Êrişên Îsrailê li ser Xezayê di roja 410’an de ye

Hejmara kesên ku jî 7’ê Cotmeha 2023’an vir ve di êrişên Îsrailê li ser Zîvala Xezayê de jiyana xwe ji dest dane, di nava 24 saetan de 50 zêde bû û gihîşt 43 hezar û 972’an.

Navenda Nûçeyan- Wezareta Tendirûstiya Filistînê ya li Xezayê daxuyaniyek nivîskî weşand û der barê bilançoya êrişên Îsrailê ku ev 410 rojin li Zîvala Xezayê berdewam dike de agahî da.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku Îsrailê di nava 24 saetên dawî li herêmên cûda yên Zîvala Xezayê ‘3 komkujî’ pêkanî û 50 kesan jiyana xwe ji dest dane, 110 kes jî birîndar bûne. Hejmara kesên ji 7’ê Cotmeha 2023’an vir ve di êrişên Îsrailê li ser Zîvala Xezayê de jiyana xwe ji dest dane gihîşt 43 hezar û 972’an, hejmara birîndaran jî bû 104 hezar û 8.

Wezaretê di daxuyaniyê de cardin dubare kir ku hê dibin xirbe û li kêleka riyan de cenaze mane, lê belê ji ber astengiyên hêzên Îsrailê tîmên tendirûstiyê û hêzên parastina sivîl nikarin xwe bigihînin cenazeyan.