Çalakvana Filistînî: Zimanê femînîst di aliyê avakirina hişmendiya kolektîf de girîng e
Çalakvana Filistînî Xalîdet Husên destnîşan kir ku jin ne tenê qurbanî ne, her wiha beşdarên çalak ên berxwedanê ne jî û got: “Zimanê femînîst di ji aliyê nû ve avakirina hişmendiya kolektîf de gelek girîng e.”
MALVA MUHEMED
Navenda Nûçeyan – Di nav zêdebûna bangên ji bo agirbestê ya li Xezayê de, jinên filistînî dikevin qonaxek krîtîk a têkoşîna xwe. Agirbest çiqas pêdîviyek mirovî ya lezgîn be jî, nayê wateya bidawîbûna êşê, lê destpêka qonaxek nû ya pirsgirêkan e.
Di vê hevpeyvînê de bi çalakvana Filistînî Xalîdet Husên re, em hewl didin ku kêliyên girîng ên di vê çarçoveyê de ji nû ve ava bikin û bandora kombûyî ya şer li ser avahiya civakî û psîkolojîk a nifûsa Xezzyê analîz bikin. Her wiha balê bikşînin ser rola jinan di belgekirina van serpêhatiyan de û dijwariyên ku ew di vegotina wan de pê re rûbirû dimînin. Di heman demê de em lêkolîn dikin ka jin çawa di nav dorpêça medyayê û hevkariya navneteweyî ya domdar de ji qurbaniyan bûne aktorên şekildayîna bîra kolektîf.
*Ji dorpêçkirinê bigre heta gurbûna dubare ya şer, şerê li Xezayê ne bûyerek demkî bû, lê rêze veguherînek bû ku hişmendiya Filistînî ji nû ve şekil da. Em çawa dikarin yên herî girîng ji van qonaxan nas bikin? Û bandora wan a berhevkirî li ser avahiya civakî û psîkolojîk a nifûsa Xezayê çi bû?
Bê guman, tiştê ku li Zîvala Xezayê qewimî ne tenê şerekî kevneşopî ye, her wiha beşek tarî ya jenosîdê ye ku ji hêla dagirkeriya Îsraîlê ve, bi karanîna hemû cûreyên tawanên ku ji hêla hiqûqa navneteweyî ve hatine pejirandin, hatiye kirin. Hovîtiya vî şerî gihîştiye astek ku nayê gotin. Bi awayekî bêrehm kuştin û wêrankirinê bi kar aniye, rasterast sivîlan hedef girtiye, nêzî 67 hezar şehîd, zêdetirî 170 hezar birîndar û zêdeyî 10 hezar winda, hiştine.
Tiştê ku li Xezayê diqewime ne tenê şerek e; ew ceribandinek ehlaqî ya wijdanê mirovan e jî. Dagirker ji bikaranîna taktîkên birçîkirinê li dijî mirovan dudilî nekiriye, ev yek bi eşkerayî hemû qanûn û normên navneteweyî binpê dike. Ji ber vê daxwaza rawestandina vî şerê hovane, bidawîanîna dorpêçê û dabînkirina alîkariyan ji bo sivîlan êdî ne tenê daxwazek siyasî ye; ew bangek mirovî ya lezgîn e ku divê tavilê were bicîhanîn. Ji sedî 70’yê ji mexdûrên Xezayê jin û zarok in. Ev rêje jî kareseta mirovî nîşan dide.
Trajediya mezin ew e ku dema zarok ji birçîna li ber çavên dayîkên xwe dimirin û ew nikarin alîkariya wan bikin. Di nav vê trajediyê de zêdetirî 50 hezar jinên ducanî hene ku ji lênihêrîna tenduristiyê bêpar mane. Li cihên giştî, wargehên koçberiyê û heta li kolanan zarokan bê piştevaniya bijîşkî tînin dinyayê. Di heman demê de gelek jin rastî revandin û dîlgirtinê hatine û heta niha çarenûsa wan ne diyar e. Ev binpêkirin aliyekî din ê êşa jinên Filistînî nîşan didin.
*Herêm şahidiya pêlek normalîzebûna siyasî û guhertinek di helwestên hin hikûmetan de kiriye. Van guhertinan çawa bandor li Doza Filistînê kiriye û gelo wan pêşîniyên aktorên siyasî û meydanî ji nû ve şekil dane?
