Dengê Jinê: Li Efganistanê dengê jinan vediguhere hêviyê
Li Efganistanê piştî şerê 20 salan, hê jinên ku ji bo rûmet û serxwebûna jinên din têdikoşin hene. Yek ji wan jinan Mîna Celal bi saziya ku bi navê ‘Dengê Jinê’ ava kiriye, hewl dide ji bo jinên xizan û bê ewle bibe hêvî.

BEHARÎN LEHÎB
Kunar – Piştî sala 2001’an li Efgansitanê bi armanca parastina mafê jinan gelek sazî hatin avakirin. Lê belê beşek ên rêveberiyên van saziyan, ne ji bo azadiya jinan, ji bo fonên projeyan bi dest bixin xebitîn. Ev rewş di dema hikumeta Hamid Karzai û Eşref Gani de bû sedemê zêdebûna gendeliyan. Di encamê de, tundiya li dijî jinan, zewaca bi zorê, întihar û cînayetên namûsê zêde bûn.
Lê belê cardin li welat jin û mêrên xwedî wijdan hebûn û hê hene. Ew ji bo azadiya jinan û li ser lingên xwe bi sekinin, jiyana xwe danîn holê û têkoşîn kirin. Ev jin, bawer dikin ku serxwebûna aboriyê bingehê azadiyê ye.
Mîna Celal yek ji van jinane. Ji 2018’an heta niha saziya bi navê ‘Dengê Jinê’ (Women’s Voices) rêve dibe, li herêmên cûda yên Efganistanê ji bo jin debara xwe bikin xebat dide meşandin.
‘Me xwe gihand gelek jinan’
Mîna Celal wiha got: “Armanca saziya me, alîkarîdayîna jinên xizan û zarokên bê xwedî ne. Piraniya xebatên me li ser perwerdeya pîşeyî ya dirûnê, alîkariya tenduristiyê û desteka diravî ye. Ji wîlayetên Nengarhar, Laghman, Kunar û Nuristan me xwe gihand bi sedan jinan. Zêdeyî 700 jinan ji projeyên me sûd wergirtin. Gelek jin êdî di aliyê aborî de dikare li ser lingê xwe bi sekine.”
‘Me ji bo zarokan kampên tenduristiyê ava kir’
Mîna Celal da zanîn ku projeyek din a wê li ser desteka tenduristiya zarokane û wiha got: “Me ji bo zarokên ku rewşa wan a aborî xirabe û nikarin biçin bijîşk kampên tenduristiyê ava kir. Kamp gelemperî di navbera du rojan heta hefeteyekê didome. Li gel bijîşkên me me tedawiya zarokan pêkanî.”
Mîna Celal anî ziman ku fêrkirina pîşe ji bo jinan, yek ji xebatên herî girîng yê saziyê ye û wiha got: “Me jin fêrî dirûn û nexşan kir, piştre me li gel şîrketên ku wan bixin kar de hevdîtin kir. Bivê sayê gelek jin dikarin nan bibin ji zarokên xwe re.”
‘Me alîkariya jinên birîndar kir’
Mîna Celal wiha behsa xebatên alîkariyê piştî erdheja Kunarê kir û got: “Me bijîşkên jin girt gel xwe, ji ber li wêderê destûr nîne jin biçin gel bijîşkên mêr. Sê rojan em li qadê man, şev û roj me alîkariya jinên birîndar kir. Destekek biçûk û bi wate bû.”
Mîna Celal destnîşan kir ku piştî erdhejê di gelek jinan de travmaya derûnî hate çavdêrkirin û got: “Jin ji ber hevjîn, mal û zarokên xwe winda kirine, di nava bêhêviyek mezin debûn. Hinek jê du canî bûn, hinekan jê zarokên xwe spartibûn axê. Êdî digotin na vegerin wan malan.”
‘Divê em jinên ji gundên dûr ji bîr nekin’
Mîna Celal herî dawî ev bang kir: “Divê her jinan xwendin û nivîsandinê dizane, mirovatiyê ji bîr neke. Dema alîkarî dikin divê li kêye mêze nekin, pêwîstiya wan bi çiqas alîkariyê heye temaşe bikin. Irq, herêm, mezheb ferq nake. Weke jin piştevaniya me cûdaye. Li her cihê em têde derbas dibin jin me hembêz dikin, pêşwazî dikin. Ev jî nîşan dide ku, ew me wek yek ji xwe dibînin. Divê em jinên li gundên dûr ji bîr nekin. Divê her alîkariya ji destê me were em bikin.”