Çîroka Nejlaya ji Serêkaniyê: Şer, koçberî û girtîgehên Tirkiyeyê
Nejla Silêman a neçarî koçberiyê dibe, bavê wê bi pismamê wê re dizewicîne. Li Tirkiyeyê di dema ducanîbûnê de tê binçavkirin, sê mehan di girtîgehê de bi sûcdariya ‘terorê’ tê girtin. Nejla dibêje ku cihê Tirk û çete lê bin, tu ewlehiya jiyanê tuneye.

SORGUL ŞÊXO
Zirgan – Çîrokên jinan bi dawî nabin, bi taybetî di şer û krîzan de. Her jinek dikare bi dehan doz li dijî dagirkeriya Tirk, li dijî sûc û binpêkirinên dagirkeriyê kirine, veke û banga darizandinek adil bike. Nejla Silêman a 26 salî ji gundê Bab El-Xêr ê Serêkaniyê ye. Ji ber erkê xwe yê welatparêziyê, di nav şoreşê de cih digre. Du salan di trafîka Kantona Cizîrê de li bajarê Zirganê dixebite. Nejla û malbata xwe ji ber êrîşên dagirkeriya Tirk, neçarî koçberiyê dibin û gundê xwe terk dike.
Piştî terikandina gund serpêhatiya Nejla destpê dike.
Hevokek berî 6 salan hatiye gotin: Çend roj paşê wê rizgar bikin û em ê veger in
Nejla dibêje ku bi hêviya di nava çend rojan de êrîş bi dawî bibin û careke din QSD herêmê rizgar bike, tevî kincên li xwe ji mala xwe derketine û wiha didomîne: “Dagirkeriyê mala me şewitand, topek li odeya birayê min ê şehîd xistin. Şewitandin, dizîn û yê din jî wêran kirin.”
Ji ber ku malên kirê tunene, malbata Nejla berê xwe dide dibistanan, salek di dibistanan de dimîne. Nejla dibêje ku di vê navberê de pismamê wê hatiye xwazgîniya wê. Nejla got ku bavê wê ew wekî ‘diyariyek’ dide pismamê wê, sedem jî spart êrîşên dagirkeriya Tirk. Zewaca Nejla zewacek bê cilê bûkaniyê, bê dawet û bê mal bû.
28 roj piştî ku dizewicin, ji ber êrîşên berdewam ên li ser herêmê berê xwe didin Tirkiyeyê. Li wir Nejla hîn dibe ku ducanî ye. Di wan rojan de sê leşkerên Tirk tevî çekên xwe êrîşê mala ku lê dimîne dikin.
Girtin û tewanbariya ‘terorê’
Leşker wê digrin û ber bi girtîgeha Îzmîrê ve dibin. Nejla got ku wê sê rojan qet tîrêjên rojê nedîtiye û tenê dengê melayê ku azan dida, bihîstiye. Piştî demekê, saet di 12’ê şevê de dadgeha wê destpê kiriye, di rapora hatibû amadekirin de bi hinceta ku endama QSD’ê ye hatibû dîlgirtin. Lê piştî ku îspatkir ku tu têkiliyê wê bi QSD’ê re nîne dadwer beraeta wê dide.
Wê birin girtîgeha biyaniyan
Nejla xwest ku li dijî ajanek MÎT’ê raporek derewîn derheqê wê de daye, doz veke. Lê MÎT’a Tirk bi doza ku dê vekira hesiya. Ji lewre ew careke din tê girtin û nivîsên bi zimanê Tirkî ku Nejla jê fêm nake, didin îmzekirin. Nejla got: “Min nizanîbû çîrok çi ye, min got qey îmze bikim ez ê biçim mal. Lê vê carê berê min dan avahiyên biyanî ku piştre min fam kir ev cihê kombûna biyaniyan e, li Îzmîrê. Min xistin odeyeke qirêj, lawir jî nikaribûn lê bijîn.”
