Îran hewl dide jinan bi cezayê pere bêzar bike
Dadgeha Şoreşa Zahedanê cezayê pere li Turan Hamalzahî ya li Îranşehrê dijî, birî.
Navenda Nûçeyan- Şaxa Duyemîn a Dadgeha Şoreşa Zahedanê, roja 7’ê Mijdarê bi tohmeta "tehrîkkirina raya giştî" û "propagandaya li dijî pergalê" cezayê pere li Turan Hamalzahî birî.
Li gorî raporên hatine weşandin, ji ber tohmetên jorîn di destpêkê de 6 meh cezayê girtîgehê li Turan Hamalzahî hat birîn. Parêzerê dozê, ji ber rewşa wî ya fîzîkî ya xirab, daxwazek pêşkêş kir ku cezayê girtîgehê veguherîne cezayê pereyan. Di dawiyê de biryara dadgehê hate guhertin û cezayê pere hat birîn.
Derbarê tohmetên taybet yên li dijî Turan Hamalzahî de ti agahî tunene.
Turan Hamalzehî, nişteciha Îranşarê ye, berê hatibû girtin û ji ber çalakiyên xwe rastî pirsgirêkên ewlehiyê hatibû.