Şandeya ku yekemîn car tê Rojava serdana Kongra Star kir
Şandeyek jinan a ku ji Nemsayê cara yekemîn derbasî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bû, ji akademîsen nivîskar, siyasetmedar û rojnamevanan pêk tê, serdana Kongra Star a Rojava kir.

Qamişlo – Vexwendnameya Komîteya Têkilî û Tifaqên Siyaseta Demokratîk a ku Kongra Star a Rojava ji rêxistin û tevgerên jinan ên Rojhilata Navîn û giştî cîhanê re ava kir, rastî eleqeyeke mezin tê. Ev vexwendname piştî ketina rejîma Baasê di 27’ê Mijdara 2024’an hat kirin.
Heta niha 9 şandeyên ji Îtalya, 2 ji Îngîltere, Kateloniya, Emerîka, Elmanya, Emerîkaya Latîn û Nemsayê hatine ji dehan aktîvîst, nivîskar, rojnamevan, rewşenbîr, siyasetmedar, hunermend pêk tên.
Duh jî şandeyek ji Nemsayê ku ji akademîsen, rojnamevan, nivîskar û siyasetmedaran pêk tê cara yekemîn e derbasî Rojava dibe, yekemîn serdana xwe ji bo Kongra Star kir. Armanca ew bû ku bizanibin Kongra Star, hedef û armancên wê çi ne, çawa xwe birêxistin dike û jin çawa di nav de têdikoşin.
Di pêşwazîkirina şandeyê de, endama Koordînasyona Kongra Star a Rojava Jiyan Hisên, endama Rêveberiya Kongra Star a bajarê Qamişloyê Newroz Xelîl amade bûn. Jiyan Hisên li ser pergala Kongra Star, xebatên 12 komîteyên wê her wiha ji şandeyê re behsa Şoreşa Jinan a li Rojava bi rengekî berfireh kir.
Ji mijarên ku bala şandeyê kişandine û pirsên wan çêbûne ev in: Pergala Kongra Star, çawaniya rêxistinbûyîna jinan, pergala hevserokatiyê, aboriya jin û pergala parastina jin (YPJ-Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Jin-HPC-JIN) ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê her wiha zagonê malbatê, pergala perwerdeyê çawa birêve diçe. Di heman wextê de di dawiya hevdîtinê de jî pirsa ku dê jin di pêşeroja Sûriyeyê de çawa rol bilîzin û çiqas di peymanên tên îmzekirin de cih digrin, di vir de jî balê kişand ser îmzekirina peymana navbera Mazlûm Ebdî û El-Şeraa der barê herêmên Rêveberiya Xweser li Sûriyeyê.
‘Ji bo demokratîkbûna civak û malbatê têkoşîna her du zayendan girîng e’
Li kêleka serdanê û hevdîtina pêk hat Jiyan Hisên ji ajansa mere axivî û wiha got: “Armanca me ji bangewaziyê ew e ku jin werin Rojava bibînin, şoreşa jinan ji nêz ve nas bikin ku çiqas xwedî destkeftiyan e, pergaleke demokratîk a çawa ava kirine, jin çiqas di cihê biryarê de rol dilîzin. Her wiha pir girîng e ku jinên derve binasin çawa pergaleke demokratîk dikare malbateke demokratîk ava bike. Ya herî zêde bala şandeyê kişand sîstema hevserokatiyê ya ku destkeftiyeke şoreşê ye, li aliyekî din malên parastina jin û meclisên edaleta jin ligel sepandina zagonên malbatê bû. Ji mijarên herî zêde bala şandeyê kişand û xwestin bizanibin pergal çawa hatiye rûniştandin bû. Ji lewre li ser pirsa mafê mêr çi ye, me da zanîn da ku ji bo em malbat û civakeke demokratîk ava bikin pêwîstî bi têkoşîna du alî heye jin û mêr bi hev re werin perwerdekirin û têkoşîneke du alî gelek girîng e.”
Di dema ku HTŞ jinan qebûl nake de jin di nav têkoşîna avakirina yekitiya jinên Sûriyeyê de ne
Li ser pirsa şandeyê ya; hûn HTŞ’ê çawa dibînin? Jiyan Hisên wiha rola jinan di Sûriyeya nû, siyasetên ku li ser wan tên meşandin anî ziman û got: “HTŞ gava hat ser desthilatdariyê, xwest rûyê xwe yê nerm nîşanî cîhanê û xelkê Sûriyeyê bide. Lê roj bi roj siyaseta wî eşkere bû ku bi çi awayê êrîşî peravên Sûriyeyê kir, jinan û gelê Elewî qir kir. Her wiha li herêmên ku HTŞ lê ye, rojane sûc tên kirin. Hişmendiya HTŞ’ê li hemberî jinan pir hişk e, jinan qebûl nake û ger jinan erkdar bike jinên bi aqilên mêran in. Heman wextê destûra Sûriyeyê ya ku hatiye ragihandin em qebûl nakin, ji ber temsîla jinan û mafên wan nake. Em destûra ku mafên jinan misoger nake rexne dikin. Ji ber armancên me yên têkoşîna me ya îro ew e ku em bikaribin Sûriyeya demokratîk ne navendî û pirrengî ava bikin, mafên jinan di nav de were misogerkirin û bi hêza jinan were parastin. Ev Sûriyeya ku em dixwazin wê bi yekitiya jinên Sûriyeyê ava bikin, ji bo wê ji jinan tê xwestin ku asta têkoşînê bilind bikin, yekitiya jinên Sûriyeyê ava bikin. Avakirina yekitiya jinên Sûriyeyê misogeriya yekitiya gelên Sûriyeyê ye.”
Jiyan Hisên da zanîn ku pêşwazîkirina şandeyan wê bidome û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Ji bo ku em sûdê ji tecrubeyên hev bigrin, em ê her şandeyê pêşwazî bikin û destkeftiyên şoreşa xwe biparêzin û parve bikin.”