Çileya jîngehparêzan: Li Sineyê di riya azadiyê de peymana nû
Çil rojiya Hemîd Moradî, Xebat Emînî û Çiyako Yûsufnejad bi merasîmek bi heybet li Sine hate bîranîn. Di merasîmê de ku malbat, jin û çalakvanên jîngehê beşdar bûn, peyamên yekîtî, hevgirtinê û azadiyê derketin pêş.

Sine – Duh Goristana Beheştî Muhammedî li Sine mazûvaniya çil rojiya şehîdên jîngehparêz Hemîd Moradî, Xebat Emînî û Çiyako Yûsufnejad kir. Malbatên şehîdan û her wiha gelek jin û çalakvanên jîngehê ji bajarên cûda yên Sine û Rojhilat beşdarî merasîmê bûn. Bîranîna ku di atmosferek biryardariya têkoşînê de hate lidarxistin, sembola nûkirina soza ku ji bo rêya azadiyê hatiye dayîn bû.
Merasîm saet di 4’an de dest pê kir û du saetan dom kir. Bi dirûşme, helbest û stranan hate pêşkêş kirin. Axaftinên jinan girîngiya berdewamiya rêya şehîdan tekez kirin û ji bo pêşîgirtina li karesatên jîngehê banga yekîtî û hevgirtinê kirin.
Şehîdên Serhildana Jin Jiyan Azadî bibîr anîn
Dayikên Aştiyê û çalakvanên jin ên ji Sine jî beşdarî merasîmê bûn, piştgiriya xwe ji bo malbatên şehîdan dubare kirin û şehîdên Jin, Jiyan û Azadî bi bîr anîn. Di daxuyaniyekê de, çalakvanên jin ên ji Sine gotin, "Bi yekîtî û hevgirtinê, em dikarin pêşî li karesatên wiha bigirin. Pêşîlêgirtina karesatên jîngehê bi berdewamî gotin û şopandina daxwazên me mimkun e."
Têkoşîna hevpar a jîngehparêzan
Di dawiya merasîmê de, nivîsek ku ji hêla çalakvanên sivîl û jîngehê ve hatibû amadekirin bi beşdaran re hate parvekirin. Di nivîsê de daxwazên wekî piştgiriya malbatên şehîdan, parastina mafên kesên ku jîngeh û welat diparêzin, misogerkirina şefafiyetê di pêvajoyên karesatên jîngehê de, pêşîgirtina li şewatên bi zanebûn, avakirina navendên vemirandina agir ên bi amûrên taybet li Abîderê û pêşvebirina hişmendiya jîngehê hebûn. Nivîs bi îmzeyên hem jin û hem jî mêran hate pejirandin ku îradeyek hevpar di têkoşîna jîngehê de nîşan dide.