Pêyama jinên Êlihê zelal e: Ewil tecrîdê rakin
Jinan di mîtinga Êlihê de bal kişandin ser aştî û azadiyê û gotin: “Yên ku dibêjin aştî divê gavên ji dil bavêjin û ewil tecrîdê rakin.”
MEDÎNE MAMEDOGLU
Êlih – Mitînga “Demokrasî û Azadiyê” ya Platformên Saziyên Demokratîk li Êlihê bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan, çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd û bi dawî anîna qeyûman di 17’ê mijdarê de li Êlihê hate li darxistin. Bi dehhezaran kes beşdarî mitîngê bûn.
Jinên beşdarî mîtingê bûne bal kişandin ser aştî û îradeyê û destnîşan kirin ku gelê Kurd aştiyê dixwazin û gotin: “Ger ew jî aştiyê bixwazin, bila tecrîdê rakin û dawî li qeyûman bînin.”
‘Divê tecrîd bi dawî bibe’
Di qada mîtingê de ji jinên ku me mikrofon dirêjî kirî Hayat Aktaş wiha got: “Îro li dijî tecrîdê û qeyûman ji bo em bibin yek deng em hatine vêderê. Em bi eşkere dibêjin em van qeyûman qebul nakin. Li dijî vê têkoşîna me wê bidome. Ev neheqî û zilim ev bi salane didome. Tu heqek wan yê vê bikin tune ye, lê belê heqê xwe jî nas nakin. Bila êdî dest dirêjî îrade û azadiya me nekin. Em tecrîda li Îmraliyê qebûl nakin. Divê Rêber Apo ji demek ya din zutir ji girtîgeh û qada tecrîdê were derxistin. Dest dirêjî her tişta ku îradeya gelê Kurd e dikin. Em dibêjin êdî bes e. Em şer naxwazin û naxwazin kes bimire. Tenê em dixwazin tecrîd û şer bi dawî bibe. Divê îro li welat her kesê daxwaza vê dikin têbikoşin.”
‘Îro dibêjin aştî, roja din qeyûm tayîn dikin’
Muzeyyen Karakoç wiha got: “Me ji bo şaredariyan bi rojan bi mehan me li temenê xwe meyze nekir, me xebat da meşandin. Niha tên dibêjin me qeyûman qebul bikin, lê em qebul nakin. Em jin li hemberî vê xesb û dizîtiyê bêdeng nabin. Ev qeyûm ji tecrîdê ne qut e. Ji ber tecrîd heye qeyûm tayîn dikin. Dibêjin aştî û qeyûm diavêjin. Gotinên aştiyê ji dirûtî ye. Îro dibêjin aştî sibê jî qeyûm tayîn dikin. Aştiya wan ji xeynî zilm û dizîtiyê ne tiştek din e. Beriya çend salan dema gotin aştî me dît çi qewimî. Mirovan yan qetil dikin yan ji dixin girtîgehan. Em aştiyek wisa naxwazin. Ev gel aştiyek ji dil û destek ji dil dixwazin. Ev gel ji xeynî aştiyê tiştek din naxwaze. Tank û topên wan hene, îradeya me heye. Îro her aliyê me bi tang û topan hatiye pêçan. Dema em li ber wan de derbas dibin ji ken û dirûşmeyek ya me ditirsin. Tilîliyên ku em di avêjin li zora wan diçe. Em naxwazin êdî kes bimire. Wê ev zilm heta kengê bidome? Hê zêdetir berdewam nabe. Aştî bila zû pêk were.”
‘Em ê dest ji têkoşînê bernedin’
Halîme Demîrel jî diyarkir ku di aştiyê de bi israrin û wiha got: “Naxwazin li gel vî gelî aştiyê pêkbînin, tenê dixwazin zilmê li vî gelî bikin. Her tim ji têkoşîna vî gelî dihesidin. Dema em dibêjin mirovatî, ew dibêjin şer, ew bi tang û topan tên ser me. Ji kevirê ku zarokên me diavêjin ditirsin. Ji mirovatiya me ditirsin. Ez ji bo aştiyê li vê derê me. Bila hemû ciwanên me êdî azad bin. Ez dayîka girtiya me, bila êdî deriyê girtîgehan were vekirin. Ger ji me ne tirsiyaban îro wê ne tecrîd berdewam bikira, ne jî wê qeyûm tayînî şaredariyan kiriban. Çi dibe bila bibe em li hemberî van zextan serî natewînin. Em ê tu caran dest ji vê têkoşînê bernedin.”
‘Bila deriyê girtigehan bên vekirin’
Meryem Aktaş da zanin ku li dijî tecrîdê wê tekoşina xwe bilind bikin û got: “Ev gel qeyûm, şer û kaosê naxwaze. Bi salan e em aştiyê dixwazin. Divê tecrid bê rakirin û deriyê girtigehan bên vekirin, ew çibikin bila bikin ev gel dest ji doza xwe bernadin. Bila êdî vê fêm bikin. Heta ku ev can û ev ruh hebe, em ê têkoşina xwe bidomînin. Ew qeyûm tayîn bikin û tecridê bidomînin jî em ê serî netewînin, hertim em ê tekoşinê bidomînin.”
‘Divê herkes xwedî li vê îradeyê derbikeve’
Îsmet Ozturk destnîşan kir ku divê ev têkoşîn ji aliyê beşên hê berfireh tir ve xwedî lê derbikevin û wiha got: “Îro ne tenê ji bo qeyûn, ji bo gelek tiştan em bêjin ‘raweste’ em hatine vêd erê. Gelê Êlihê bi rojane li qadan e, xwedî li îradeya xwe derdikeve. Divê hemû kes bibe dengê vê xwedî derketinê. Ger dewlet dibêje aştî, divê ewil tecrîda li Îmralî rake. Piştre daxwazên vî gelî qebul bikin. Ji Kolnê heta Êlihê daxwaz heman in. Ez mînetdarê hemû kesên bûye dengê me ne. Divê hemû kes ji vê zilmê re bêje raweste. Êdî bese! Em tenê dibêjin aştî, ji derveyî wê tiştek ku em bêjin tune ye.”