Êrîşên li Kordofan û Nîlê Spî: Divê tedbîrên lezgîn bên girtin

Êrîşên Hêzên Pişgiriya Lezgîn, alozıya mirovî û ewlehiyê kûr kiriye, ev êrîş rê li ber koçberkirina bi sed hezaran mirovan vedikin. Dibistan û tesîsên tenduristiyê hatin hedefgirtin û hejmara mirî û birîndaran her diçe zêde dibe.

Navenda Nûçeyan – Li herêma Kordofan û Eyaleta Nîlê Spî ya Sûdanê rewşa mirovî û ewlehiyê her diçe xirabtir dibe. Ev rewş rê li ber pêla koçberıyê ya bajar û gundên ku ji êrîşên Hêzên Piştgiriya Lezgîn (RSF)’ê bandor bûne vedike.

Tora Bijîşkên Sûdanê, diyar kir ku di encama êrîşa hewayî ya RSF li dijî navenda tenduristî û amadeyiyê li Eyaleta Nîlê Spî de, hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane giha 17’an û diyar kir ku di nava vê hejmarê de xwendekar, mamoste û xebatkarên tenduristiyê hene. Di daxuyaniyê de hate destnîşan kirin ku di nava birîndaran de zarok û jinên ku rewşa wan krîtîk hene.

Êrîş mirovan neçarî koçberiyê dikin

Hedefgirtina tesîsên ku personelên tenduristiyê û xwendekar lêne, mînaka ku bêyî guh bidin hiqûqê rasterast sivîlan dike hedefe. Di daxuyaniyê de hişyarî hate dayîn ku dibe ku ev êrîş nifusa li herêmî zorî koçberbûnê bike. Di daxuyaniyê ji bo parastina tesîsên tenduristiyê, perwerde, cihên sivîlan û hesabdayînan berpirsan banga girtina tedbîrên lezgîn hate kirin.