KCDP: Di 6 mehên destpêkê yên sala 2024’an de 205 jin hatin qetilkirin

Li gorî rapora KCDP; Di 6 mehên sala 2024’an de 205 jin ji aliyê mêran ve hatin qetilkirin û 117 jinan jî bi guman jiyana xwe ji dest dan. Fîdan Ataselîm xîtabî hikûmetê kir û got: “Ji bo jiyana jinan divê hûn dev ji polîtîkayên xwe yên malbatî berdin.”

Navenda Nûçeyan - Platforma Em ê Cînayetên Jinan Rawestînin (KCDP) rapora “Di 6 mehên ewil ên sala 2024’an de mirina bi guman a jinan û cînayetên jinan”, di civîna çapemeniyê ya li Navenda Çandê ya Nazim Hîkmet a Şîşliya Stenbolê hat lidarxistin de eşkere kir. Sekretera Giştî ya KCDP’ê Fîdan Ataselîm di civînê de axivî û diyar kir ku di 6 mehên destpêkê yên sala 2024’an de 205 jin hatine qetilkirin û 117 jinan jî bi guman jiyana xwe ji dest dane.

‘Jin ji aliyê mêrên herî nêzî wan ve hatin qetilkirin’

Fîdan Ataselîm, anî ziman ku her roj nûçeyên jinên ji aliyê mêran ve tên qetilkirin digin û wiha got: “Em tenê daneyên ku dikarin bi dest bixin bi we re parve dikin. Wê demê kê jinan qetil kir? Ji sedî 42’ê jinan ji aliyê mêrên ku bi wan re zewicîbûn ve hatin qetilkirin. Ji sedî 11 ji aliyê mêrê ku li gel û ji sedî 9 jî ji aliyê bavê xwe ve hatine qetilkirin. Ango jin ji aliyê mêrên herî nêzî wan ve hatin qetilkirin. Dema em li 6 mehên dawî dinêrin ji sedî 59’ê jinan bi çekê hatine qetilkirin. Dikarin pêşî li çekdarkirina ferdî bigrin. Her wiha ji sedî 57’ê jinan li malê hatine qetilkirin.”

‘Mehên ku herî zêde qetilkirina jinan zêde bûn Gulan û Hezîran bûn’

Fîdan Ataselîm bal kişand ser daneyên Wezareta Karên Hundir ên ku nîşan didin tundiya li ser jinan kêm bûye û wiha got:

“Di sala 2021’ê de 131 jin hatin qetilkirin û 99 jinan jî bi guman jiyana xwe ji dest dan. Qetilkirina jinan heta sala 2024’an zêde bû. Ev dane yên 6 mehên ewil ên salê ne. Em dibînin ku dema jin têbikoşin û zêdetir xuya bibin, qetilkirina wan kêm dibe. Mînak di meha Adarê de qetilkirina jinan kêm dibe. Piştre qetilkirina jinan zêde dibe. Gulan û Hezîran bûn mehên ku herî zêde bûyerên qetilkirina jinan pêk hatine.”

‘Divê hûn dev ji polîtîkayên xwe yên malbatî berdin’

Fîdan Ataselîm der barê “Pakêta Çalakî û Vîzyonê ya ji bo Parastin û Bihêzkirina Malbatê” ya di meha Gulanê de hat ragihandin de nirxandinan kir û destnîşan kir ku di her rewşa ku tê gotin “Yekitiya malbata me girîng e” de jin tên qetilkirin. Fîdan Ataselîm got: “Ji bo jiyana jinan divê hûn dev ji polîtîkayên xwe yên malbatî berdin. Qanûna me ya jimare 6284 heye. Wezaretê lêkolînek kir. Rênîşanderek amade kirin. Lê belê yên ku ev rênîşander amade kirine di serî de bi xwe bi cih naynin. Ew tenê kaxezek e ku ji bo baştir helwesta Tirkiyeyê ji Yekitiya Ewropayê (YE) re nîşan bide hatiye amadekirin. Ev projeya Yekitiya Ewrupayê bû. Çima hûn vê pêk naynin?”

Li gorî raporê; di 6 mehên destpêkê yên sala 2021’ê de 131, di 6 mehên destpêkê yên sala 2022’an de 164, di 6 mehên destpêkê yên sala 2023’an de 147, di 6 mehên destpêkê yên sala 2024’an de 205 jin hatine qetilkirin.