyoneke welatî neçarî koçberiyê bûne. Weke gelên herêmê em ji şer westiyan û pêdiviya me bi aştiyê heye. Em bang li dewleta Îranê dikin ku piştî van mudaxaleyan û êrîşan divê aştiya xwe ya navxweyî pêk bîne û mafên gelê Kurd, Belûc û hemû gelan pêk bîne. Her wiha divê maf û azadiya jinan jî bê naskirin. Divê dewleta Îranê guh bide daxwazên gel û zextên li ser welatiyên Îranê bi dawî bikin. Kurd daxilî şer nebûn û berjewendiya gelan esas girtin. Helwesta gelê Kurd şênber e; Li Tirkiyeyê muxatab Enqere ye, li Îranê Tahran e, li Iraqê Baxda ye û li Sûriyeyê jî Şam e. Divê ev her çar dewlet jî guh bidin daxwazên gel û ber bi demokratîkbûyînê, çareserî û aştiya navxweyî pêk bînin. Em di şexsa Jîna Emînî de silav ji hemû jin û têkoşeran re dişînin. Silav li yên ku felsefeya ‘Jin jiyan azadî’ li vê herême zindî kirin be.”

Krîza aborî û xizanî

Tulay Hatîmogullari bal kişand ser geşedanên li herêmê û wiha pê de çû: “Welatî bi birçîbûnê re rû bi rû ne. Ji ber kêmbûna mûçeya teqawîdbûnê kesên teqawîd nikarin debara xwe bikin. Sedema birçîbûn û xizaniyê polîtîkayên desthilata AKP’ê ye. Ciwan ji ber betaliyê neçar dimînin derkevin dervayî welat. Sedema vê yekê polîtîkayên desthilatê ne. Yên dengên sextê bikar tînin dê çawa ji daxwazên gel dabîn bikin û pêk bînin. Em weke DEM Partiyê xizmetên fermî bê pere û bi zimanê dayîkê pêşniyar dikin. Em ê li dijî xizanî û betaliyê jî bi hemû ciwanan re têkoşîna xwe bidomînin.”

Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk

Tulay Hatîmogullari derbarê pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de jî wiha axivî: “Di serdemeke ku li herêmê şer û pêvçûn heye de divê Tirkiye pêşengiya aştiyeke demokratîk bike. Li herêmê gel ji me re dibêje; ‘PKK’ê çekên xwe şewitandin lê Tirkiyeyê tu gav neavetin’. Ji me dipirsin dibêjin, ‘Gelo dewlet pevçûne dixwaze an na?’ Ev ne pirsa me ye pirsa gel e. Ev pêvajo bi gotinan nabe. Divê çarçoveya qanûnî demildest bê rojeva Meclîsê. Divê beriya meha Tîrmehê çarçoveya qanûnî bê rojeva Meclîsê. Em ê helwesta, ‘negihîşt vê mehê û piştî Meclîs vebibe, em ê bînin rojevê’ qebûl nekin. Mafê kesî tune ye hêviyên gel ên aştiyê bişkîne. Li cihekî ku çek bêdeng bûbûn divê çarçoveya qanûnî bingeha demokrasî û hiqûqê xurt bike. Pêdiviya Tirkiyeyê bi tirsê tune ye bi avakirina siberojek nû heye. Weke DEM Partiyê em her tim dibêjin aştî û girîngiya aştiyê tînin ziman. Ji aliyê din ve jî ji bo aştî civakî bibe têkoşîna xwe didomînin. Aştî tenê ne bi Kurdan bi hemû gelên vî welatî pêkan e. Em di vê ferqê de ne û xebatên vê yekê didomînin. Ya ku muzakereyê xurt dike têkoşîn e.”

‘Divê şertên birêz Ocalan bên başkirin’

Tulay Hatîmogullari destnîşan kir ku ew ê li Mêrsîn, Wan, Amed û Stenbolê mitîngên azadiyê li dar bixîn û wiha got: “Ji bo ev pêvajo bighîje serkeftinê û şert û mercên azad ên sermuzakerevanê vê pêvajoyê birêz Ocalan bê başkirin, em ê daxwaz û peyamên xwe bidin. Em dev jî vê rêya xwe bernadin. Rêya me rêya aştî, edalet û demokrasiyê ye. Rêya me vekirî be.”