Însiyatîfa ‘Dema jinên Iraqê ye’ ji bo bihêzkirina jinan kar dike
Însiyatîfa ‘Dema jinên Iraqê ye’, ji bo ku rola jinan bi hêz bike, jin di navendên biryargirtinê de cîh bigrin, civakek hevsengî ku xwe dispêre edaleta zayendî ava bike û ji bo çareseriya pirsgirêkên jinan destek bide, hat avakirin.

RECA HEMÎD REŞÎD
Iraq – Li bajarên cuda yên Iraqê, rêxistinên mafên jinan ji bo hebûna jinan a di navendên biryargirtinê de zêde bikin, gavek girîng avêtin û însiyatîfa "Dema Jinên Iraqê ye" ku navenda wê li bajarê Silêmaniyê ye, dan dest pêkirin. Ev însiyatîf dixwaze wekheviya zayenda civakê û hebûna jinan a di cîhên biryardayînê de, misoger bike.
'Însiyatîfa 'Dema Jinên Iraqê ye' ji bo bihêzkirina jinan e'
Seroka rêxistina 'Aswada' Xanim Latîf ku yek ji avakerên însiyatîfa "Dema Jinên Iraqê ye", da zanîn ku fikra însiyatîfê beriya 6 mehan derketiye holê û got: “Ez wek aktivîst û seroka vê rêxisitinê, bi saya ceribandina 24 salan, di pêkanîna zagonan de rastî gelek têkçûnan hatim. Min dît ku di qadên diyar de tevî torên ku di pirsgirêkên jinan de pispor bûne, ne tenê li Iraqê, li hemû herêmên Ereb, eleqeya derbarê pirsgirêkên jinan de valahî û kêmasî hene. Xebatên saziyan jî ji bo guhertina polîtîkayan yan jî zêdekirina hebûna jinan a di qadên biryargirtinê de bi qasî pêwîst e nayên meşandin. Têra xwe pê re eleqedar nabin û tenê bi çalakî û projeyan sînordar mane.”
‘Divê dengekî diyar ê jinan hebe’
Xanim Latîf di berdewama axaftina xwe de bi bîr xist ku di dawiya îsal de ji bo parlamentoyê, ber bi hilbijartinên nû ve diçin û ji ber vê yekê di asta siyasî, civakî û olî de, hewcedarî heye ku bi kesên bi bandor ên di qada siyasî de bixebitin. Xanim Latîf diyar kir ku divê dengekî diyar ê jinan hebe û wiha pê de çû: “Û bi riya pergala kotayê ji bo em nûnertiya xwe zêde bikin bixebitin. Bi taybetî di cîhgirtina biryardayînê de divê em li jinên ku xwedî asta têrker in beşdarî hilbijartinê dibin bigerin û ev tenê bi jinan re sînordar nebe. Di heman demê de mêran jî digre nava xwe."
‘Divê jin di mekanîzmaya biryargirtinê de hebin’
Xanim Latîf qala armancên însiyatîfê kir û ev agahî dan: "Hedefa bingehîn a însiyatîfê, bihêzkirina dengê jinan, pêkanîna edalet û wekheviyê û avakirina civakek hevseng e. Di heman demê de hewl dide jinan ji partiyên cuda weke namzet nîşan bide û di hemû qadan de bibin xwedî erk. Ji bo dosyayên jinên hevjînên xwe winda kirine, hevdu berdane û jinên astengdar, kar dike. Jin di pêvajoya siyasî de hevkarên kilît in û di avakirina hikûmetê de, di hilbijartinên wezîrên jin de û heta di maseyên muzakereyên xwecihî, navnetewî û herêmî de dema nîşandana hebûna wan hatiye. Bi nêzbûna hilbijartinên parlamentoyê re, divê jin di qadên siyasî, aborî û qadên cuda de bibin xwedî dengek bi hêz, bi bandor û bibin parçeyek ji mekanîzmayên biryargirtinê."
‘Ev hewldan ji bo pêşketina civakê ye’
Bijîşk Ebîr El-Celibî ku Seroka rêxistina Lubab a Pêşketin û Mafên Mirovan e, derbarê însiyatîfa ku ji aliyê Xanim Latîf ve hatiye avakirin de wiha got: “Ev însiyatîf, hewl dide rola ku dikeve ser milên jinan bi cîh bîne û dengê wan bide bihîstin. Ev însiyatîf ji bo pêkanîna edaleta civakî, zayenda civaka hevseng ava bike, jin di navendên biryargirtinê de cîh bigirin û jinan teşwîqî xwegihandina mafên wan ên bingehîn bike, dixebite. Însiyatîf peyameke mirovî digre û bangekeke ji bo hemû jinan e da ku di hemû beşên civakê de mafên wan ên kesî û edaleta civakî misoger bike. Ji bo ku di civaka Iraqê de guherînek erênî pêk bîne."
‘Însiyatîf hemû jinên serbixwe digre nava xwe’
Aktîvîst û Seroka Komeleya Ferdus a Iraqê Fatimê El-Bahadlî da zanîn ku însiyatîfa ‘Dema Jinên Iraqê ye’ hewldanek ji bo parastina jinan e û di pêkanîna edaleta civakî de bi sûd e û wiha got: “Ji bo hevkariyên stratejîk ava bike û bi hemû aliyên civakî, olî û siyasî platformên diyalogê ava bike. Hedef dike hemû komên jinan ên serbixwe bigre nava xwe. Ev dema ku em tê de ne, ji bo jinên Iraqê kêliyên dîrokî ne û beşdariya jinan a aktîf ji bo pêşerojek girîngî dide rêgezên wekhevî û edaletê. Em bawer dikin ku ev pêwistiyeke lezgîn e. Em bang dikin ku bi riya çalakiyên kolektîf ji bo avakirina pêşerojeke ku girîngî dide wekhevî û edaletê beşdarî pêvajoyên pêşxistinê bibin. Înîsiyatîf, bi armanca şikandina bendan û avakirina pirên baweriyê yên di navbera jin û beşên cuda yên civakê de, rêzecivînên diyalogê bi pêşengên siyasî, olî û civakî yên navdar re didomîne."