Eger bi "aktorên siyasî" mebesta me ew kesên ku di tevgerên gelêrî de beşdar in be, wê demê em bi rastî jî şahidê zêdebûna sempatîya gel in, hem li ser asta navneteweyî û hem jî li hin welatên Erebî. Lê pêvajoya normalîzekirinê bêdengiyek fermî ya gumanbar derbarê bûyerên li Zîvala Xezayê de çêkiriye. Tiştê ku li Xezayê tê jiyîn ne tenê gefê li wê dixwe, ew derî ji bo dagirkeriya Îsraîlê vedike da ku projeya xwe ya berfirehbûnê bipêş bixe.
Normalîzekirin kesî ji armancên dagirkeriyê naparêze. Ji ber vê piştgirîkirina tevgerên gelêrî yên li dijî normalîzekirinê bûye pêwîstiyek lezgîn û peywirek ku dikeve ser milê gelên herêma Ereb. Tevî hin tevgeran, em li benda yekîtiya gelêrî ya Ereban li dijî normalîzekirinê ne. Ji bo zextê li ser hikûmetan bikin da ku vê pêvajoyê rawestînin. Têkiliyên bi dagirkeran re qut bikin, vekişandina balyozan û derxistina mîsyonên dîplomatîk ên Îsraîlê werin sepandin.
*Siyaseta navneteweyî çawa bandorê li dînamîkên şer dike? Ew wek amûrên zextê têne bikar anîn an jî wek perdeyek ji bo êrîşên berdewam?
Hin meqamên fermî li herêmê bûne bergê rasterast ji bo vê hevpeymana sûcdar. Dagirkeriya Îsraîlê jî ji vê bêdengiya sûd girtiye da ku polîtîkayên xwe yên hovane bidomîne. Her wiha ji nebûna helwestek tund ji hin hikûmetan sûd digre. Di asta gel de jî, berxwedana wêrek a gelê Xezayê di hişmendiya gelên cîhanê de guhartinek kûr çêkiriye û bingeha projeya Siyonîst aşkera kiriye. Îsraîl ne tenê ji bo gelê Filîstînê, di heman demê de ji bo ewlehiya mirovahiyê ya gerdûnî gefê dixwe.
Yek ji encamên erênî yên herî berbiçav ên vê guhertinê, tecrîda zêde ya li ser Îsraîlê li seranserê cîhanê ye, ku di însiyatîfên hevgirtinê de wek fîloyên ku dorpêçê dijêr dikin. Rûbirûbûna hovîtiya Îsraîlê û şikandina navendên girtinê yên sembolîk ên ku ji hêla dagirkeriyê ve hatine damezrandin da ku pêşî li gihîştina xwarin û avê bo Xezayê bigirin, diyar e. Ev gav ne tenê îfadeyên hevgirtinê ne; ew helwestên siyasî û mirovî ne ku bandorên wan ên kûr hene. Ev tevgera gelêrî ya cîhanî, digel berxwedana gelê me û wêrekiya berxwedana wan, gelek saziyên navneteweyî teşwîq kiriye ku helwestên nû bigirin, wek naskirina Dewleta Filîstînê li Neteweyên Yekbûyî. Ev destkeftiyek e ku divê li ser were avakirin û pêşxistin.
*Di belgekirina şer de çi zehmetiyên herî berbiçav hene ku jin pê re rûbirû dimînin? Û windakirina hezkiriyên xwe an koçberî çawa bandorê li ser şiyana wan a vegotina çîrokan dike?
Dagirkeriya Îsraîlê bi awayekî sîstematîk hewl dide ku hemû dezgehên ragihandinê yên ku rê didin çalakvan, aktor û kesên bibandor ku sûcên li Zîvala Xezayê belge bikin, sînordar bike. Zêdetirî 200 rojnamevan hedef girtiye, da ku dengê azad bêdeng bike û rastiyê bitepisîne. Tacîz ne tenê bi rojnamevanên herêmî ve sînordar bû, her wiha ji hêla dagirker û rêveberiya Dewletên Yekbûyî ve, bi taybet ji hêla wan kesên ku raporên belgefîlm li ser binpêkirinên li dijî jin û zarokan li Xezayê pêşkêş kirin, gihîşt çalakvanên navneteweyî jî.
Li ser asta Filistînê, em wek tevgereke femînîst tevî hemû qedexeyan jî di warê belgekirinê de xebata xwe didomînin. Em hewl didin ku şahidî û raporên li ser êşên jinên Filistînî, belge bikin. Bi armanca ku êşa jinên Filistînî bixin rojevê. Niha amadekariyên ji bo çalakiyeke navneteweyî ya mezin "Dadgeha Wijdanê" ku ji bo Sibata 2026'an, bi rêya Federasyona Demokratîk a Navneteweyî ya Jinan hatiye plankirin, didomin. Ev çalakî ji bo pêşkêşkirina şahidiyên balkêş ên li ser sûcên hatine kirin gaveke girîng temsîl dike. Armanc ew e ku binpêkirinan eşkere bike û edaleteke sembolîk û exlaqî ji bo jinên ku bi tirs û xofên şer û dagirkeriyê re rûbirû mane, pêk bîne. Di nav beşdaran de kesayetiyên bibandor ên li ser asta cîhanî jî hene.
