Di atolyeya Jinên Weten Sûrî de nîqaşa derbasbûna jinê ji çîrokê ber bi biryardanê ve

Partiya Weten Sûrî, li bajarê Hesekê atolyeke jinan bi dirûşma “Ji çîrokê ber bi biryardanê ve” li dar xist, ku tê de bal kişandin ser beşdariyeke çalak a jinan di avakirina Sûriyeke nû de.

RONÎDA HACÎ

Hesekê – Di çarçoveya nîqaşkirina rola jinê ya Sûriyeyê di jiyana siyasî û civakî de, Partiya Weten Sûriyê atolyeyek jinan bi sernavê “Civîna Jinên Weten Sûriyê... Ji çîrokê ber bi biryardanê ve” li dar xist. Di vê çalakiyê de parêzer, rêxistinên jinan, bijîşk û rewşenbîr, her wiha hejmarek jinên Sûriyê yên di qadên cuda de dixebitin amade bûn.

Atolyeyê du mijarên bingehîn dihewandin. Mijara yekem bi sernavê “Ji çîrokê ber bi biryardanê ve” ji aliyê endama Meclîsa Navendî ya partiyê Şîma Xelef ve hat pêşkêşkirin. Mijara duyemîn jî bi sernavê “Kursiyê biryardanê” ji aliyê endama Ofîsa Siyasî ya meclîsê Betûl Xalid ve hat pêşkêşkirin.

Seroka Ofîsa Ciwanan a Partiya Weten Sûriyê Melîk El-Ehmed di derbarê armancên vê civînê de diyar kir ku sernavê “Ji çîrokê ber bi biryardanê ve” gelek alî û deriyên nîqaşê dihewîne. Wê destnîşan kir ku ev civîn wekî qadeke diyalogê ye ku derfetê dide jinên Sûriyeyê ji herêmên cuda ku ramanên xwe derbirînin û li ser pirsgirêkên xwe û rola xwe di qonaxa heyî de nîqaş bikin.

Wê eşkere kir ku mijara yekem li ser çîroka jinê ya Sûriyeyê, biryarên wê û rola wê ya di pêvajoya biryardanê de bû. Her wiha girîngiya hebûna jinê di amadekirina destûra Sûriyeyê de hate gotûbêjkirin, da ku jin bikaribe di xêzkirina taybetmendiyên paşeroja welat de beşdar bibe. Wê destnîşan kir ku jinên Sûriyeyê di nav 14 salên borî de gelek destkeftî û roleke pêşeng pêşkêş kirine.

Her wiha got ku di vê qadeke diyalogê de komek jinên Sûriyeyê yên ji qadên cuda, wekî parêzer, bijîşk, çalakvan û siyasetmedar, cih girtin da ku ramanên xwe parve bikin û li ser rola jinê û cihê wê di civakê de nîqaş bikin.

‘Pêwîst e jin di pêvajoya biryardanê û avakirina Sûriyeke nû de bibe hevpara bingehîn’

Di derbarê mijara duyemîn a “Kursiya biryardanê” de, Melîk El-Ehmed bal kişand ser pêwîstiya ku rola jinê tenê di hebûneke şeklî de nemîne û beşdariya wê tenê li ser kaxezê nebe. Wê destnîşan kir ku divê dengê jinê were bihîstin û jin di pêvajoya biryardanê û avakirina Sûriyeke nû de bibe hevparê bingehîn.

Wê tekez kir ku beşdariya jinê ne minetdarî ye û ne jî diyariyek e ku ji wê re tê pêşkêşkirin, lê maf û cihê wê yê bingehîn e ku divê bê parastin. Ev jî ji ber destkeftî û rolên ku jin di navbera salên dirêj de pêşkêş kirine û berpirsyariyên ku di qadên cuda de hildigre.

Çalakî bi nîqaşên li ser girîngiya beşdariya jinê di biryardanê de û xurtkirina hebûna wê di cihên berpirsyariyê û biryardanê de dewam kir. Di nîqaşan de her wiha girîngiya domandina qadên diyalogê yên ku derfetê didin jinan ku ramanên xwe parve bikin û nêrînên xwe pêşkêş bikin, hate destnîşankirin. Armanc jî ew e ku jin ji derbirîna pirsgirêkên xwe derbasî beşdariya rastîn a di pêvajoya biryardanê de bibin.

Atolyeyek karê jinan bi pêşniyaran bi dawî bû. Pêşniyar wiha ne :

-Xurtkirina hêza jinê bi vekirina derfetên kar ji bo wê.

-Pêkanîna bernameyên hişyarî û mafên jinan.

-Organîzekirina civînên dem bi dem ji bo nîqaşkirina mijarên jinê û xurtkirina beşdariya wê.

-Ronîkirina ezmûnên jinên Sûriyê û zehmetiyên ku lê rast tên.

-Piştgiriya jinên gundî û baştirkirina şert û mercên wan ên aborî û civakî.