Çalakiya Nobetê ya li Mexmûrê di roja 816’an de didome

Çalakiya Nobetê ya li wargeha penaberan a Mexmûrê ku ji bo mîsogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû destpêkirin, bi dewirgirtina koma 159’an, di roja xwe ya 816’emîn de didome.

Mexmûr – Çalakiya Nobetê ya li wargeha penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) ku di 20’ê Tîrmeha 2023’an de ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû destpêkirin, bi dewirgirtina koma 159’emîn, di roja xwe ya 816’emîn de didome.

Beriya ku çalakî were dewirgirtin ji bo tevahî cangoriyên azadiya Kurdistanê deqeyek rêz hat girtin. Piştî rêzgirtinê li ser navê koma 158’emîn Diljîn Kara daxuyaniyek xwend.

‘Bi berxwedana Rêber Apo komplo vale hat derxistin’

Di destpêka daxuyaniyê de bal hat kişandina ser komploya navneteweyî ya 9’ê Cotmehê û ev tişt hat gotin: “Ew pêvajoyê ku Rêber Apo ji Sûriyeyê hate derxistin di sala 1998’an de planeke navneteweyî destpê kir. Ev destwerdana sîstematîk a hêzên cîhanî li dijî îradeya gelê Kurd û gelan e. Ev komplo di şexsê Rêber Apo de têkoşîna azadiya hemû gelan hedef girt. Lê bi berxwedana Rêber Apo komplo vale hat derxistin.”

‘Astengkirina ‘Mafê Hêviyê’ îradeya hevpar a gelan asteng dike’

Di berdewamiya daxuyaniyê hat destnîşan kirin ku astengkirina ‘Mafê Hêviyê’ yê Rêberê Gelê Kurd ji dervey hiqûqê ye û wiha hat gotin: “Astengkirina mafên Rêber Apo yên ragihandin û parastinê rê li ber lêgerîna çareseriyekê aştiyane digre û îradeya hevpar a gelan asteng dike. Ev tecrîd rêbazek bi zanebûn a wan hêzane ku dixwazin hêviya çareseriyeke demokratîk a pirsgirêka Kurd bitepisînin. Bêdengiya raya giştî ya navnetewî jî tê wateya hevkariya vê komployê.”

‘Bi hêza yekitiya gelan em ê tecrîdê bişkînin’

Daxuyanî bi van gotinan dawî bû: “Em bang li raya giştî ya Cîhanê dikin ku li dijî vê tecrîdê dengê xwe bilind bikin û rûmeta xwe biparêzin. Li dijî vê tecrîdê sekinîn erk û berpirsyariya hemû gelan e. Bi hêza yekitiya gelan em ê tecrîdê bişkînin û azadiya fîzîkî ya Rêber Apo mîsoger bikin.”

Merasîm bi dewirgirtina koma 159’emîn û dirûşmeyan dawî bû.