“Îkona Helebê” hêjayî Xelata Aştiya Zarokan a Navneteweyî ya 2025’an hat dîtin

Bana Alabed Xelata Sûriyeyê, ji ber hewldanên xwe yên piştgirîkirina zarokên ji şer bi bandor bûne, hêjayî Xelata Aştiya Zarokan a Navneteweyî ya 2025’an hat dîtin.

Navenda Nûçeyan- Jina ciwan Bana Alabed, bi saya tweetên xwe yên bihêz ên êşa sivîlan a di dema dorpêçkirina bajarê Helebê yê Sûriyeyê ya di sala 2016’an de belge dikir, veguherî sembolek mirovî ya cîhanî ya dengek ji bo zarokên li herêmên şer.

Bana Alabed a 16 salî ya ji Sûriyeyê, 19’ê Mijdarê hêjayî Xelata Aştiya Zarokan a Navneteweyî ya 2025’an ku ji aliyê rêxistina Holandî KidsRights ve tê dayîn, hat dîtin. Xelat, di Roja Zarokan a Cîhanî de ji ber hewldanên wê yên piştgirîkirina zarokên ji şer bi bandor bûne hat dayîn.

Weqfa KidsRights a navenda wê Holanda ye, ev xelata ku yek ji xelatên ciwanan ên herî girîng ên cîhanê tê hesibandin, ji bo xebata wê ya ji nû ve yekkirina malbatan, vekirina dibistanan û dayîna hêviyê ya ji zarokên li herêmên pevçûnê yên mîna Xeza, Sûdan, Ukrayna û Sûriyeyê da Bana Alabed.

‘Em ê li dijî kesên xwîna mirovan kirine amûra rêveberî û desthilatdariyê bêdeng nemînin’

Bana Alabed, di axaftina xwe ya li Şaredariya Stockholmê de, wiha got: "Ez bi dengekî ku tirsê nas nake dipirsim: Beşar Esed, Benjamin Netanyahu, Vladimîr Putîn, axayên şer ên Sûdanî û hemû axayên din ên cîhanê... Jiyan û xewnên çend zarokan ji ber şer hatin dizîn? Rejîmek ku hemwelatiyên xwe bi navê berxwedanê dikuje, sûcdarekî ku şer vediguherîne bernameyek siyasî, împaratoriyek ku êrîşkariyê bi navê 'ewlehiyê' rewa dike û kesên ku tundiyê vediguherînin siyasetek bi zanebûn… Bizanibin ku em ê li dijî kesên xwînê vediguherînin amûrek rêveberiyê yan jî desthilatdariyê bêdeng nemînin."

‘Em aştiyê dixwazin’

Bana Alabed, der barê xelatê de jî wiha got: "Aştî ne luksek e. Divê cîhan li me guhdarî bike. Şer û pevçûnan zarokatiya me dizîn. Em aştiyê dixwazin. Ez bang li zarokên di şer de êşê dikşînin dikim; Hûn ne bi tenê ne."

Rêxistina KidsRights, pesnê "wêrekî, berxwedan û girêdana edaletê ya bêdawî ya Bana Alabed" da û diyar kir ku ruxmê zehmetiyên pir zêde jî çîroka xwe veguherandiye rêbaza seferberiyê ya bihêz."

Bana Alabed, li seranserê cîhanê beşdarî gelek konferansan bû, serdana zarokên li kampên penaberan ên li Tirkiye û Urdunê kir, du pirtûk nivîsandin û beşdarî kampanyaya "Bi Helebê re li ber xwe bidin" a daxwaza rakirina dorpêça li ser zêdetirê 360 hezar sivîl dike, cih girt. Bana Alabed, di encama vê encamê de li cîhanê deng veda û pesnê wê hat dayîn. Bana Alabed bi navê "Îkona Helebê" hat binavkirin.

Di nava xelatgirên berê yên xelatê de aktîvîsta avhewayê Greta Thunberg û xwediya Xelata Aştiyê ya Nobelê Malala Yousafzaî jî cih digrin.