33 rewşenbîrên ku li Sêwazê hatibûn qetilkirin hatin bibîranîn

Bi hezaran kesên li Sêwazê hatin ba hev, bi meşekê 33 rewşenbîrên ku li Otela Madimakê hatin qetilkirin bi bîr anîn. Di meşê de peyama ‘Wê Ronahiya Sêwazê nevemire’ hat dayîn.

Navenda Nûçeyan- 33 rewşenbîrên ku li Otela Madimakê ya li navenda Sêwazê hatin qetilkirin di 31’emîn salvegera xwe de hatin bibîranîn. Bi hezaran kesên bi pêşengiya Komeleya Çandê ya Pîr Sûltan Abdal (PSAKD) û Federasyona Hecî Bektaşî Velî hatin gel hev, li pêşiya Komeleyên Hecî Bektaşî Velî ber bi Hotêla Madimakê ve dest bi meşê kirin. Di meşê de wêneyên kesên hatibûn qetilkirin hatin hilgirtin. Di heman demê de pankarta “Riya we pîroz e, ronahiya we venamire, Pîr Sûltan Abdal ê ber bi bêdawîtiyê ve dimeşe namire” hat hilgirtin û gelek caran dirûşmên “Yên Sêwazê şewitandin kesên ku AKP ava kirine be”, “Can şewitîn lê sûcdar li ku ne?” û “Ronahiya Sêwazê dê venemire” berz kirin. Di dema meşê de navê kesên hatin qetilkirin yek bi yek hatin gotin û dema navê wan hatin gotin girseyê bi yek dengî got “Dijî.”

Hevserokên Giştî yên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgun Uçar û Keskîn Bayindir, Hevserokê Giştî yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tuncer Bakirhan, Serokê Giştî yê Partiya Gel a Komarê (CHP) Ozgur Ozel û Serokê Giştî yê Partiya Karkeran a Tirkiyeyê (TÎP) Erkan Baş,rêxistinên elewiyan, nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl û gelek welatî di beşdarî meşaê bûn.