Li Sudanê jinên girtî ji mafê darizandineke adil bêpar dimînin
Çavdêriya Neteweyî ya Mafên Mirovan a Sûdanê diyar kir ku jin bêyî darizandinek adil di navendên di bin kontrola leşkerî de têne girtin û daxwaz kir ku dawî li girtinên keyfî were û destûr bê dayîn ku girtî bigihîjin malbat û parêzerên xwe.
Navenda Nûçeyan – Çavdêriya Mafên Mirovan a Neteweyî ya Sûdanê li ser raporên ku dibêjin gelek jin bi tohmeta "xiyanet" û "hevkariyê" di navendên ewlehiyê yên di bin kontrola artêşa Sûdanê de têne girtin, nîgeraniyeke kûr nîşan da. Wê diyar kir ku jinên girtî ji mafê darizandineke adil bêpar dimînin û destûr nayê dayîn ku bi malbat an parêzerên xwe re têkilî daynin.
Di daxuyaniyekê de ku îro hat weşandin, Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûdanê tekez kir ku girtina jinan bêyî darizandineke adil "binpêkirineke eşkere" ya garantiyên qanûnî û prensîbên mafên mirovan e. Daxuyaniyê fikarên cidî li ser ewlehiya fîzîkî û psîkolojîk a jinan, şert û mercên girtina wan anî ziman û destnîşan kir ku bêparkirina wan ji mafên bingehîn fikarên cidî çêdike.
Çavdêriyê bang li rayedarên Sûdanê kir ku jinên girtî yên bi awayekî keyfî tavilê berdin an jî rê bidin ku ew li dadgehên vekirî û adil li gorî qanûnê werin darizandin. Her wiha daxwaz kir ku mafê jinan ê ragihandina bi malbat û parêzerên xwe re bêyî sînorkirinan were garantîkirin.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku divê Sûdan pabendî erkên xwe yên di bin qanûna mirovî ya navneteweyî de be û hat gotin ku berdewamiya van pêkanînan zirarê dide wêneya navneteweyî ya welêt û êşa sivîlan ji ber şerê ku ji sala 2023’an vir ve berdewam dike, kûrtir dike.