Çeteyên cîhadîst li Şêxmeqsûdê malên welatiyan şewitandin

Hat ragihandin ku çeteyên cîhadîst ên HTŞ’ê û dewleta Tirk malên welatiyan li taxa Şêxmeqsûd a Helebê şewitandine û li dijî sivîlan sûcên kuştin û revandinê pêk anîne.

Navenda Nûçeyan – Hat ragihandin ku çeteyên HTŞ’ê û girêdayî dewleta Tirk malên welatiyan li taxa Şêxmeqsûd a Helebê şewitandine.

Her wiha hat zanîn ku çeteyan sûcên wek kuştina li qadan, girtinên bi zorê û talankirina malên sivîlan kirine.

Çavkaniyan destnîşan kir ku çeteyên HTŞ’ê hîna jî rê nadin dezgehên çapemeniyê ku bikevin taxê, ji bilî yên girêdayî wan.