Çeteyên cîhadîst li Şêxmeqsûdê malên welatiyan şewitandin
Hat ragihandin ku çeteyên cîhadîst ên HTŞ’ê û dewleta Tirk malên welatiyan li taxa Şêxmeqsûd a Helebê şewitandine û li dijî sivîlan sûcên kuştin û revandinê pêk anîne.
Navenda Nûçeyan – Hat ragihandin ku çeteyên HTŞ’ê û girêdayî dewleta Tirk malên welatiyan li taxa Şêxmeqsûd a Helebê şewitandine.
Her wiha hat zanîn ku çeteyan sûcên wek kuştina li qadan, girtinên bi zorê û talankirina malên sivîlan kirine.
Çavkaniyan destnîşan kir ku çeteyên HTŞ’ê hîna jî rê nadin dezgehên çapemeniyê ku bikevin taxê, ji bilî yên girêdayî wan.