20 şervanên li Qereçoxê jiyana xwe ji dest dan hatin bibîr anîn

Şervanên YPJ û YPG yên di 25’ê Nîsana 2017’an de bi êrişên hawayî yê dewleta Tirk li çiyayê Qereçoxê jiyana xwe ji dest dan di 7’emîn salvegera xwe de hatin bibîr anîn.

Dêrik – Di 25’ê Nîsana 2017’an de dewleta Tirk, bi balafirên şer êrîşî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir û navenda fermandariya operasyonên leşkerî yên li dijî DAIŞ’ê li çiyayê Qereçox kir armanc. Di encama êrişa dewleta Tirk de 20 şervanên YPJ û YPG jiyana xwe ji dest dan. Bi boneya 7’emîn salvegera şervanên ku li Qereçoxê jiyana xwe ji dest dan merasîmekê bi heybet hat li dar xistin.

Merasîm bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir. Paşê li ser navê Meclisa Malbatên Şehîdan ya Kantona Cizîrê Cewahir Osman axivî û got: “Dijminê me planên dagirkirinê li dijî me didomîne. Hewl dide vîna gelê me û destkeftiyên bi saya ramanên Rêber Abdullah Ocalan û xwîna şehîdan hatine bidestxistin, têk bibe." Cewahir Osman destnîşan kir ku vîna gel ji êrişên dewleta Tirk mezintir e. Cewahir Osman îşaret pê kir ku dewleta Tirk di êrişên xwe de jinan dike hedef ji ber ku jinan li herêmê şoreşa azadiyê bi rê ve bir û DAIŞ tune kir ji bo ku ewlehî li herêmê pêk were.

‘Divê em berxwedanê û têkoşînê mezin bikin’

Berdevka YPJ’ê Rûksen Mihemed jî wiha axivî: "Îro salvegera 7’an a şehîdên Qereçoxê ye. Her şehîdek, dîroka têkoşînê nîşan dide. Ew şehîdên xwedî ramanên ronakbîr û berxwedêr, ji bo gelan û avakirina neteweya demokratîk, biratiya gelan û jiyana hevbeş, tê koşiyan û canê xwe feda kir. Bi saya wan em îro li vir kom bûne."

Rûksen Mihemed destnîşan kir ku bi berxwedana şehîdan û ramanên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dê li hember êrişên dijmin û planên wê li ber xwe bidin û jiyaneke ewle peyda bikin. Di dawiyê de Rûksen Mihemed got: "Dewleta Tirk nikare vîna me bişikîne. Ji ber ku em gelekî berxwedêr in. Ji bo tunekirina planan û komployan divê em berxwedanê û têkoşînê mezin bikin."

Merasîm bi dirûşmeya “Şehîd Namirin” bi dawî bû.