Îsraîl Filistîniyên li benda alîkariyê bûn hedef girt
Rayedarên tenduristiyê yên xwecihî, ragihandin ku roja Yekşemê li Xezayê herî kêm 85 Filistîniyên hewl didan xwe bigihînin xurekê jiyana xwe ji dest dan.

Navenda Nûçeyan – Di encama êrîşa Îsraîlê de herî kêm 85 Filistîniyên li benda alîkariyê bûn jiyana xwe ji dest dan.
Hejmara herî zêde ya mirinan, ji bakurê Xezayê ya rewş pir xetere hat ragihandin. Serokê şaxa qeydkirinê ya Wezareta Tenduristiyê ya Xezayê Zaher el-Waheydî, ragihand ku herî kêm 70 Filistînî dema hewl didan xwe bigihîjin alîkariyên li deriyê sînor a Ziqim ya bi Îsraîlê re, jiyana xwe ji dest dan.
Bernameya Xurek ya Cîhanî ya Neteweyên Yekbûyî (NY), diyar kir ku 25 kamyonên alîkariyê ji bo "civakên birçîbûnê dijîn" ketine herêmê û rastî qelebalixek mezin hatine.
Artêşa Îsraîlê, ragihand ku leşkeran êrîşê bi hezaran Filistîniyên ku li bakurê Xezayê kom bûne û "gef dixwon" kirine û di encamê de hin windahî çêbûne.
Diyar kir ku hejmarên ji aliyê rayedarên Xezayê ve hatine ragihandin, ji yên di destpêkê de hatine tesbîtkirin pir zêdetir e û leşkerên Hamasê bi avakirina kaosê sûcdar kir.
Li Xezayê zarokek din jî ji ber kêmbûna xurekê jiyana xwe ji dest da
Hate hînbûn ku li Zîvala Xezauê ku Îsraîlê ketina alîkariya mirovî asteng dike û dibe sedema karesate mirovî, zarokek din jî ji ber birçîbûnê jiyana xwe ji dest da.
Li gor nûçeya ajansa fermî ya Filistînê WAFA'yê ku li gorî çavkaniyên Nexweşxaneya Şehîdên Eqsayê ya li Zîvala Xezayê amedekiriye, zaroka binavê Rezzan Ebû Zahir yê 4 salî ji ber komplîkasyonên sedema kêmbûna xurekê û birçîbûnê pêkhat, jiyana xwe ji dest da. her wiha di nûçeyê de hate destnîşan kirin ku li nexweşxaneyên Zîvala Xezayê bi sedan kesên ji her temenî bi pirsgirêka birçîbûn û kêmbûna xurekê re rû bi rû ne.
17 hezar zarok bi kêmbûna xurekê re rû bi rû ne
Li gorî agahiyan hate ragihandin ku li Xezayê 17 hezar zarok bi awayekî cidî bi pirsgirêka kêmbûna xurekê re rû bi rû ne û nexweşan ji ber stres û windakirina hafizeyê ya ji ber birçîbûna tund tedawî dibînin. Di heman demê hate diyar kirin ku kesên tedawî dibînin, pirsgirêka dermanan dijîn.
Îsraîlê, ji meha Adarê vir ve li Zîvala Xezayê bi girtina deriyên sînor ketina alîkariyên tibî û mirovî asteng dike.