33 milyon kes ji ber pevçûn û koçberiyê birçîbûnê dijîn
Bernameya Xurekê ya Cîhanê, ragihand ku li herêma Rojhilata Navîn û Bakurê Efrîqayê zêdetirî 33 milyon kes ji ber pevçûnên domdar û pêlên ji nû ve ji cih û warên xwe bûyîn ne, bi birçîbûn û bêewlehiya xurekê re rû bi rû ne.

Navenda Nûçeyan – Li herêma Rojhilata Navîn û Bakurê Efrîqay, birçîbûn û bêewlehiya xurekê, bi gelek faktorên wekî pevçûn, guherîna avhewayê, qeyranên aborî û zêde girêdayîbûna bi îtxalkirina xurekê re dibe pirsgirêkek roj bi roj mezintir dibe.
Bernameya Xurekê ya Cîhanê, di rapora xwe li ser platforma X’ê weşand de, hişyarî da ku ger piştgiriya tedarîka lezgîn neyê mîsogerkirin, belavkirina xurek û dabînkirina xwarina dibistanê jî di nav de wê xebatên bingehîn bên rawestandin.
Her wiha hate diyar kirin ku li herêma Rojhilata Navîn û Bakurê Efrîqayê zêdetirê 33 milyon mirov, ji birçîbûn û bêewlehiya xurekê bigre heta hişyariya qeyrana birçîbûnê wê xirabtir dibe û rawestandina operasyonên mirovî yên bingehîn bêpar in.
Di heman demê de Ofîsa Medyayê ya Hikûmetê ya li Xezayê, ragihand ku zêdetirî 115 kes ji ber birçîbûn û kêmbûna xwarinê jiyana xwe ji dest dane û destnîşan kir ku ji bo pêşîgirtina hilweşîna mirovî ya tam yê li Zîvala Xezayê, heftane pêdivî herî kêm 500 hezar torbeya ard heye.