Şandeyek jinên ji herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çû Ewropayê
Şandeyek jinên ji herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo hevdîtinan bi rêxistinên jinan, rêxistinên hiqûqî û parlamenteran re bike, çû Ewropayê.

Navenda Nûçeyan – Şandeyek jinên ji herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo hevdîtinan çû Ewropayê. Şande dê bi rêxistinên jinan, hiqûqî û parlamenterên Ewropî re hevdîtinê bike û beşdarî panêl û çalakiyên çandî bibe.
Şande ji endama rêveber a Meclîsa Jinan a Sûriyeyê Emîne Omer, berdevka Meclîsa Jinan a Sûriyeyê Muna El Yûsif, berdevka Kombûna Jinan a Zenûbiya Şehrezad El Casim, endama Koordînasyona Kongra Star Jiyan Hisên û berdevka Yekîtiya Jinên Suryan Jorjet Bersum pêk tê.
Şande dê tevlî gelek çalakiyan jî bibe
Şande dê li li Swîsre, Almanya, Fransa û Belçîkayê hevdîtinan pêk bîne û beşdarî konferans, panel û çalakiyên çandî bibe. Di çarçoveya pêşxistina tevkariyê û ezmûnên derbarê dozên hevbeş de jî dê bi parlamenterên Belçîka û Swîsreyê re hevdîtinan bike.
Rewşa Sêriyeyê û herêmê bên nîqaşkirin
Li gorî endamên şandeyê, serdan dê mehek berdewam bike, rewşa Sûriyeyê, modela li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, pirsgirêkên jinan û ezmûnên wan di nava aloziyê de wê rojevên hevdîtinan bin. Rêbaza herî guncav a rêveberiyê li Sûriyeyê û dosyaya koçberan jî wê di hevdîtinan de werin nîqaşkirin.