‘Êzdayetî dê bi fikr û felsefeya Rêber Apo bê parastin’
Jinên Êzidî ku beşdarî çalakiya darçandinê ya di çarçoveya plansaziya TAJÊ ya ji bo 4’ê Nîsanê de li Şengalê hat li darxistin bûn, gotin “Beriya ku em vê fikrê nas bikin me tu tişt bi wate nedidît. Êzdayetî dê bi fikr û felsefeya Rêber Apo bê parastin.”
Şengal – Bi pêşengiya Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ), 77’emîn rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji aliyê civaka Êzidî ve li Xanesora Şengalê bi coşeke mezin hat pîrozkirin. Ji ber ku xwesteka Rêberê Gelê Kurd Abdullan Ocalan e û bi salan li çar perçeyên Kurdistanê û derveyî welat di vê rojê de bi hezaran dar têne çandin, di pîrozbahiyê de jî dar hatin çandin. Jinên Êzidî ku beşdarî vê pîrozbahiyê bûn ji ajansa me re li ser wate û girîngiya vê rojê axivîn.
‘Rojbûna Rêber Apo ji bo civaka me pîroz e’
Berdevka Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) Rîham Hico di serî de roja 4’ê Nîsanê ku weke vejîna gelan bi nav dike li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li malbata wî, li dayîka wî Ûweyş û li tevahî gelan pîroz kir. Rîham Hico li ser girîngiya vê rojê ya ji bo wan rawestiya û wiha got: “Rojbûna Serokatî em tenê weke rojeke ku mirovek ji dayîk bûye nagirin dest. Em weke rojbûna jidayîkbûna gerdûnê, azadiya jinê û ronahiya Rojhilata Navîn digirin dest. Em weke civaka Êzidî meha Nîsanê weke avabûna dinyayê pêşwazî dikin. Rojbûna Serok Apo jî em wisa digirin dest. Di meha Nîsanê de dinya kewiniye û her di vê mehê de Serok Apo jidayîk bûye. Di baweriya me de meha Nîsanê meheke pîroz e û di jiyana me de jî rojbûna Serok Apo rojeke pir girîng û pîroz e.”
‘Em ê her tim li ser vê fikrê bin’
Rîham Hico anî ziman ku wek TAJÊ xwedî biryar û fikreke azad in û di wê zanebûnê de ne ku dost û dijminê xwe nas bikin. Rîham balkişand ser pêwendiya di navbera wan û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de û wiha berdewam kir: “Ji bo ol û baweriya xwe em têdikoşin û bi saya fikir û felsefeya Serok Apo niha li Şengalê em xwediyê axa xwe ya pîroz in û em xwe diparêzin. Ger di roja îro de her kes civaka Êzidî nas dike, Şengalê nas dike ew bi saya fikir û felsefeya Serokatî ye. Em ê jî her tim li ser vê fikrê bin.”
‘Îro em xwedî pergala xwe ne’
Cîgira Hevserokên Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê (MXDŞ) Besê Avista jî, di destpêka axaftina xwe de 4’ê Nîsanê li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz kir. Besê Avesta ragihand ku civaka Êzidî 4’ê Nîsanê rojeke pir girîng û bi wate dibîne û wiha pê de çû: “Ji ber ku di vê rojê de xwediyê ew fikir û felsefeya azad ya ku ketiye nava civaka Êzidî hatiye dinyayê. Di sala 2014’an de fikir û felsefeya Serok Apo şax veda. Ji wê rojê heyanî roja îro jin, zarok, pîr û kal xwe li ser vê fikra azad perwerde dikin, sazî û dezgehên me hatine avakirin. Hêza me ya parastinê hatiye avakirin.”
‘Meha Nîsanê bûka salê ye û ti bûkan di ser xwe re qebûl nake’
Besê Avesta destnîşan kir ku bi taybetî weke jin vê fikra azad esas digirin û ji bo ku xwe li ser vê fikrê perwerde bikin, hîn zêdetir di nav hewldanan de ne. Besê Avesta wiha got: “Roja 4’ê Nîsanê roja jidayîkbûna civaka Êzidî ye. Ev roj ji bo her gelekî bindest rojbûn e. Ev meh cejna kewina dinyayê ye û di vê mehê de Serokatî jî ji dayîk bûye. Meha Nîsanê bûka salê ye û ti bûkan di ser xwe re qebûl nake. Ji ber ku hemû gul û şînkahî vedibin û her yek bi rengekî ye. Ev fikir jî her civak û nasnameyê digre nav xwe. Îro me ji bo rojbûna Serok Apo dar çandin. Ji ber ku ev rojeke pîroz e ew darên em diçînin hişik nabin. Ji bo ku di xwezayê de her der bixemile Serok Apo ji bo me got ku di rojbûna min de daran biçînin.”
‘Ev roj, roja azadiya jinê ye’
Mamoste Xalîde Îbrahîm jî ji bo wateya hebûna Abdullah Ocalan a ji bo Êzidiyan vegot. Xalîde Îbrahîm diyar kir ku Ezdayetî bi fikir û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bê parastin û hest û nêrînên xwe wiha anîn ziman: “Em vê roja vejînê li hemû civak û gelan pîroz dikin. Bi taybetî li civaka Êzidî. Ger ku jin di nava civaka Êzidî de xwedî roleke pir girîng be û di her warî de xwe rêxistin kiribe, ev bi saya vê fikra azad a Rêber Apo ye. Yê rê li me vekir ku weke jin em bibin yên xwe, Serok Apo bû. Ev roj roja azadiya jinê ye. Beriya ku em vê fikrê nas bikin me tu tişt bi wate nedidît, lê niha em xwe li ser vê fikra azad perwerde dikin. Em dikarin ziman û çanda xwe bi fikrê Serok Apo biparêzin. Divê em li ser çand û baweriya xwe werin perwerde kirin, ji niha û pê de em ê liser vê fikirê hîn zêdetir têbikoşin.”