2 hezar 640 malbat ji Kampa Holê vegeriyane Iraqê
Şêwirmendê Ewlekariya Netewî ya Iraqê diyarkir ku heta niha 2 hezar 640 malbat ji Kampa Hol’ê ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, vegerandina Iraqê û li Kampa Cede de hatine bicih kirin.
Navenda Nûçeyan- Şêwirmendê Ewlekariya Netewî ya Iraqê Qasim Erecî, der barê vegerandina malbatên DAIŞ’î yên ji Iraqê ku di kampa Holê de dimînin, agahiyan parve kir.
Qasim Erecî eşkere kir ku hinek ji malbatên ku ji Kampa Holê vegerandine Iraqê ne girêdayî DAIŞ’ê ne û ew berê ji ber şerên mezhebî koçberî Suriyeyê bûne.
Her wiha diyarkir ku tîmên pispor ên Iraqê li Kampa Holê de serdana 5 hezar malbatên Iraqî kirine û heta niha 2 hezar 640 malbat vegerandine Iraqê. Diyarkir ku malbatên hatine vegerandin li Kampa Cede ya li parêzgeha Musilê hatine bicihkirin. Eşkere kir ji vana 2 hezar 220 malbat piştî di dewreyên perwerdê yên derûnî re hatine derbaskirin, bêy ku ti pirsgirêkek di aliyê ewlehiyê de ji wan re bê derxistin vegeriyane ser malên xwe. Da zanîn ku niha 400 malbat mane wê ew jî di dewreyên perwerdê re werin derbaskirin daku bikarin carek din vegerin nava civakê.
Di dawiyê de jî hatiye eşkerekirin ku heta niha QSD’ê 2 hezar 460 çeteyên DAIŞ’ê yên xelkê Iraqê ne, radestî hêzên ewlehiyê yên Iraqê kirine û li benda dadgehkirinê ne.