Însiyatîfa Gel a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê piştgirî da gelê li perava Sûriyeyê
Însiyatîfa Gel a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê komkujiyên li peravên Sûriyeyê yên li dijî Elewiyan şermezar kirin û peyama piştgiriyê da gelê peravê.

Qamişlo – Însiyatîfa Gel a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi daxuyaniyekê komkujiyên li peravên Sûriyeyê yên li dijî elewiyan şermezar kirin. Daxuyanî li pêşiya Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo ya Qamişloyê ji aliyê endamên însiyatîfê Darşîn Xelîl û Nuha Omer ve hat xwendin.
Di daxuyaniyê de hate gotin, bi rûxandina rejîma Beşar Esed (8 Kanûn 2024) re, Sûriye derbasî qonaxeke nû bû û bi vê qonaxê re baweriya gelê Sûriyeyê û hêviya wî ya xelasiya ji şer û avakirina Sûriyeyeke azad zêdetir bû.
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku bi pêkanîna komkujiyan li dijî elewiyên li perava Sûriyeyê ev hêvî veguherandin trajîdeyeke mirovî.
Di dewama daxuyaniyê de hate gotin: "Em gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dijwarî û komkujiyên dermirovî hîs dikin û êşa we ya mezin parve dikin. Em bi we re ne. Em ji raya giştî re radigihînin ku em amade ne hemû cureyên destekê bidin gelê me yê li bajarên perava Sûriyeyê. Ev piştgirî erkeke mirovî û nîştimanî ye. Em bang li tevahiya gelê Sûriyeyê dikin ku desteka madî û manewî bidin şêniyên me yên li peravê. Roj roja yekitiyê ye. Roja parvekirina hêviyê ye.”