Îsraîlê li ser Îranê şer da destpê kirin
Wezareta Parastina Îsraîl, ragihand ku êrîşên li dijî Îranê destpê kir.
Navenda Nûçeyan – Wezîrê Parastina Îsraîl Yisrael Katz, ragihand ku êrîşên Îsraîlê li dijî Îranê destpê kir. Şahidên ku ji ajansa Nûçeyan a Reuters re axivîn, diyarkirin ku ji Qudusê dengê Sîrenan hetiye bihistin.
Hate diyarkirin ku li paytexta Îranê, Tahranê dengê teqînan hatiye bihîstin. Medyaya Îranê da zanîn ku hê sedemê dengê teqînan nayê zanîn.
Artêşa Îsraîlê ragihand ku sîren, ji ber amadekariyên gel li dijî îhtimala êrîşên hewayî wek hişyariyê xistine dewrê.