Li Hindistanê lehî rabû: 48 kesan jiyana xwe ji dest dan

Li Hindistanê hejmara kesên ku di lehiya ji ber barana zêde rabû de jiyana xwe ji dest dane bû 48.

Navenda Nûçeyan - Li bakurê rojhilatê Hindistanê ji ber barana zêde hejmara kesên jiyana xwe ji dest didin zêde dibe. Rayedaran ragihandin ku hejmara kesên ji ber lehiyê li eyaletên Assam û Manîpurê jiyana xwe ji dest dane bû 48.

Rayedaran diyar kirin ku ji ber lehiyê gelek malan zirarê dîtine û bi hezaran kes ji herêmê hatine derxistin. Daîreya Meteorolojiyê ya Hindistanê (IMD) ji bo eyaletên bakurê rojhilat hişyariya sor da. Hat diyarkirin ku barana ne asayî û zêde ya ku di salên dawî de li herêmên Bangladeş û bakurê rojhilatê Hindistanê tê dîtin ji ber guherîna avhewayê ye.