Şadî Hesen: Pirtûk çeka hişyarkirina civakê ye

Şadî Hesen ku serpereştiyara pêşangeha pirtûkan a li zanîngeha Raperînê ye, diyar kir ku karkirina jinan û xwedî aboriya serbixwe bûyîn, rêyeke sereke ji bo derbaskirina astengiyan e.

Ranya – Li zanîngeha Raperînê, pêşangeha pirtûkên bi pêşengiya jinek ciwan, di 24’ê Kanûnê de hate vekirin û wê 5 rojan dom bike. Pêşangeh bi armanca xizmetkirina xwendekaran û mamostayên wê herêmê hate vekirin.

‘Ya girîng ewe ku mirov çiqas dikare xwe bighîne hedefên xwe’

Rêveber û serpereştiyara pêşangeha zanîngeha Raperîn Şadî Hesen bal kişand ser astengiyên ku jin di dema kar de dibînin û wiha got: “Di civakek ku jin kêm derdikevin de, bê guman di her karê ku ji bo xwe li ser lingê xwe bigirin bixebite de rastî gelek astegiyan tên. Lê belê ya girîng ew e ku mirov çiqas dikare dilsozê hedefên xwe be û pêk bîne.”

‘Divê jin di aliyê aborî de serbixwe bin’

Şadî Hesen diyar kir ku azadiya fikrê jinê bi serxwebûna aboriyê ve girêdayî ye û wiha got: “Aboriya serbixwe ji bo jinan bi rêya her karekê serbilindî bike, ji bo kesayeta wê gelek bi sûd e. Guherîna nêrîna civakê girêdayî wê ye ku jin bikarin di aliyê aborî de bi xwe li ser lingê xwe bisekinin.”

‘Armanca me zindîkirina xwendina pirtûkan e’

Şadî Hesen têkildarî naveroka pêşangehê wiha got: “Armanca me ya vê pêşangehê, em dixwazin ruhê xwendinê di nava civakê de zindî bikin. Niha pirtûk heta astekê winda ne. Ji ber vê pêşangehên wiha pêwîst in. Em hewl didin pirtûkên derbarê mafê jinan, hestên jinê û ew mijarên pêwîst bi rewşa giştî ya jinan bînin û girîngî bidinê.”

‘Hebûna jinan cihê kêfxweşiyê ye’

Xwendekara zanîngehê Hêrîş Idrîs sipasiya vê pêngavê kir û got: “Hebûna jinek wek Şadî Hesen di pêşangeha karê rewşenbîrî de, cihê kêfxweşiyê ye û sembolek ji bo bilindkirina asta hişyariyê ye. Daxwaza min ew e ku di pêşerojê de pirtûkên fikrî, felsefe zêdetir bibin û hê zêdetir girîngî bidin xwendinê.”