Êrîşên DYE û Îsraîlê li hember Îranê dijwar dibin
DYE û Îsraîl, bi çekên giran êrîş bir ser gelek bajarên Îranê ku Tehran jî di nav de ye. Di êrîşan de fermandarên asta jor û derdorên nêz ên Xamaneyî mirin.
Navenda Nûçeyan – Di saetên vê sibehê de, êrîşên DYE û Îsraîlê li dijî Îranê dijwar bûn. Tehran di nav de, navendên eyaletên din, bûn hedefa êrîşên DYE û Îsraîl ên balafirên şer, balafirên bê mirov û fuzeyan.
Li gorî raporên hatine weşandin, tenê di 30 kêliyan de Tehran 34 car hate hedefgirtin. Di êrîşan de navendên siyasî, leşkerî, baregeh û malên fermandarên asta jor yên rejîma Komara Îslama Îranê bûn hedef.
Li gorî nûçeyên ji herêmê tên, Radyo û Televîzyona Komara Îslamê jî di nava hedefên êrîşan de cihên xwe girt. Tehran, Ahvaz, Çabahar, Tebrîz, Urmiye, Şîraz, Sine û Kirmanşan tevî şevê û îro rastî êrîşên çekên giran hatin. Muhafizên Şoreşa Îranê, bi daxuyaniyek nû piştrast kir ku fermandarên asta jor û hinek kesên nêzî Xamaneyî, mirine. Muhafizên Şoreşê, hûrgilî, cih û dem diyar nekir û da zanîn ku 7 fermandarên asta jor mirine.
‘Li ser masê 3 bijartekên gelek baş hene’
Serokê DYE’yê Donald Trump di roportaja dayî New York Times’ê de têkildarî geşedanên li Îranê ragihand ku ‘Li ser mase sê bijartekên gelek baş hene.’ Trump her wiha piştî girtina Maduro modela Venezuela wek ‘senaryoyek bê qusur’ bi nav kir. Trump derbarê berfirehî û xisara êrîşan de got: “Ew dixwazin hevdîtin bikin. Min qebûl kir. Ezê bi wan re hevdîtinê bikim. Diviya bû ev kar hê zutir kiriban. Ya gelek pratîk û asan divê hê zûtir kiriban.”
Regeşiya Îsraîl û Lubnanê
Li beramberî vê, Sekreterê Giştî yê Konseya Bilind a Ewlehiya Neteweyî ya Îranê Elî Laricanî, di bersiva li ser medyaya dijîtal dayî de wiha got: “Îran hevdîtinê li gel DYE’ê nake.” Dema ev daxuyanî dihat dayîn, Hizbullaha Lubnanê tevî şevê gelek roket avêt Îsraîlê, bi vê helwesta xwe ragihand ku li hember Îsraîlê şer îlan kiriye. Îsraîlê jî wek bersiv, başûrê Lubnanê kir hedef. Wezareta Tenduristiya Lubnanê ragihand ku di êrîşan de 31 kes mirine û 149 kes birîndar bûne.
Belavbûna êrîşan a li herêmê
Ev pêngava Hizbullah û êrîşên bersivdayînê yên Îsraîlê, xeteriyên belavbûna şer û vegera şerek berfireh a di asta herêmî de zêdetir kir.
Di heman demê de êrîşên li dijî Haşdî Şabî ya li Iraqê li herêmên cûda didome û heta niha gelek endamên wan mirine.
Êrîşên Îranê yên bersivdayînê li Welatên Kendavê yên Ereb û Îsraîlê didome. Bahreyn, Yekîneyên Emîrtiyên Ereb, Erebistana Sûdî, Qeter, Urdun, Iraq û Rêveberiya Herêma Kurdistanê ya Iraqê di nava hedefên êrîşan de cih digre, vê êrîşê rê li ber zirarên cidî yên malî vekir.