Destkeftiya welatîbûna azad a jinan di hedefê de ye
Zagona Medenî ya ku bi têkoşîna jinan madeyên wê bi hêz bûn, bi nîqaşên guherîn û sernavên êrîşan dikeve 100 saliya xwe. Parêzer Hulya Gulbahar bal kişand ku têkoşîna wan rasterast ji statuya welatîbûna wek hev bi bandor bûye û bi pêş ketiye.
ELÎF AKGUL
Stenbol – Zagona Medenî ya ku jiyana civakî sererast dike û zêdetir jî jinan kiriye xwedî statuya welatîbûna wekhev 17’ê Sibata 1926’an ket meriyetê. Di sala 2001’ê bi têkoşîna jinan hevoka “mezinê malê mêrê malê ye” hat rakirin; ji bo hevjînan, di zewacê de mafê gotina wekhew hat dayîn. Şertê zewacê ji bo jin û mêr, bi şertê ku ketibin 18 saliya xwe ve hat girêdan.
Di 25 salên derbasbûyî de, bi dayîna rayeya birandina mehrê ji aliyê miftiyan ve, êrîşên li ser paşnavê jinê, bi xutbeyên Wezareta Karên Diyanetê, mafê mîrasê yê jinan hat nîqaşkirin, Zagona Medenî bû hedef.
Zagona Medenî bi ketina 100 saliya xwe, li ser rola dîrokî ya zagonê û nîqaşên ku di demên dawî de li ser guherînê tên kirin, careke din ket rojevê. Parêzer Hulya Gulbahar ji ajansa me re axivî got ku Zagona Medenî ji aliyê pergala laîk a hiqûqê û welatîbûna azad ve metneke esasî ye û diyar kir ku divê nîqaşên li ser Zagona Medenî bi sernavên laîkbûn û wekheviyê re were destgirtin û got: “Zagona Medenî tunebe, laîkbûn nabe, laîkbûn nebe, civakeke medenî û pergala malbatê nabe.”
Zagona ku civakê bi rêkûpêk dike: Zagona Medenî
Hulya Gulbahar bi gotinên; “Zagona Medenî ya di sala 1926'an de hat pejirandin, zagona bingehîn a pergala hiqûqa laîk a Tirkiyeyê, kevir û stûna bingehîn e” bal kişand ku di zagonê de jiyana civakî hatiye bi rêkûpêkirin û wiha domand: “Zagona Medenî tenê ne malbatê, diyar dike ku jin û mêr weke welatiyên wekhev di civakê de cihê xwe digrin. Ji ber wê havêna hemû zagonên ku dûre ji bo jiyana civakî hatin derxistin Zagona Medenî ye. Di Zagona Medenî ya di sala 1926'an de hat derxistin û bi guherînên ku heta sala 2000’î çêbûn, me yek ji zagonên medenî yên di cîhanê de herî xweşik e ava kir. Lê ji roja ku hatiye pejirandin ve heta niha, êrîşên li ser domiyan û di van 30 salên dawî de zêdetir bûn. Di sala 2026’an de ku em hewl didin sedsaliya Zagona Medenî pîroz bikin, êrîşên li ser zagonê zêde bûne, ev yek tesadufî nîn e. Lewre bi Zagona Medenî re modela ku xwe disperse layiqbûn û serdestiya gel û wekheviya welatiyan, di bin êrîşeke giştî de ye. Ger layiqbûn di bin êrîşê de be Zagona Medenî di bin êrîşan de ye. Ger Zagona Medenê di bin êrîşan de be divê em bizanibin ku rêgeza layiqbûnê di bin êrîşan de ye.”
‘Zagona Medenî tê wateya ku gel bi xwe zagonê çêkiriye’
Hulya Gulbahar, got ku yek ji taybetmendiyên herî girîng ên Zagona Medenî, rêbaza wê ya derxistina zagonan e, diyar kir ku bingeha hiqûqê hakîmiyeta gel e, diyar kir ku qelsbûna vê rêgezê, bi mudaxeleyên li dijî Zagona Medenî ve girêdayî ye.
