Êrişên li dijî çapemeniya Kurd wê li Ewropayê werin şermezarkirin

Êrişên polîsan ên li ser studyoyên Stêrk TV û Medya Haber TV wê bi mîtingên li Fransa û Belçîkayê werin şermezarkirin.

Navenda Nûçeyan – KCDK-E û TJK-E'yê li dijî operasyona li ser Stêrk TV û Medya Haber TV ku dengê gelê Kurd in, wê di 27’ê Nîsanê de li Fransa û Belçîkayê çalakiyên şermezarkirinê li dar bixin. Di daxuyaniya nivîskî de bal hat kişandin ku sibeha 23'ê Nîsanê operasyona li Belçîkayê ya li dijî çapemeniya Kurd, li Fransayê jî serdegirtina Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Drancy û malên endamên wê, êrîşeke birêxistinkirî ya li dijî gelê Kurd e.

Her wiha hat destnîşankirin ku di demeke li erdnîgariya Kurdistanê êrîşên dagirkeriyê tên kirin de, Fransa û Belçîkayê li ser berjewendiyên qirêj avêtine ser studyoyên Stêrk TV û Medya Haber TV û bi rengekî eşkere bêhiqûqî kirine.

Di daxuyaniyê de serdegirtina televîzyonên Stêrk TV û Medya Haber TV hat şermezarkirin û bang li dewleta Belçîkayê hat kirin ku dest ji kiryarên xwe yên çavtirsandinê berde.

Banga beşdariya mîtîngê

Bi navê KCDK-E û TJK-E'yê bang li gelê Kurd hat kirin ku li Fransa û Belçîkayê beşdarî mîtîngên navendî bibin.

Têkildarî cihê çalakiyê jî ev agahî hat dayîn: “27'ê Nîsana 2024’an, saet di 13:00 de li Palaîs de Jûstîce li Place Poelaert 1, 1000 Bruxelles e.”