‘Piştî xwepêşandanên Çileyê herî kêm 60 mamoste û çalakvan hatine girtin’
Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê ragihand ku piştî xwepêşandanên Çileyê herî kêm 60 mamoste û aktîvîst hatine girtin û ceza lê hatine birîn.
Navenda Nûçeyan - Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê, derbarê zêdebûna zextên ewlehî û dadwerî yên li ser mamoste û çalakvanên sendîkayên çandî de raporek weşand. Rêxistin ragihand piştî xwepêşandanên Çileya 2026'an herî kêm 60 mamoste û çalakvanên sendîkayan hatine girtin, zindanîkirin, an jî bi cezayên dadwerî re rûbirû mane.
Rêxistina mafên mirovan tekez kir ku daneyên hatine dayîn kêm in û hejmara rastîn a mamoste û çalakvanên sendîkayan ên di bin zextê de dibe ku zêdetir be. Rêxistinê got ji ber ku gelek doz, taybetî li bajarên biçûk, qet ji medyayê re nehatine ragihandin. Li gorî rêxistinê, qutbûna internetê ya 88 rojan pêvajoya tomarkirin û belgekirina van dozan jî dijwar kiriye.
Li gorî raporê, di 7 mehên borî de hejmarek mamoste bi tohmetên ewlehiyê hatine girtin û hin ji wan ji bo demên dirêj di hucreyên tenê de mane. Her wiha rêxistinê da zanîn ku hin girtî ji xizmetên bijîşkî bêpar mane, gihîştina wan bi parêzeran re sînordar bûye û têkiliya wan a bi malbatên xwe re, hatiye astengkirin.
‘Hewl didin ku dengên mamoste û aktîvîstan bibirin’
Rapor dibêje ku hejmarek mamoste jî bi cezayên zîndanîkirina demdirêj, qamçîkirin, sirgûnkirina navxweyî û bêparkirinên din hatine mehkûmkirin. Rêxistinê diyar kir ku hin ji mamosteyên girtî hê jî di nav lepên dadwerî de ne.
Rêveberê Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê Hadî Qaemî, behsa rewşa mamosteyan wek yek ji mezintirîn rêxistinên civaka sivîl ên serbixwe li welêt kir. Hadî Qaemî got ku Komara Îslamî bi armanca jiholêrakirina îhtîmala rêxistin û seferberiya civakî, hewl dide ku dengê mamoste, xwendekar, parêzer û çalakvanên din ên civaka sivîl bêdeng bike.
‘Bila civak û rêxistinên navneteweyî bêdeng nemînin’
Rêveber bang li civaka navneteweyî kir ku "bi biryardarî, bi bandor û bi wate" bersivê bidin vê meylê. Rêveber tekez kir ku Rêxistina Navneteweyî ya Kedê, UNESCO û mekanîzmayên taybetî yên NY’ê, divê li hember rewşa mamosteyan li Îranê bêdeng nemînin.
Rêxistinê her wiha xwest ku rayedar û berpirsên ku di binçavkirina kêfî, îşkenceyê, înkarkirina lênihêrîna bijîşkî û darizandina mamosteyan de beşdar bên cezakirin.
Li gorî raporê, çarçoveya dermankirina mamosteyan li bajarên biçûk, ji dozên tomarkirî berfirehtir e. Çavkaniyên agahdar ji rêxistinê re gotine ku hejmarek mamoste li bajarên wek Arak, Zerrîn Deşt, Qir û Karzin, Darab, Bojnourd, Sonqor, Gachsaran, Mahabad, Izeh, Khaf, û Noorabad Mamasanî hatine girtin an jî bi cezayên dadwerî re rûbirû mane, lê gelek ji van dozan qet di medyayê de nehatine ragihandin.
‘Girtî bi zext û kêşeyan re rûbirû ne’
Di rapora ku ji aliyê Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê ve hatiye weşandin, navên bi dehan mamoste û çalakvanên sendîkayan hene. Fatimê Zareyî, Celîl Şîrdel, Esmaîl Xudayari, Kiomars Vaezî, Hemîd Rehmetî, Ebolfezl Rehîmîşad, Arman Şapûrî, Abdolreza Gandahari, Arash Nikkho, Regahi, Kogaday, Taherî, Elî Şameîlî, Mestûra Nerîmanî, Emîr Rehîmî, Emîne Bayrakdarî, Husên Remezanpûr, Ezîz Îsmaîlî, Ezatullah Sadeqî, Elî Ehmedî, Bextiyar Rezvanî, Mecteba Îravî, Zehra Arefimehr, Yousef Emînî, Hadî Celalî, Muhammed Rehmedî, Hadî Celalî, Mihemed Riha Ehmedî, Azade Salekî, Reza Muslimî û Sabah Valdbeîgî, çend ji wan in.
Di beşeke din a raporê de behsa tundkirina zextan li ser hinek mamostayên girtî hatiye kirin. Di nav wan de Mesûd Ferhîkte ku çalakvanekî sendîkaya mamosteyan e, ku li gorî rêxistinê, di mehên dawî de çend caran hatiye veguhestin bo hucreyên yekkesî û ji têkiliya bi malbata xwe re hatiye bêparkirin.
Abolfazl Xoran, çalakvanekî din ê sendîkaya mamosteyan ku li Girtîgeha Arakê girtî ye, tevî ku pêdivî bi emeliyat û dermankirina taybetî heye jî, hîn jî ji xizmetên bijîşkî bêpar e.
Rêxistinê ev zext wek beşek ji siyaseta komara Îslamî binav kir
Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê girtinên berdewam, dayîna cezayên giran, bêparkirina ji dermankirina bijîşkî û zextên li ser mamosteyên girtî, wek beşek ji siyaseta rêxistinkirî ya Komara Îslamî ya sînordarkirina çalakiyên sendîkaya mamosteyan û sivîl piştî xwepêşandanên 2025’an nirxandiye.
Konseya Hevrêzkirina Sendîkayên Mamosteyên Îranê berê daxuyaniyek weşand û tê de zêdebûna pevçûnên dadwerî û ewlehiyê yên bi çalakvanên sendîkaya mamosteyan re şermezar kir. Konseyê got ku di demekê ku civak ji her demê bêtir hewceyî diyalog û balkişandina ser daxwazên debara jiyanê û perwerdehiyê ye, pêvajoya vekirin, girtin û dayîna cezayên giran li dijî çalakvanên sendîkaya mamosteyan berdewam dike.