Hulya Gulbahar wiha berdewam kir: “Taybetmendiya herî girîng a ku Zagona Medenî ji jinan û welatiyan re aniye, ne guherînên ku hiqûqê ji bo hinek otorîteyan hatine kirin e. A girîng ew e ku gel bi xwe zagonan derxistiye, bi parlamentoya xwe derxistiye. Ev taybetmendiyeke pir girîng e. Mînak êrîşa herî mezin em li vê derê di warê pergala parlamenter a li Tirkiyeyê de dibînin. Pergala me ya parlamenteriyê veguherî çi? Veguherî pergala ku tenê mirovek li gorî xwe guherînan tesdîq dike. Parlamentoyeke ku bi rastî zagonê çêdike nîn e êdî. Ango yek ji perçeyên êrîşên li ser Zagona Medenî jî ew e ku mijara hakimiyeta gel êdî li Tirkiyeyê bûye mijara nîqaşê.”
Weje şertê welatîbûna wekhev Zagona Medenî
Hulya Gulbahar, diyar kir ku Zagona Medenî, hemû jiyana civakî li ser bingeha welatîbûna wekhev ava dike bal kişand ku derbasbûna ji hiqûqa olî, ber bi hiqûqa laîk û gerdûnî bi vê zagonê pêkan e.
Hulya Gulbahar wiha domand: “Xala duyemîn jî ew e ku xwedî pargala ku hemû jiyanê, jiyana siyasî jî di nav deli ser welatîbûniya wekhev ava kiriye. Zagona Medenî tê wateya mafê mîrasê, mafê zewacê, weke welatî, kirina karên hiqûqî. Ji ber wê me mezinbûna mêr, di sala 2000’î de bi Zagona Medenî da rakirin lewre em dikarin biguherînin. Ger metneke pîroz bûya me yê nikaribûya rakira. Me yê nikaribûya ji bo guhertimê teklîf jî bikira. Li Tirkiyeyê tevgera jinan jî pir zêde mudaxeleyê benda mezinê malbatê mêr e kir û guherand.
Ev tişteke pir girîng e. Qalibek cemedgirtî tune ye, qalibeke ku dikare were guherandin heye.”
Êrîşên li ser Zagona Medenî
Hulya Gulbahar, diyar kir ku di nîqaşên li ser mafên jinan û wekheviyê de piştî salên 2010’an pêvajo krîtîk bûye. Her wiha da zanîn ku daxuyaniyên serokwezîrê demê Receb Tayyîp Erdogan û gavên ku hatin avêtin di warê wekheviya jin û mêr de pêvajoyeke nû bi xwe re anîne û bal kişand ku bi têkoşîna tevgera jinan pêşî li van êrîşan hatiye girtin û wiha domand: “Li Tirkiyeyê piştî sala 2010’an, piştî civîna ku saziyên civaka sivîl ên jinan li Dolma Bahçeyê bi serokwezîr Erdogan re kirin, li wê derê gotibû; ‘ez ji xwe ji wekheviya jin û mêr bawer nakim.’ Ji wê demê û şûnve gavên ku hatin avêtin, bi lez bûn. Heta sala 2010’an gav bi gav êrîş li ser mafên jinan çêdibûn lê pêvajoya avakirina newekheviya jin û mêr piştî sala 2010’an dest pê kir. Ji ber ku ajanda neçarî bû, 6284 û Peymana Stenbolê bi pêş diketin derket lê tola wê bi kampanyaya kurtajê hat girtin. Xwestin kurtaj were qedexekirin lewre hê dema ku 6284 dihat çêkirin zagonek ku nedihat pejirandin bû. Ji ber wê niha nayê pêkanîn. Piştî 2010’an di pêvajoya newekhev a ku bi lez bû de, Zagona Medenî her dem bû hedef lê di encama têkoşîna jinan de hat paşxistin. Mijara guherîna Zagona Medenî, ji dema ku EŞÎK hat avakirin ve heta niha me bi derengî xist. Li gorî rewşa heyî, xwe amade dikin vê derxin bazarê û niha bi 12’emîn Pakêta Darazê re em li benda hukmên têkilarî Zagona Medenî ne lê ji pakêta 5’an ve me vê bi derengî xist. Ev yek bi saya hêza tevgera jinan a Tirkiyeyê hat paşxistin.”
‘Di sala 2026’an de em çima nefeqeya xizaniyê ya jinên veqetiyayî nîqaş dikin?’
