201 kes di xwepêşandanên Bangladeşê de jiyana xwe ji dest dan

Hat ragihandin ku di xwepêşandanên ku piştî kotaya giştî ji bo malbatên kesên ku li Bangladeşê beşdarî Şerê Rizgariyê bûne hat veqetandin, hejmara kesên ku jiyana xwe ji dest dan bû 201.

Navenda Nûçeyan – Di xwepêşandanên ku piştî kotaya giştî ji bo malbatên kesên ku li Bangladeşê beşdarî Şerê Rizgariyê bûne hat veqetandin, hejmara kesên ku jiyana xwe ji dest dan zêde dibe.

Li gorî nûçeyên di çapemeniya herêmî de hatine ragihandin, qedexeya derketina derve ya ku ji şeva 19’ê Tîrmehê ve li tevahiya welat ketiye meriyetê, ji derveyî saetên kar didome. Hebûna leşkerên ku ji bo kontrolkirina bûyerên tundiyê yên li bajaran hatine erkdarkirin dewam dike.

Hejmara kesên di xwepêşandanan de jiyana xwe ji dest dane bû 201. Rojnameya Prothom Alo, diyar kir ku li ser laşê piraniya kesên ku jiyana xwe ji dest dane, şopên guleyan hebû.

Zêdeyî 4 hezar û 500 kes hatin binçavkirin

Hat diyarkirin ku di xwepêşandanên 8 rojên dawî de 1400 ji wan duh zêdetirî 4 hezar û 500 kes hatine binçavkirin. Herwiha hat ragihandin ku piraniya kesên hatine binçavkirin endamên Partiya Neteweperest a Bangladeşê (BNP) û Partiya Cemaat-i Îslamî ya Bangladeşê ne.