*Zimanê femînîst çawa dikare vegotina şer û berxwedanê ji nûve çarçove bike? Û taybetmendiyên vî zimanî çi ne dema ku ji dilê Xezayê tê nivîsandin?
Dema ku peyv ji dilê Xezayê tên nivîsandin, ew ji dilê êşê tên nivîsandin, ji cihê ku dengek ji dengê êşê bilindtir nîne. Tiştê ku gelê Filîstînî di nîvê şerê tunekirinê yê Îsraîlê de pê re rûbirû dimîne, nayê wesifandin, di polîtîkayên sîstematîk ên revandin û binçavkirinê de û di cûrbecûr şêweyên êrîşkariyê de ku bi taybetî jinan hedef digirin, diyar dibe. Ev hedefgirtin ne tesadufî ye, ji mantiqeke mêrê tepeserker derdikeve holê ku hewl dide jinan wek amûrek ji bo bindestiyê û rêyek ji bo şikandina îradeya berxwedanê, bikar bîne. Ev hemû rêbaz armanc dikin ku cewhera jinan, hestên wan ên dayîktiyê û nêrîna civakê ya li ser jinan wek sembola jiyan û berdewamiyê têk bibin.
*Di gelek gotaran de, wêneya jinan wek dayîk û sembolên berxwedanê tê binavkirin. Lê gelo ew wek aktoreke siyasî tê nasîn?
Di tevahiya dîroka têkoşîna neteweyî de, jinên Filistînî di nava şer de bûn, di hemû şêweyên berxwedanê û qonaxên wê de hevkarên çalak û bibandor bûn. Ev rol îro xwe dewam dike, jinan bi riya rolên civakî, xurtkirina torên piştevaniyê di şert û mercên dijwar de roleke girîng lîstin e. Bi bidawîhatina şer re, jinên Filistînî xwe bi têkoşîneke dualî re rûbirû dibînin: ew şirîkên têkoşîna neteweyî ne, lê di heman demê de ji wan tê xwestin ku ji bo mîsogerkirina mafê xwe yê beşdarbûna di biryardana siyasî û neteweyî de şer bikin. Ev naskirin bi hêsanî nayê, ew hewceyê hewldanên zêdetir dike da ku hebûna xwe di meqamên bandorê de saz bikin. Divê jin têbikoşin da ku bibin beşek ji şekildana pêşerojê, ne tenê şahidiya êşa rabirdûyê bikin.
*Di demên dawî de plana Amerîkî ku wek "Roja Piştî" tê zanîn, hate ragihandin. Ev plan dê çawa daxwazên gelê Filîstînî bicîh bîne, ku di hemû qonax û nîqaşan de nêrînên wan nehatine hesibandin û paşguh kirin?
Ev plana pêşniyarkirî mijara danûstandinan e û em wê ji perspektîfeke neteweyî ve dibînin ku êrîşên Îsraîlê radiwestîne. Pêşniyarên ku daxwaza bidawîanîna êrîşkariyê, vekişîna dagirkeriyê, rakirina dorpêçê, ketina alîkariya mirovî û destpêkirina pêvajoya ji nûve avakirinê dikin, pêşniyarên erênî ne ku xizmeta berjewendiyên gelê me dikin û divê bi ciddî werin çareserkirin.
Lê pêşniyarên din jî hene ku nakok in û nayên qebûlkirin, bi taybet ên ku mafê rewa yê berxwedanê binpê dikin. Ev maf divê heya ku dagirkirin li ser her santîmetreyek axa Filistînê berdewam bike, di meriyetê de bimîne. Piştî van hemû qurbaniyan kesê ku civaka Filistînê û karûbarên wê bi rêve bibe, dibê dezgehek rizgariya Filistînê ve girêdayî be ne saziyek ji derve hatiye ferzkirin. Divê her çareseriyek ji prensîba yekîtiya axa Filîstînê derkeve. Xeza û Zîvala Rojava yekparebûneke yekane û ne parçekirî ne û bi hev re pêşeroja dewleteke serbixwe ya Filîstînê pêk tînin.