Çalakvanên Mexmûrê: Êrîşên li ser çand û zimanê me ji êrîşên fîzîkî xirabtire

Çalakiya nobetê ya li Wargeha Penaberan a Mexmûrê ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû destpêkirin, bi pîroz kirina Roja Zimanê Dayîkê ya Cîhanî û bi dewirgirtina koma 185’emîn de didome.

Mexmûr – Çalakiya Nobetê ya li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) ku di 20’ê Tîrmeha 2023’an de ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû destpêkirin, bi pîroz kirina Roja Zimanê Dayîkê ya Cîhanî û bi dewirgirtina koma 185’emîn de didome.

Beriya ku çalakî were dewirgirtin ji bo tevahî cangoriyên azadiya Kurdistanê deqeyek rêz hat girtin. Piştî rêzgirtinê li ser navê koma 184’emîn Ehmed Apaydin axivî.

‘Ger gelek bi ziman û çanda xwe neyê naskirin ji qirkirinê xirabtire’

Ehmed Apaydin di destpêka axaftina xwe de li ser Roja Zimanê Dayîkê ya Cîhanî axivî û wiha got: “Em wek çalakvanên Mexmûrê Roja Zimanê Dayîkê destpêkê li Rêber Apo û tevayî gelê Kurd pîroz dikin. Rêber Apo dibêje êrîşên qirkirinê li ser çand û zimanê me hat meşandin û ev êrîşên li ser çand û zimanê me ji êrîşên fîzîkî xirabtire. Ger gelek bi ziman û çanda xwe neyê naskirin ev rewş ji qirkirinê xirabtire. Li ser vê bingehê em tevayî şehîdên ku ji bo ziman û çanda xwe jiyana xwe fedakirî bibîrtînin.”

‘Hemû daxwaz û hêviyên me azadiya fizîkî ya Rêber Apo ye’

Ehmed Apaydin di berdewamiya axaftina xwe de diyar kir ku tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd nayê qebûl kirin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Ger azadî û aştî pêk were yê bi fizîkî azad kirina Rêber Apo re pêk bê. Em Rêber Apo wek Rêberê gelê Kurd dibînin. Hemû daxwaz û hêviyên me azadiya fizîkî ya Rêber Apo ye. Tu deverê cîhanê nayê qebûl kirin ku Rêberê wî di girtîgehê de be û ji bo gelê wî aştî bê xwestin. Heta ku Rêber Apo bi fizîkî azad nebe aştî nîqaş kirin bi sere xwe ji qirkirinê re bingeh avakirine û azadiya fizîkî ya Rêber Apo ji bo me ji her tiştî girîngtire. Herkesê ku xwedî wijdan û ji bo mafê mirovan kar dike pêwîste ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Apo jî têkoşîn bike.”

Merasîm bi dewirgirtina koma 185’emîn û bi dirûşmeyan dawî bû.