Îsraîl nahêle alîkariyên NY’ê bikevin Xezayê
Ajansa Alîkariya Avadanî û Penaberên Filîstînê ya Rojhilatê Nêz a NY’ê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku li Bakurê Xezayê alîkarî tên astengkirin û nagihîjin cihê xwe.
NY’yê ragihand ku Îsraîl 50 roj in nahêle alîkarî bigihîjin Bakurê Xezayê ku di bin dorpêçê de ye û 75 hezar Filistînê lê dimînin û diyar kir ku jiyana bi hezaran mirovan di xeterê de ye.
Di daxuyaniya ku ji aliyê Ajansa Avadanî û Alîkariya bi Penaperên Sûriyeyê ya li Rojhilatê Nêz a NY’ê (UNRWA) hat dayîn de hat diyarkirin ku ji 91 hewldanên NY’ê yên ji 6’ê Cotmehê ve ji bo gihîştina alîkariyan kiriye, 82 jê hatine redkirin, 9 jî hatine astengkirin.
Her wiha bal hat kişandin ku li bajarokên Beyt Lahiya, Beyt Hanûn û Cibaliya ku bakurê Xezayê ne û ji 5’ê Cotmehê ve di bin dorpêça Îsraîlê de ne; nêzî 75 hezar Filistîniyên li wan bajarokan dijîn her diçe xetera li ser jiyana wan zêde dibe û bi mirinê re rûbirû ne.
Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ku li herêmê êrişên bi şîdet didomin, di 3 rojên derbasbûyî de ji ber barana zêde û sermayê, mercên jiyanê zehmet bûne.
Li ser Filistîniyan zora koçberiyê
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Bi hezaran malbatên ku ji herêmên di bin dorpêçê de reviyan, bêyî betaniye, nivîn û konên ku avê derbas nakin, li kolanan di bin baranê de dijîn.” Hat diyarkirin ku rewşa li bakurê Xezayê “heta tu bibêjî xirab e.”
Di serî de kampa penaberan a Cibaliya artêşa Îsraîlê li dijî bakurê Xezayê ji 5’ê Cotmehê ve êrişên hewayî pêk tîne û di 6’ê Cotmehê de jî li dijî wan herêman êrişên bejahî da destpêkirin.
Bi êrişan hewl dide Filistîniyan koçber bike
Artêşa Îsraîlê ya hewl dide berê gelê herêmê bi zorê bide koçberiyê, bi êrişên ku dike, avahî û taxên niştecihbûnê tune dike, nexweşxaneyan hedef digre, xebatkarên tendirustiyê dîl digre û nahêle malzemeyên tibî bigihîjn herêmê.
Tê texmînkirin ku ev yek berê di çapemeniya Îsraîlê de weke “Plana generalan” derketibû, ji bo ji Îsraîliyan re cih çêbikin hewl didin Şêniyên Xezayê ji bakurê Xezayê derbixin.
Berdevkê Artêşa Îsraîlê Avichay Adraee, di daxuyaniya ku di 7’ê Cotmehê de ji ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal dabû de, Filistîniyên li Beyt Hanûn, Cibaliya û Beyt Lahiya yên dikevin bakurê Zîvala Xezayê hişyar kiribû, xwestibû ji wan bajarokan derbikevin û nexşeriya wan deran parve kiribû.
Nexşeriya dagirkirinê
Andraee bang li Filistîniyan kiribû ku biçin herêma Mewasî ya li başûrê Xezayê. Her wiha ya balkêş ew bû ku nexşeriya Adraee parve kiribû, bi hewldana Serokê Beşa Operasyonan ê berê General Giora Eiland hatibû amadekirin û pêşkêşî hikumetê hatibû kirin û ji bo bi zorê koçberkirina Filistîniyan û dişibiya "Plana generalan."
Bi vê plana ku navê wê "Plana generalan e" armanca ew e Filistînî ji bakurê Zîvala Xezayê werin derxistin, dûre herêm were dorpêçkirin û destûr neyê dayîn ku xurk, sotemenî û ava paqij bikeve herêmê.