Însiyatîfa 'Em piştgirî ne' dibe destek ji koçberên Xezayê re
Jinên ciwan ên Xezayê bi însiyatîfên xwe hewl didin destek bidin koçberên ku vedigerin malên xwe. Jin dibêjin: "Bi hemleya 'Em piştgirî ne' em piştevanî û destek didin gelê xwe. Ev erkek exlaqî û mirovî ye dikeve ser milên me."
NEXEM KERACE
Xeza – Bi berdewamiya vegera koçberan ji başûrê Xezayê ber bi bakur ve bi riya bendên kontrolkirina Netserîm û riya Selah El Dîn ku ji 27'ê Çileyê ve. Sazî û komeleyên alîkariyan bi hev re tevî derfetên heyî destek didin koçberên ku di rêwîtiyên dirêj de di bin tava germ û de birçî dimînin. Komek ji jinên ciwan li Zîvala Xezayê însiyatîfa xwe bi armanca alîkariya koçberên ku vedigerin bakurê Zîvala Xezayê, dest pê kirin. Xwestin bi vê yekê bibin piştevanî û destek ji penaberên ku zehmetî kişandine.
‘Em piştgirî ne’ însiyatîfek e ku destek dide koçberên vedigerin e
Dilxwaza Saziya Rizgarkirina Pêşerojên Ciwanan Salî Ebû Şebaen ku berpirsyara kêmkirina zehmetiyên koçberan bi hevalên xwe re bi riya însiyatîfa "Em piştgirî ne" rakiriye ser milan dibêje: "Bi riya vê hemleyê em hewl didin ava vexwarinê û xwerinê ji koçberên ku vedigerin re pêşkêş bikin ji ber riya wan dirêj e. Di rûyê koçberan de zehmetî û hêvî xuya dibe. Beriya ku bigihîjin malên xwe yên rûxandî hêza wan nemabû. Dema ku me xwarin û av ji koçberan re pêşkêş dikir ji me re diyar dibû hebûna me ne tenê karek dixwazî ye, erkek exlaqî û mirovî ye ku girêdana me bi gelê me re nîşan dide. Di kesayeta dayikan de westandin xuya dikir lê di çavên wan de hêviyê xwe nû dikir. Destekdayîn ne hewceyî derfetên mezin e, tenê pêwîstî bi dil û destên dilpak heye ku bê dudilî alîkarî pêşkêş bike."
Rola jinên ciwanan di kolanan de
Çalakvana civakî Eya Şemalî qala tecrubeya xwe ya di piştevaniya koçberan de kir û got: "Ew tecrubeyek e ku tê de êş, kêfxweşî û azarên ku gel kişandine tê dîtin. Xwezî pêşeroja van koçberan ne dijwartir bûya. Ne tenê di karê dayîna alîkariyên xwarinê de cih girt her wiha min plan û pêşniyarên ku rêwîtiya koçberiyê hêsantir dike bi pêş xist. Yek ji wan tevî derfetên kêm, me hewl da wesayîdan ji bendên kantrolê heya herêmên koçberan peyda bikin. Li ser riya koçberiyê kesên extiyar gelek êş û zehmetî kişandin lê hêviya wan a vegerê mezintir bû. Li kêleka alîkariyên min ji gel re di avakirina nuqteyên tendirustiyê ji bo piştgiriya derûnî ji jinan re roleke mezin, min lîst û xwest bi vê yekê êşên koçbriyê hinekî kêm bikim. Ji bo zarokan li ser riya koçberiyê çalakiyên cur bi cur me li dar xist. Bi wê yekê me xwest em zarokên ku ji ber şer ketibûn nava derûniyek xirab hinek be jî kêfxweş bikin. "
Birayê xwe di nava koçberên ku vedigerin de dît: Min hîs kir jiyan didome
Eya Şemalî behsa kêliya dema di navbera koçberan de birayê xwe dîtiye kir û wiha pê de çû: "Di nava koçberan de her dem çavên min li vegera malbata min bû. Min hîs kir ku dunya careke din deriyên xwe ji min re vedike û jiyan didome. Ez gelek kêfxweş bûm ku min birayê xwe di nava koçberên vedigerin de dît. Ez tu car vê kêliyê di jiyana xwe de ji bîr nakim. Min bi dilek eşq û tijî hêvî destek dida gelê xwe. Bi vê destekê me îsbat kir ku em jî zarokên vî welatî ne û jiyanê tevî êşên wê diafirînin. Rola me di vir de bi dawî nabe. Em ê ji bo destekdayîna gelê xwe yê berxwedêr her dem amade bin û piştgiriya wan bikin. Ev erka me ya exlaqî ye."
'Jinên Filistînê şahidên trajediyê ne lê di heman demê de stûna bingehîn a civakê ne’
Karê ku Salî Ebû Şebaen, Eya Şemalî û hevalên wan dimşînin ne tenê karê dilxwaziyê ye, ew hebûn û rola jinan îsbat dike, nîşan dide ku jin hêz û statuya civakê ne. Ew dikarin êşa gelê xwe kêmtir bikin. Her wiha karê dikin erkek exlaqî û mirovî ye. Ev jî îsbat dike ku jinên Filistînî şahidên trajediyê ne lê di heman demê de stûna bingehîn a rûbirûbûna wê ne ne jî.