Hulya Gulbahar, bal kişand ser nîqaşên li ser nefeqe, navbeynkarî û hevberdena bi lez, diyar kir ku pêkanînên weke navbeynkariya malbatê jî xetera derketina ji derveyî dadgehên serbixwe zêde dike û got:
“Di sala 2026’an de em çima li ser nefeqeya xizaniyê ya jinên veqetiyayî nîqaş dikin? Çima em li ser navbeynkariya malbatê nîqaş dikin? Di pergala ku di navbera newekhevan de hêza newekhev heye, li dijî patron kar, li dijî mêr jin, li dijî mezin zarok tên çewisandin de.”
‘Hevberdana bi lez ji bo mêran e
Hulya Gulbahar got ku yek ji mijarên di sala 2026’an de tê axaftin jî hevberdana zû ye û vê hişyariyê kir:
“Hevberdana bi lez, di mercên li Tirkiyeyê de ji bo mêran tê wateya ‘pergala te berda’ ya yek alî lewre bi daxwaznameyê dê hevberdan çêbibe. Nefeqe jî di nav de, hemû maf dê dûre werin nîqaşkirin. Li wê derê piştî ku hevberdan çêbibe, xanî ji ber ku piranî li ser malan tapûkirî ye, bêyî ku diyar bibe dê nefeqe çi be, di nava hefteyek de dê jin û zarok xwe li kolanan bibînin. Ji ber wê divê tu kes nekev kemîna hevberdana bi lez. Niha nîqaşên guherîna di Zagona Medenî û Hiqûqa Medenî de dê hem hiqûqê zêdetir li ser esasên olî, werin kirin hem jî mêrsalartir ku pergala mêr mezinê malê ye were rûniştandin. Bi vê yekê ji bo derketina ji derveyî hiqûqa bêalî û mekanîzmayên hiqûqê, em bi êrîşa weke mehra miftî re rûbirû ne. Ev di heman demê de li dijî pergala hiqûqa layiq êrîşeke mezin e û di sala 2026’an de, rasthatina sedsaliya Zagona Fermî tesadufî nîn e. Dixwazin rowanşa Zagona Medenî ya 1926’an îsal bigrin. Ji ber wê li rewşenbîr, hunermendên ku layiqbûnê dixwazin hewl didin dozan vekin. Van êrîşan hemû, bi hev re girêdayî ne. Êrîşa li dijî Zagona Medenî, êrîşa li ser pergala layiq, bi hev re ne. Divê herdu yek werin dîtin. Bêyî Zagona Medenî, layiqbûn nabe. Layiqbûn nebe civakeke medenî û pergaleke malbatê nabe.”
Guherîna li dijî Zagona Medenî: Mehra miftî
Hulya Gulbahar guherîna mehra miftî, ji aliyê pergala layiq ve weke şikestin bi nav kir, got ku guherînên wiha dê pêşî li gelek bêhiqûqiyan veke, bal kişand ku rêgeza hiqûqa layiq, ji aliyê rêgeza wekheviyê ve jêneger e û wiha bi dawî kir: “Yek ji mijarên ku herî zêde êrîş li ser hene ev e. Çima di sala 2017’an de mehra miftî anîn? Tam ji ber vê yekê. Hewl didin bikaranîna van mafên medenî bi mekanîzmayeke olî ve girê bidin. Ev gaveke biçûk nîn e. Tê wateya derbasbûna ji pergala daraza hiqûqê ya layiq ber bi pergala hiqûqa olî ve. Li welatekî tenê hiqûqek heye. Ew jî divê hiqûqa layiq be. Divê guherînên ku pêşî li pirqihûqiyê vedikin weke azadiya ol û baweriyê neyên dîtin. Aliyê herî girîng ê hiqûqa layiq, ew e ku bêyî cudakiya ziman, netew, zayend, meyldariya zayendî û nasnameya zayendî were kirin, hemû welatî li pêşiya zagonan û di pêkanînên fiîlî de xwedî heman pozîsyonê bin. Ger hûn maf bidin hinek cemaet û baweriyên ku vê pergala civakê ji hev vediqetînin, hûn ê welatîbûniya wekhev ji holê rakin.”