Êrîşên ser Xezayê didomin: 16 kes hatin kuştin
Saziya Parastina Sivîl a Xezayê ragihand ku di êrişên hewayî yên Îsraîlê yên şevê din ê li ser Xezayê de 16 Filistînî hatine kuştin û bi dehan jî birîndar bûne.

Navenda Nûçeyan – Ajansa Nûçeyan a Filistînê (WAFA) jî diyar kir ku balafirên bê mirov ên bi çek ên Îsraîlê deriyê têketina bajarê Dêr Belehê yê naverasta Xezayê zêdetirî 5 caran bombebaran kiriye. WAFA’yê da zanîn ku di encama vê bombebaranê de 10 Filistînî hatin kuştin û hin din jî birîndar bûn.
Hêzên Îsraîlê li nêzî xaçerêya Ebdulal a kolana Cela ya li Xezayê avahiyek bombebaran kir, di encamê de zarokek di nav de 3 Filistînî hatin kuştin.
di encama bombebarana li herêma kampa Rojava ya li Xan Yûnisê jî 2 zarok hatin kuştin û bavê wan jî bi giranî birîndar bûye.
Li gorî daneyên dawî yên Wezareta Tenduristiyê ya Xezayê, ji Cotmeha 2023'an û vir ve 53 hezar û 762 kes hatin kuştin.