Êzidiyên Şengalê: Êşa Şengal û Efrînê yek e, wê têkoşîna me jî yek be

Jinên Êzidî yên Şengalê bal kişandin êrişên dewleta Tirk û çeteyên wî birine ser Şehbayê û gotin: “Êşa Şengal û Efrînê yek e, wê têkoşîna me jî yek be.”

HÊVÎDAR ŞENGALÎ

Şengal – Di 2’yê Kanûnê de dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wî êriş birin ser Şehba û Til Rifetê ku bi hezaran Efriniyên ji ber dagirkeriya dewleta Tirk koç bûbûn, lê dijiyan. Di nav wan de bi hezaran Êzidiyên ji Efrînê jî hebûn. Efrîniyên ku koçber bibûn, piştî dagirkirina Efrînê di sala 2018’an de li Şehbayê bi cih bûbûn, careke din neçarî koçberiyê bûn û ber bi kantonên Cizîr û Firatê yên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ve ketin rê.

Li dijî êrişên li ser Rojavayê Kurdistanê jinên Şengalê ji ajansa me re axivîn. Jinan helwesta xwe nîşan dan û diyar kirin ku êşa Efrîniyan û Şengaliyan yek e lewma ji bo Bakur û Rojhilatê Sûriyê çi ji destên wan bê ew ê bikin.  Jinan dan zanîn ku di vê qonaxê de bi yekitiyên di warê madî û manewî de, ew ê piştgiriya Rojavayê Kurdistanê bikin.

 ‘Erka me ew e em li gelê Rojava xwedî derkevin’

Endama dîplomasiya TAJÊ Zozan Simo da zanîn ku kesên Efrîniyan hîs bikin Şengalî ne û wiha got: “Fermana ku hat serê me, hestek nexweş bû. Rojava û bi taybetî gelê me yê Efrîn û Şehbayê heman tişt jiyan. Ferman hat serê me, di heman demê de hat serê miletê me yê wê derê jî. Heman fikir bûn, li Şengalê bi navê DAIŞ’ê bû, li Efrînê bi navê Tirkiye û komên cuda yên çeteyan bûn. Di nava vê sermayê de gelê Efrînê koçber bû. Fermana ku hat serê me di havînê de bû, ya Efrînê jî di Çileyê zivistanê de bû.  Dixwazin tunekirina Êzidiyan û Kurdan bibînin. Ev nêzî mehek e ku li Rojava şer e, gel pir zehmetî dît û pir êş kişand. Civaka Êzidî êşa herî mezin kişand, erka me ye îro em li gelê xwe yê Rojava xwedî derkevin.

‘Rojava ji bo me hêz e’

Zozan Simo berxwedaniya Rojava silav kir û wiha got: “Çi bê xwestin em ê ji gelê xwe yê Rojava re bikin, gelê me hemû qir nebûn ji ber ku Rojavayê Kurdistanê deriyên sînor ji me re vekirin. Kamp ji me re ava kirin, deriyên dibistan û malên xwe ji bo me vekirin. Bi nan û av hatin pêşiya me û zarokên me. Rojava êşa me parve kir, îro erka me ye ku em wê êşê parve bikin. Em berxwedana Rojava silav dikin û ji bo me cihê hêzê ye sekna Rojava. Berxwedana Rojava bi saya fikrên Rêber Apo wisa bihêz e. Em jî hêz û vîna xwe ji berxwedana Rojava digrin û Rojava ji bo me mînaka jiyana azad e.”

‘Dil û mêjiyê me bi Efrîniyan re ye’

Endama Saziya Malbatên Şehîdan a Şengalê Pakîze Celal diyar kir ku êşa Efrîniyan û Şengaliyan yek e û wiha got: “Dîmenê Şengal û Efrîniyan dabûn ber hev, herdu yek bûn. Herdu ferman jî bi êş bûn. Bi sedan keçên me girtin, gorên komî ava kirin, di zinaran de em avêtin û tiştên dûrî mêjiyê mirovan anîn serê me, gelek bi êş bû. Fermana ku hat serê me di havînê de bû, mirov ji tîna fetisîn, gelek germ bû. Ya ku hat serê Efrîniyan, di meha Kanûnê de ye, dinya pir sar e. Mirov penaber bûn tî û birçî û sar bûn. Em di malên xwe de li ber sobeyên xwe rûdinên, mejiyê me li gel miletê me yê Efrînê ye. Em dibêjin gelo rewşa wan çi ye di vê sermayê de? Her dem li bîra me ne û em dibêjin şê şems heqê wan û yê me ji dijminan bistîne.”

‘Berxwedaniya gelan wê biserkeve’

Pakîze Celal di dawiyê de destnîşan kir ku dawiya berxwedaniyê serkeftin e û wiha got: “Bi hêviya ku xweda heqê me ji mirovên xirab bistîne û her kes li ax û warê xwe vegere û azad bijî. Bi hêviya ku ya hat serê Sedam û Esed were serê Erdogan jî û heqê zarok, pîr û kalan ji Erdogan bê girtin. Miletê ku çeka rûmetê rakiriye û li ber xwe dide tawisê melek li pişta wan be û serkeftin para wan be. Wê xwîna şehîdan vala neçe. Rojava 12 hezar şehîd dan wê têk neçe. Erdogan û Artêşa Azad ji bo ku destkeftiyên wî gelî tune bikin, êrişî Rojava dikin. Binesaziya herêmê dikin hedef, cihên xizmetê dikin hedef. Hemû kes li ber xwe didin û wê dawiya vê berxwedaniyê serkeftin be. Dayikên rojavayî li pişta şervanên xwe ne, ji bo wê jî serkeftin wê ya wan be.”