Piştre di navbera bijarteyên vegera Sûriyeyê û mayîna di avahiyên biyanî de heta ku zaroka wê çêbibe û piştre biçe cem hevjînê xwe, Nejla vegera Sûriyeyê bijart. Lê dema ku wê dişînin Dîlokê, matmayî dimîne lewre xwe di lîsteya terorê de dibîne. Nejla got ku êdî ew ne dikare vegere Sûriyeyê û ne jî biçe mala hevjînê xwe yê li Tirkiyeyê.
Vegera Sûriyeyê
Nejla careke din tê girtin, di girtîgehê de nexweşiya derûnî pê re çêdibe. Dema ku serê xwe li dîwar dide û cilê xwe diçirîne, leşker tên wê dibin cem bijîşkeke derûnnas. Bi rapora ku bijîşk amade kiriye diyar dibe ku nexweşiyên derûnî pê re çêbûne. Ew rapor dibe alîkar ku dagirkeriya Tirk wê ji girtîgehê berde. Di riya deriyê sînorî yê Bab El-Hewa ya bajarê Idlibê re, vedigere Sûriyeyê.
Nejla li ser binpêkirina mafên mirovan li girtîgehên Tirkiyeyê tên kirin got ku “ew sûcên li dijî mirovahiyê pêk tînin. Çawa dikarin ewqas zext li jinek ducanî bikin û wê bi terorîzmê tawanbar biki?”
‘Vegera me bi vekişandina dagirkeriya Tirk pêkan e’
Nejla da xuyakirin ku wê hêvî nedikir rojek jî dûrî axa xwe biçin. Lê îro 6 sal derbas dibin dûrî warê jidayîkbûna xwe ne. Vegerek bi ewle xewna her jin, zarok û kesên extiyar e.
Nejla daxwaza pêkanîna peymana 10’ê Adarê bendê vegera koçberan dike ku bi şertê careke din herêmên dagirkirî bikevin bin kontrola Rêveberiya Xweser. Di heman demê de daxwaz kir ku tu çeteyên dewleta Tirk jî li gund û bajarên wan nemînin.
Ji lewre Nejla li ser vegerê dibêje: “Vegera me bi vekişandina dagirkeriya Tirk pêkan e. Eger Tirk ji bajarên me venekişin, qet nabe ku em vegerin. Tirk ji me re qesran ava bikin jî li Serêkaniyê û ew hê li wir bin, em bi vegerê nerazî ne.”
‘Jiyana di bin rêveberiya çeteyan de bêrûmetî ye’
Nejla Silêman wiha didomîne: “Jiyana di bin rêveberiya çeteyan de bêrûmetî ye. Em vegerin wê çete me jî beramberî pereyan bifroşin. Heta ku Tirkek li Serêkaniyê bimîne, ez vê vegerê napejirînim. Azadiya jinan wê were têkbirin, bêrûmetî bibe û azadiya wan a fîzîkî jixwe tuneye. Wê gelek pirzewacî çêbibin, hevberdan û zewicandina jinan li gorî kêfa wan be û destên xwe dirêjî her hûrguliyê bikin. Ji ber ew teror in û bi nave ola îslamê xwe veşartine. Ger ola îslamê fêm kiribûna wê baregehên xwe yên leşkerî li ser goristanên şehîdên me çênekiriban.”
Polîtîkayên li herêmên dagirkirî û li Sûriyeyê yek in
Nejla dibêje ku çeteyên li Serêkaniyê û çeteyên ku giştî Sûriyeyê birêve dibin, di encamê de girêdayî dewleta Tirk a dagirker in, ji lewre siyaseta paşguhkirina rola jinan û qelskirina ewlehiyê jê re li herêmên dagirkirî, heman polîtîkayên li herêmên hikûmeta demkî ya HTŞ’ê jî tên meşandin in.
Nejla di dawiyê de azadiya fîzîkî ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, hêviya vegerê û vekişandina dagirkeriya Tirk ji axa wan, xwest.